Ana içeriğe atla

BERHEM Û MIJARÊN DRAMATURJÎYA KURDÎ

Dramaturiya Kurdî, bi referansên xwe û berhemên şanoyê divê were nirxandin. Ku nivîskariya şanoyî û listikvanî li ser vê hîmê neyê kirin, wê hertim bilukume û loqal bimîne. Ji bo derfetên şanoyeke xwedî karakter, divê bi tevahî girî û kenê xwe bi ziman û zanîna xwe bibîne… Zanîna şanoyê, bi derfetên Kurdî ku were kolandin û şopandin, wê gavê mirov karibe qala şanoyeke xwedî taybet bike.

           Şanoyeke kurdî mecbûre ku, bi nivîs û xwedina Kurdî re têkilî be û zanîna şanoyê ji çavkanî û berhemên şanoyê binase. Şanoya Kurdî, mijar û çîroka xwe di laş û zimanê lîstikvanan de divê berbiçav bike û xwe vebêje. Her mirovê ku di xwestaka lîstikavaniyê de be û bixwaze di sahneya Kurdî de bêje “Ez li vir im, bala xwe bidine min!” divê ji xwe re poetikaya hunera xwe biafirine. Derhêner û lîstikavanên Kurd, divê xwe li sahneyeke “Kurd û Kurmancî” bibîne; ku berê xwe nedin berhem û civaknasîya xwe, wê hertim çavê wan li deriyên Tirkî be. Û ji ber vê yekê mirov, wê nikaribe qala hunereke xwerû Kurmancî bike.

     Ji dîroka nivîskariya Şanoya Kurdî, berhemên ku divê bi “lezgînî” were nirxandin ev in: Evdirehîm Rehmî Hekarî “Memê Alan-1918”, Erebê Şemo “Koçekê Derewîn-1930”, Celadet Alî Bedirxan, “Hevind-1933”, Mûsa Anter “Bîrina Reş-1959”, Taharê Biro “Memê û Eyşê-1967”…

       Piştî Salên 1990î û ceribandinên tekstên şanoyê: A. Gernas, Helîm Yûsiv, Cemîl Denlî, Rênas Jiyan… Çend berhemên şanoyî, yên sereke ku wergera wan çêbûne jî ev in: “Prometheûsê Zincîrkirî” Asxîlos (Aiskhylos), “Tartuf” (Moliere), “Bexçeyê Vîşnê” (A. Çêxov), “Dayîka Wêrîn û Zarokên Wê” (Brecht), “Li Benda Godot” (Samuel Beckett).

            Ji bo ku serboriya şanoya Kurdî were dîtin, gellek berhemên Kurdî yên ji Sovyetê û ji şanoya Soranî (Başûr) hene ku, hîna werger û tîpguheziya wan çê nebûne, mirov divê wan jî ji bîr neke. Muhsîn Osman, di pirtûka xwe ya bi navê “Hizirkirin Di Pirsên Şanoyê De û Mezopotamya” vekolînên dîrokî û dramayê, ji bo zanîn û lêgerîneke şanoyê, çavkaniyeke berfiref dide xwendevên.

            Beriya ku lîstikvanek an jî hezkiriyên şanoyê, bala xwe bide dramaturjiyê, divê di lêgerîn û nirxandina hunerê de be. Hin ji pirsên dramaturjî ev in: Teatro çi ye? Çi dibe teatro? Wêjeya Kurdî, çi qasî nêzî şanoyê ye? Ji bo sahneya Kurdî û temaşevanên wê kîjan berhem û adaptasyonên teatral lazim e? Pîvan û kêşeyên lîstikavaniyê çi ne? Listikavaniyeke Kurmancî, lê çawa? Rastiya jiyanê û raxistina sahneyê li ku pêrgî hev tê? Mirov ji bo çi dilîze? Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeran çi ne? Hîle û teknîk û derfetên lîstikavaniyê çi ne? Mirov dikare qala temaşevanên Kurdî bike û hebe temaşevan kî ne? Şanoya kurdî û rojeva kurdi çiqasî li hev dike?

           Şanoya Kurmancî, di lîstikên xwe de “çi?”, “ji bo kê?” û “çawa?” derdixin?

                                                                                                                    Çetoyê Zêdo

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Samatya Sakinlerinin Biricik Sahafı: Devrim Sahaf (Pirtûkfiroş)

Yine aynı bir Pazar günü… Bahar gelmiş kime neylemiş, herkes dışarıda, bir ben kalmışım sanırsın içerde… Sosyal medya ve akıl sır ermeyen bir telefonun varsa, bir hafta bile dışarı çıkmazsın, olur biter… Recep telefondan bildirir: “Dayika Niştiman” kitabını getirecekmiş, yanına Mustafa’yı da katmış eve gelmişler, hoş gelmişler. Onların gelmesiyle ne zamandır dışarıya çıkmadığımı anımsadım: üç günmüş... Siz de olsanız çıkmazsınız, mayısta Amed kitap fuarına yetişmesi gereken “Kürt Tiyatro Tarihi” kitabıyla uğraşınca “baharmış, Samatya sahiliymiş” unutursunuz. Abartıkça abartıyoruz haliyle; sorduklarında “mühim” adamların yaptığı gibi, “çok yoğunuz abi” modunda, iş güçle meşgul olduğumuzu söylemeyi ihmal etmiyoruz, övünmek gibi olsun bu da...  Neyse, yine her zamanki Recep’in olağan hallerinden birini yaşıyoruz; odanın içinde dağılmış makaleleri karıştırmakla meşgul, kitap kurdu Receb’e çıktıları karıştırma fırsatı tanımadan, elindeki yazıları yerine bırakmasını istedim ve ani bir “Hadi…

"Leylanok, Derî, Goristana Stêrkan..." an jî bi edebî “Yıldız Çakar”

Yıldız Çakar; berhema wê ya “Goristana Stêrkan” di sala 2004an de ji Weşanên Elmayê derdikeve. Pirtûka duyem î bi navê “Ala” 2008an li Dihokê, ji aliyê yekitiya niviskarên Dihokê vê çap dibe. Bi hevkariya Amed Tigrîs re “Ansiklopediya Amedê” dinivîse, ji aliyê Şaredariya Amedê ve di 2012an de tê weşandin. Berhama wê yên bi navê “Derî” (Helbest, 2012) û Leylanok (2014, ceribandin) di nav weşanên Avestayê derdikeve. Niha amadekariya romana xwe dike bo çapê û li ser Melayî Cizîrî dixebite… Yıldız Çakar, avakara Komeleya Nivîskarên Kurd e û li Amedê dijî. Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bidî nasîn? Yıldız Çakar: Nasnameyek di bêrika min de ye, lê belê temsîliyeta min nake. Heta wextekê bi awayekî fermî navê min Rojan bû. Li dibistanê gotin ev nav qedexe ye û dîplome nedan min. Ji ber vê bavê min ji mecbûriyetê navê min guhert. Di rojekê de ez bûm Yildiz.  Weke ku mirov di nava du pergalan de bimîne... Bi eslê xwe ji Qerejdaxê me. Min û helbest me hev dû gelek zû nas kir. Ji ber ku…

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımızda…