Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2014 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ferhad Pîrbal

Ferhad Pîrbal Di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an  di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir”  de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an vir ve li Zanîngehên Başûrê K

WÊJE Û NIVÎSKARÎ: SÎDAR JÎR

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe bi me bide nasîn? Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir. Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî(Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan(2003) me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13 nivîskaran bi hev re ev kovar derxist). Li Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Zim

BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ

BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ Çetoyê Zêdo: Di Festîvala Antalya de cenabê, bi xelata “Porteqala Zêrîn” baştirîn Film wergirt û ev yek ji bo sinemaya kurdî bû pêngavek. Tu dikarî ji me re qala Kurtejiyana xwe bikî? Ferit Karahan: Ez di sala 1983’an de li gundekî Muşê hatim dinê. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa Elektrîkê qedand.   Bi awayekî baldarî tekiliya min bi sînemayê re li zaningehê dest pê kir. Dema ez li zaningehê bûm, min perwerdehîya sînemayê bi çend atolyeyan de girt. Dû re di 2004’an de min dest bi kişandina kurte-fîlman kir. Di çend fîlmên dirêj de weke cigirê derhêner xebitîm û di 2012’an de min fîlma xwe ya yekam a dirêj kişand.                                                                                                   Çetoyê Zêdo: Hevnasîna te bi sinemayê re çawa destpêkir? Ferit Karahan: Beriya zaningehê ez qet neçûbûm sinemayê… Dema ez çûm sinemayê li Stenbolê tesîreke baş li ser min çêkir, pişt re dema ez ji sinemayê d

Arşîva Tekst û Berhemên Şanoya Kurdî

                         Arşîva Tekst û Berhemên Şanoya Kurdî Tekstên Dîrokî (1918-1989)  1-       Memê Alan, Evdirehîm Rehîmî Hekarî, Kovara Jîn (1918) 2-       Derdê Derûn, Hisên Huznî Mukriyanî, (Rojnemya Zarî Kurmancî, hejmara 7-8-11 “sê tekstên biçûk î şanoyî” (1928) (Dezgeya Aras, 2012, Hewlêr) 3-       Koçekê Derewîn, Ereb Şamîlov, (Rewan, 1930) (Weşanên Belkî, 2014) 4-       Mem û Zîn, Pîremerd (1932) 5-       Hevind, Celadet Alî Bedirxan, Hawar Hejmar 20, (1933) 6-       Dildarî û Peyman, Ebûbekir Hewrî (1933) 7-       Qutiya Du Dermanan, Hecîyê Cindî (1934) 8-       Zemanê Çûyî Ehmedê Mirazî, (Rewan, 1935) 9-       Reva Jinê, Wezîrê Nadir (Rewan, 1935) (Weşanên Belkî, 2014) 10-   Mahmût Axay Şiwekel, Piremêrd (Silêmanî, 1942) 11-   Dildarî û Peymanperwerî, Ebûbekir Hewrî- Ebûbekirî Şêx Celal (Bexda, 1943) 12-    Operetî Gulî Xwênawî (Gulên Bi Xwîn), Abdullah Goran, (Hewlêr- 1947) (Di nav dîwana Abdullah Goran da çap dibe) 13-   Karkirdinî Bekel