Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

LÊPIRSÎNA NÛSEREKÎ CIYAWAZ “HESEN ILDIZ”

Hesen Ildiz , di sala 1991ê de li gundê Şewaşiya Şemrexê (Mêrdîne) hate dinê. Zarobûna wî li gund, di nav dijminnatiyê derbas bû. Piştî gund, jiyana wî li Ûşak, Îzmîr û li Stenbolê derbas bû, niha terkeserê Erasmûsê û li Bûdapeştê ye. Jiyana wî ya perwerdehiyê bi tesadufekê li gundê mala kalkê wî dest pê kir û aniha dê piştî 5 meha bi mezûnbûna fakulteya tibbê ya cerrahpaşayê û fakulteya sosyolojiyê hima li ber qedandinê ye. “Tirspîvan” berhema wî ya ewil e, ji aliyê weşanên Belkî'yê ve derket... Ji bilî  cîrantiya me û hiqûqa navberê de, dikarim wiha qala wî bikim; roj bi roj li ber çavê min mezin bû, gellek pirtûkên min nebedî kir, (hevîdarim tev ji vî tebî'etê xwe berde, neyse)... Saleke wî neşibaya sala par van çaxan, wê sibê jî wiha be… Carinan bi şer û carinan kêfî me 5 salên tije teşqele derbas kirin. Ewqas migo, lê nebû ewî her tim bi  a xwe kir û wê her tim jî bi a xwe bike, a bi xêrtir jî ev e.  Ji bilî wêjekariya wî; xezeb ji ber nigê wî dipengiz e; cirnexweş, qurre

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber ku bavê mi

Ji Şanoya Kurdî Lîstikvaneke Jin: Berfîn Emektar

Berfîn Emektar, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kığı) hate dinê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dibin. Di sala 1993an de li NÇMêya Îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tevlî atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMa Îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûnde jî, li NÇMa Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digre. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên TVyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an virde li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê dike û û di performansa “Şanoya Jixweberiyê” de dilîze. Di şanoya “Jinên Çaverê” de ku şanoya Başûr de jî weke lîstikvan cih girtiye.  Ji bo şanonameya Zana Mazak “Don Kîşot- Serpêhatiya Kurdistanê” bi derhêneriya Ferhat Keskîn re haziriya wê dike. Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî? Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMa Îzmîrê û pê re  nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vê ya va gi

Şervanekî Şanoyê: Osman Kurtalan

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe ji bo me vebêjî? Osman Kurtalan: Navê min Osman Kurtalan e. Ez di sala 1970yî de li Misirca Sêrtê, gundê Bêkendê hatime dunyê. Ji ber ku di nav malê de yê mezin ez bûm, ji bo debara malê min di zaroktiya xwe de dest bi xebatkariyê kir. Li gelek bajarên tirkan de di şuxlên cuda de xebitîm. Ji malbatî hişmendiyeke Kurdî bi min re hebû û bûyerên ku diqewimîn bandor li ser min dikir. Piştî ku vegeriyam wêlet, bi têkoşînê re tevî du hevalên xwe yên zaroktiyê di 1993an de em tevlî gerîla bûn. Piştî cend rojên ku ez tevlî nav refên azadiyê bûm, di pîrozbahiya 15ê Tebaxê de, li ser daxwaza hin hevalan, min di kurteşanoyekê de cî girt. Heta sala 2001ê de di hemû pîrozbahiyan de, cihê ku ez lê bûm, hertim min di van şanoyan de dilîst. Bi avakirina Dibistana Şehîd Sefkan re, di 2002yan ez jî tevlî nav vê koma şanoyê bûm. Weke lîstikvan min di şanoyên “Agirê Bêdawî, Rastî Dagirkiriye, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Jiyana Bêxtewer… Eyna

"Leylanok, Derî, Goristana Stêrkan..." an jî bi edebî “Yıldız Çakar”

Yıldız Çakar ; berhema wê ya “Goristana Stêrkan” di sala 2004an de ji Weşanên Elmayê derdikeve. Pirtûka duyem î bi navê “Ala” 2008an li Dihokê, ji aliyê yekitiya niviskarên Dihokê vê çap dibe. Bi hevkariya Amed Tigrîs re “Ansiklopediya Amedê” dinivîse, ji aliyê  Şaredariya Amedê ve di 2012an de tê weşandin. Berhama wê yên bi navê “Derî” (Helbest, 2012) û Leylanok (2014, ceribandin) di nav weşanên Avestayê derdikeve. Niha amadekariya romana xwe dike bo çapê û li ser Melayî Cizîrî dixebite… Yıldız Çakar, avakara Komeleya Nivîskarên Kurd e û li Amedê dijî.      Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bidî nasîn? Yıldız Çakar : Nasnameyek di bêrika min de ye, lê belê temsîliyeta min nake. Heta wextekê bi awayekî fermî navê min Rojan bû. Li dibistanê gotin ev nav qedexe ye û dîplome nedan min. Ji ber vê bavê min ji mecbûriyetê navê min guhert. Di rojekê de ez bûm Yildiz.  Weke ku mirov di nava du pergalan de bimîne... Bi eslê xwe ji Qerejdaxê me. Min û helbest me hev dû gelek z