Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Li Amedê “Xewna Şeveke Havînê”

Şanonameya Shakespeare a bi navê “A Midsummer Night’s Dream” ku ji alîyê Kawa Nemir* bi navê “Xewna Şeveke Havînê” hatibû wergerandin, îsal bi rejîya Ferhat Keskin (Ferhad Feqî) li Amedê bi şanogêrên Bajêr re hate amedekirin.   Ji serê meha cotmehê ve, ev lîstik tê sehnekirin. Heta niha 9 caran hate lîstin… Min di pêşandana duyem de (05.10.2019) lîstik temaşe kiribû. Germa germa min xwestibû li ser lîstîkê binivîsim û min hewl dabû, lê weke ku “xew-n” li mirov biherime, rûdanên vê serdemê nehişt bi hişekî zelal li ser vê şanoyê nirxandinekê bikim. Berî ku zêde dereng nebe, ez ê çavdêriyên xwe li ser “Xewna Şeveke Havînê” parve bikim. Di vê komediya ya Shakespeare de, çîroka du êvîndarên serhişk ku li dijî zagonên Atînayê derdikevin dest pê dike. Pişt re piranîya çîrokê li daristaneke derveyî bajêr, bi “Xewneke Havînê” tevlihev dibe. Di vê xewnê de cin û perî tevlî nav çîrokê dibin û her tişt serûbin dibe. Lê di encamê de çîrok, ji bo ku “komediya” ye,   bi dilxweşiya hemû kesan,

BERÛ

Yek ji wan tiştên ku bi Kurmancî dema tê qalkirin û rûkeniyekê bi xwe re tîne, mumkun e ku ew berû be. Li ba we çawa ye nizanim, lê ez şahid im ku li kîjan civat an sohbetê, gotina berûyê derbas bibe, çîrok û galegal geştir dibe. Ê min bi xwe, yekser zaroktiyê tîne bîra min. Belkî bê bîra hemû kesên ku ji ahlên gunda ne jî… Heta mirov dikare “îmaja berûyê”   bi pênaseyeke wêdetir jî bike: Berû ji bi şekil û şemala xwe, nîşaneya zarokên nifşê folklorê yên vê dawiyê ne. (Ev nifş piştî salên 90î hilatin, lê weke nûmûne mabin divê mirov li wan miqate be.) Ne bawer im yekî “bajarî” ji berûyan fam bike, belkî bixwe û gotinên şor bike! Bi awayekî din berû bi qasî nanê tenûrê yê germ î malê ye; lê li derve ne bi qasî nanê firnê yî bajêr meşhûr e! Loma aydî serdama borî ye an jî a zaroktiyê ye… Ji bo xatirê zaroktiya xwe ez ji berûyê hez dikim. Berû piştî lîstina bi heriyê, yek ji wan pêlîstokên min î sereke bû. Ger tiştek biqîmet be, mirov li ser şer dikin(dikirin), li ser “xar” û

Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê Serborîya Şanoya Kurdî Ji bo rewşa giştî ya şanoya kurdî bê dîtin, divê ewil em bala xwe bidin paşxane û serborîya wê, berhem û mekanên wê, lîstikvan û temaşevanên wê û helbet xwedîyê wê! Di vê nivîsê de, ez ê ewil li ser serdemên giştî yên şanoya kurdî bisekinim û pişt re hewl bidim serpêhatiya wê ku di “sedsalîya” şanoya kurdî de pêkhatina 25 salan e, bi xetên giştî li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê ji 1991ê heta 2016an binirxînim. Divê em destnîşan bikin ku heta salên 1950yî jî bikaranîna bêjeya “şanoyê” di belgeyan de tuneye. Bi destpêka salên 1950yî re li Başûr tê bikaranîn û ji wir derbasî nav perçeyên din dibe.   Ferhad Pîrbal ji bo bêjeya “şanoyê” wiha dibêje: “Heta salên 1940î jî peyva “şanoyê” di rojname, kovar û belavokan de nehatiye bikaranîn. Her tim termên Ewrûpî “piyes, dram, tiyatr” yan peyvên farisî û erebî “temsîl, nimayiş” li dewsa “şano”yê bi kar hatine… Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê kurd be ku di sala 1950an de te