Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BIrayîm Ferşî: Şanonameya Dayîkî Niştîman û Siyaseta Kurdî*

Hebûna şanoyê li her welatî û di nav her neteweyekê de nîşaneyek hebûna şaristaniyê ye. Ew kesên ku avakirina şanoyê difikirin di nav welatê xwe û gel de mirovên xwedî şaristanî ne. Neteweya kurd di rê, war û şanoya xwe de, xwe digihîne serdema rê û resmên Mîtraîzm û Zerdeşt. Hebûna dîtina şano û hunerê xwe digihîne serdema împeretoriyan. Bi vê rewşê piştî hilweşandina Medan ji aliyê desthilatdariyê ve şano jî ber bi raketinê ve diçe. Persî desthilatiya şano û birêvebirinê dest datînin ser. Şano û cihê şanoyê di serzemîna Mezopotamyayê de di bin navenda olî û şaristaniyetê de, di bin desthilatdariya siyasî, çand û olên cuda de dîroka xwe jiyaye û heta digihêje serdema nû. Di nav kurdan de şano û cihên şanoyê bi berdewamî maye û bi form û şêweyên cuda gihîştiye îro. Desthilatiya herêmî û olên cuda şano û rêbazên şanoyê pirengî û pirşêweyî kiriye. Vê rewşê berdewam kiriye heta şerê cîhanê yê duyemîn. Li Mehabadê piştî îlona 1941ê piştî nemana desthilatiya rejîma Riza Şah,

“Tiyatroya Kurdî ji bo min vatiniyeke netewî ye” (Ji Kovara Armanc, 1991)

Mirazê Ûzo Cewherî rejisorê Tiyatroya Kurdî ya li Tiflisê ye. Tiyatroya Kurdî 10 saliya xwe temam kir. Bi vê helkeftinê (bi vê munasebetê) endamê redaksiyona me H. Mizgîn li Tiflisê bi rejisorê tiyatroyê Mirazê Ûzo Cewherî re rûnişt û ji bo xwendevanên Armancê peyivî. Tu ji kerema xwe re dikarî bi kurtî behsa jiyana xwe bikî? M. U. Cewherî: Ez di sala 1947’an de li gundê Pampa Kurda hatime dinê. Min li bajarê Tiflisê bi zimanê Ermenî xwend. Di sala 1967’an de min fakulta fîlolojiya ziman û edebiyaya Ermenî kuta kir. Min ji sala 1968’an heya 1974’an li beşa tiyatroya Wezareta Çandî (Kulturî) ya Ermenistanê kar kir. Di sala 1974’an de min bar kir û ez hatim Tiflisê û pêşî li Tiyatroya Ermeniya li Tiflisê kar kir, piştre jî ez derbasî Rojnama Gurcîstanê ya zimanê Ermenî bûm û niha jî di redaksiyona vê rojnamê de berpirsyarê beşa çandî û medeniyetê me. Ez ji alî xebatê ve wek esas xebat xwe ya Tiyatroya Kurdî hesab dikim. Ji ber ku merivê Kurd li ku xebata dike bila bike,

Çavpêketinek li gel reveberê şanoya kurdî li bajarê Tiblîsê (1985)

Mûrad Oso Çawirî: Em dixwazin tu ji me ra li ser kurdên li komara Corcîya Sovêtî biaxivî? Mirazê Caferov: Em kurd di nav malbata gelên Sovêtistanê yên bira da dijîn û piranîya me li komarên Ermenîstanê û hinek komarên Asya Navîn da jî hene. Derheqa Kurdên li Corcîya, bi awayekî serekî li bajarê Tiblîsê dijîn û hejmara rûniştîvanên Tiblîsê tevde dibe yek milyon û 20 hezar kes. Tu wekî rêveberê Şanoya Kurdî li Tiblîsê, dikarî xwe ji xwendevanên rojnama Gel û govara Pêşeng ra bidî nasandin? Min xwendina navînî li bajêrê Tiblîsê timam kir û xwendina zankoyê jî li kolîca ziman û edebyatê li Ermenîstanê. Ez deh sala li wezareta Çandeyê li Ermenistanê xebitîme wekî mezinê pişkênerên(mufetîş) şanoyên Ermenîstanê û li sala 1974ê ez hatim Tiblîsê û ez jî hîngî ve wekî peyamnêrê rojnama Corcîya Sovêtî dixebitim. Ez endam im di nîqaba rojnamevanên Sovêtistanê da. Min gelek nivîsar li ser kurdên Sovêtistanê di pir rojnaman da nivîsandîne, li ser jiyana çandeyî û civakîv ya kurdan û e

Tîyatroya Netewî ya Kurda û Armanca Wê (1990)

Ev axaftin ji aliyê Mirazê Uzo Cafarov ve, li konferansa navnetewî ya bi navê “Li URSSê Dîrok û Rewşa Kurdan” hatiye pêşkêş kirin. Konferans bi rêvebiriya Enstîtuya Marksîst- Lenînîst ya Gurcistanê û Akademiya Wêjeyê ya URSSê ve hatiye li dar xistin. (Moskow, 25-27 Îlon, 1990) Nivîs ji berhevoka Mirazê Ûzo Caferov ku di sala 2007an li Tiblîsê hatiye çapkirin, hatiye wergirtin. Gelê me yê qedirbilind û rêhevalên hêja! Ewilî dixwazim ji we re bêjim ku, em gelek minetar in ji bo van kesên ku ev konferansa girîng û dîrokî saz kirine. Ev konferans di jiyana me kurda de û di dîroka kurdên Sovyetê de ciyekî gelek girîng digire. Dixwazim bibêjim ku, ev konferans di rewşek wisa de çêdibe ku, em bikarin heqê wê bidin û derxin asteke bilind; divê em bi xwe serbilind bibin, lê divê em vê tevgera xwe ya hêja, ji bo xwe wek reklameke şexsî yan jî tiştekî din nebînin. Piraniya kurdên Tiblîsê, hêviya wan ew e ku, ev konferans bibe cihê çareseriya pirsgirêkên me yên çandî û rêya

Mirazê Uzo: Tiflis Kürt Halk Tiyatrosu* (1990)

On yaşında olduğumuza inanamıyoruz. Bu, tiyatroda uzun bir yaşam mıdır? Oyun sayımızı dikkate alırsanız hâlâ genciz. Ama geriye dönüp neyle başladığımıza ve şimdi neye sahip olduğumuza bakarsanız, bütün bu yıllar hayatımızın büyük bir kısmını temsil eder. Bu zor fakat ilham verici bir olgunlaşma süreciydi. İnsanlar jübile partilerinde konuşma yapmaya alışıktırlar. Bizimse buna gönlümüz yok. Grubumuzun her bir üyesi farklı bir alanda profesyoneldir. Tiyatro ise hobimizdir. Yine de hepimiz tiyatronun hayatımızın ayrılmaz bir parçası olduğuna inanıyoruz. Seyircimizin tiyatroyu uzun zaman önce kabullenmiş olması ve onu bizim gibi sevmesi en temel meseledir. Bütün bu yıllar tiyatro olgunlaşır ve imajını şekillendirirken seyircimiz de olgunlaşıyordu. 30 Nisan 1980’de ilk performansımızı sergilerken kalabalık salondaki seyirci Kürtçeyi duyduğunda ev sahibinin mi konukların mı daha duygusallaştığını söylemek çok zordu. Kürt Halk Tiyatromuzun bugün 10 yaşına gelmiş olması harika bir

Harold Pinter: “Zimanê Çiyê”

Şanonameya Harold Pinter bi navê “Zimanê Çiya” ji aliyê Mehmet Uzun ve hatibû wergerandin û li Denmarkê di sala 1990î de ji aliyê weşanxaneya Xanî&Bateyî ve hatibû çapkirin. Nîvîsên jêr, ji pêşgotina weşanxanê û ji ya Mehmet Uzun ku li ser vê berhemê ne, bêyî redaksiyonê bi heman rengî ji pirtûkê hatine wergirtin…   Pêşgotina Weşanxanê Harold Pinter bi nivîsandina vê kurtepiyesê, jesteke germîn ji nava dilê xwe nişanî gelê Kurd daye. Eve tetê mana piştgiriyeke xurt… Aferîneka qedirbilind çawa hate çapkirin li qada edebiyata dinyayê dengekî xurt veda. Axaftinên pesindar li ser hatin kirin, nivîsarên baş hatin nivîsîn. Di demekî kurt da jî, di gelek tiyatroyên mezin û navdar da hate leyistin û baleke germ û bilind kêşa. Gelek grûbên amator yên kurda jî, hêj niha vê piyesê dileyizin. Hevî û xweziya me ewe ku ev piyese li Kurdistanê, bi leyizeke profesyonel jî bête leyistin û raberî gelê me bibe. Ji vî alî ve em bibawerin ku gelê kurd qîmetê vê piyesê û xizmeta nivî

Ji Şanoya Mîrzayê Biçûk*

Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bicî bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe… Dema biryara koçkirinê dide û Gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe… Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîjleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zîndeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: “ Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin... ” Merheba ji we re! Ka mirov li ku derê ne? Bibin hevalên min, ez bi tenê me. Ka were û bi min re bilîze. Ez gelekî dilşikestî me... Gulek heye… Wê gulê ez kedî kirim… Li perava min guleke min hebû, ew ya pêşîn bû ku min dengê dilê wê bihîstibû, ew a ewil bû bi min re axivîbû... Gula min bêhna xwe li hemû perava min belav dikir û min nizanîbû qîmeta wê kêfxweşiyê nas bikira. Gula min li dunyayê de derekê ye... Ez ê lê bigerim… Gelo ji bo her kes rojekê li perava xwe vege

Şanoya Min û Zarokan

Zarok; kok e, siberoj e… Zarok; kenê jiyana pak û aramiyê ne… Û helbet ew temaşevan, lîstikvan û rexnegirên bêqusûr î jiyanê ne jî…  Şanoya min û zarokan bi “Şengê û Pengê” dest pê kir. Min ev şanoname, ewil ji bo biraziyên xwe nivîsîbû. Her çi qasî mamoste û dramatûrg jî bûm, lê heta ku biraziyên min roj bi roj li ber çavê min mezin bûn, wê demê min bîra şanoya zarokan bir û ez bi ser cidiyeta wê vebûm. Diviyabû min ji bo wan şanonameyek hazir bikira û kêfa wan bianiya… Li Mêrdînê me şanogeriya Şengê û Pengê amade kiribû. Piştî me li Mêrdîn û navçeyên wê lîst, li gora derfetên xwe û bêyî piştgiriyekê dehan caran li gelek cihî hate sehnekirin... Di encamê de em xesîrî bûn, lê her ku em çav li temaşevanên xwe û kênê wan diketin, xisar li me sivik dibû. Çend caran pêşandanên me ji aliyên “mezinên mirûztirş” ve hatibû asteng kirin, lê me çavê xwe ji vêya re jî girtibû û me du salan bênavber lîstibû. Ji bilî koma me ya bi navê Zîv’ê, ji aliyên komên din ve jî hate lîstin û herî d

Ömer Polat’ın “Aladağlı Mıho” Oyununu Kürtçe Okumak*

Türkçe yazan Kürt yazarlar arasında, “toplumsal gerçekçiler” içinde değerlendirilen ve daha çok “köy” romanlarıyla bilinen Ömer Polat’ın tek tiyatro metni “Aladağlı Mıho” oyunudur. Ömer Polat, romanlarında olduğu gibi bu oyunda da büyüdüğü çevre olan Ağrı ve çevresini, eserlerinde mekân olarak kullanmayı tercih eder. Yazarın politik tutumu ve aidiyetini her fırsatta eserlerinde belirgin bir şekilde işlediğini görmekteyiz. Yazar, bu tutumunu saklamadığı gibi, yazdığı kahramanlara da söyletir; “Aladağlı Mıho, Doğu insanın derdidir. Onun yiğitliği, onun sevdası, onun acısıdır. Ben gücümün yettiğince aktarmaya çalıştığım acısıdır. Acısı, anlatamadığımın bin katıdır. Onların acısı acım, sevinci sevincimdir. Buna katılan herkese de saygım, sevgim, dostluğum sonsuzdur…” (Polat, 8) Bu yazının amacı, yazarın eserlerinde işlediği mekân, kişi ve iletileri, “Kürtçe” bir okuma denemesine tabi tutup, “şifrelenmiş, alıntılanmış, dönüştürülmüş ve Türkçeleştirilmiş” olanları tespit ederek “Alad