Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2013 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KEZÎZERÊ

KEZÎZERÊ Kezîzerê, kezîzer Xulam memkê gilover Serî sor û binî zer Mîna berfa zinarê Sîka dara tim li ser Mîna sêvên Xelatê Serî sor û binî zer Mînane penîrên ter Min givaşt û av jê her Tu ji govendê were der Te ramûsim, cardî her Te divê her û te divê mer Kezîzerê lewendê Gewrê, bozê, bilindê Kevoka nava gundê Sîng doşek, balîf zendê Ez ramûsim te rindê Destê xwe bi destê mn de Tevde herin govendê Kezîzerê hithîtî Li binya mala şemitî Dawa têqî lewitî Dilê lêwik şewitî Kezîzêrn me çar in Her çar jî bi kum û şar in Hilma memkan em xwarin Kezîzerên me şeş in Her şeş jî bi şarên reş in Hilma memkan çi xweş in Didî xuyakirin, ko por zerîne û serê memikên wê nû hildane, weke sêvên Xelatî ne, serî sor û bin sipîne, weke berfa zinarê Mêrdînê, ko siya daran tim li ser e… Çi tiştên giranbiha gotine! Kezî, gulî, ew porê hûnayî yan jî badayî ne, ko bi paşde tê berdan û bisk, ew porê, ko bi ser dêmên jinan de têne xwar û carn

TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ (Dr. Eskerê Boyîk)

 TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ           Salên dema Sovyêtê, li nav çand û kûltûra gelê Kurd, ji welêt dûr, gelek çirayên ronayîyê û pêşdaçûyînê hatine vêxistin. Ji wan yek jî têatro bû. Sala 1937an, bi qirara hukumata Komara Ermenistanê, li merkeza nehya Elegezê, li gundê Kurdên êzdî yê Elegezê (Camûşvana Mezin), Têatiroya Kurda ya dewletê hate damezirandin.          Dewleta Sovyêtîyê, hema di salên xwe yên ewlin da, weke gelên din yên biçûk yen li komarên Pişkavkazê dijyan, ji gelê me ra jî mecalê pêşdaçûyînê vekir. Dew û dozên wan salan ku navbera Tirk, Rûs û Ermenya da hebûn halê kurdên wê navçê pir xirav kiribûn. Kurdên êzdî yên Surmelyê, Qersê, Wanê hatibûn qirê, koçber û malwêran bûbûn. Lêşkerên Tirkan û alayên Hemîdyan hatibûn derketibûn êla Elegezê jî, gund û şênên wê heremê jî talan û wêran kiribûn, bi sedan mêrên wan gundan kom kiribûn, kuştibûn, hêsîr biribûn, koka wan anîbûn. Talan, xelayê, nexweşya hal di xelkê da nehîştibûn. Hatina desthilatdarya Sovyêtê jiyaneke

CİNAYET VE ŞİDDETİN MEKANİK DÖNGÜSÜ

CİNAYET VE ŞİDDETİN MEKANİK DÖNGÜSÜ   İktidarların ve iktidarda olmak isteyenlerin en belirgin benzerliği şiddeti kullanma biçimleridir. Tarih boyunca iktidarlar ve iktidar hevesinde olanların yazgısını kaçınılmaz olarak ölme/öldürme ile şiddet belirlemiştir. İktidar olarak gücün varlığı ve kanıtının temel dayanağı cinayetlerin sürekliliğiyle sağlanır. Her iktidar bir şekilde şiddetin içinde yer alır ya da açıkça şiddete başvurur. İktidarı koruyan güç cinayetlerle beslenir. Tam da bu noktada “şiddet-ölüm- cinayet” ekseninde Shakespeare’in Macbeth’i ile İonesco’nun Macbett’i ortak izleklere sahiptir. Her iki oyunda da her bir cinayet yeni cinayetlerin zorunluluğunu doğurur. Erk sahibi olma isteğinin doğurduğu kan ve şiddet oyunların ana temasını oluşturur. Shakespeare’in Macbeth tragedyasında iktidar olma hırsıyla başlayan cinayetlerin doğurduğu şiddet oyunun bütününe egemendir. Macbeth, soylu değerleri bir tarafa bırakarak, kişisel çıkarı için “ideal” kral Duncan’ı öldürmesi

Sergotina Tilermenî

Sergotina Tilermenî Ji ber ku Yaqub Tilermenî, romana xwe ya “Sergotina Calvino” ji mijar û çîrokên “Sergo û ve/gotinê” weke bingeh hilgirtiye; ez ê jî, ji bo vê romanê taybetî li ser xwesteka vegotina nivîskêr bisekinim. Bi danberhevdina referansên Calvîno û bi têbiniyên vegotina romanê re dixwazim binirxînim. Ji navê romanê û pêşgotinê yan “sergo(tin)”ê xwendevan pê dihise ku mijar wê li ser hîmê “vegotin û sergo”yê bisekine. Di çîroka destpêkê de, kuştiyek û kujerekî ne diyar derdikeve û xwendevan li “nasnemaya” van lehengan digere. Ji ber vê yekê xwendevan ji destpêka romanê li benda honakeke dramatîk e.   Lê piştî çîrokeke din nivîskar bi zanebûn “lêgerîna” çîrokê bi vegotineke din diguherîne. Di çîrokên dîtir de, sedema kûjerbûnê di honakeke din de dîsa derdixîne, lê pişt re “vebêjer” vê çîrokê jî diguherîne û dramatîka “klasîk” serûbin dike. Vebêjerê giştî û yê leheng, di her çîrokê de bi awayekî din derdikeve û vedibêje. Mîna ku ji yekî re qal bike, çîrokên xwe ve

ZILAMEK Û ZIMANEK

ZILAMEK Û ZIMANEK- Celadet Alî Bedirxan Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin. Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin. Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive. Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî   êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî

“Birîna Reş” Musa Anter

“Birîna Reş” Musa Anter Paşxeneya Dîrokî: Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin. Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“ Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. ” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindes