Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ekim, 2013 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

ZILAMEK Û ZIMANEK

ZILAMEK Û ZIMANEK- Celadet Alî Bedirxan Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin. Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin. Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive. Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî   êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî