Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mayıs, 2016 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ferhad Pîrbal: Reîs Remezanekan

Reîs Remezanekan  ( Reîs Remezan )   Ferhad Pîrbal Çîrok   (Weşanên Avesta, 2015) Latînîzekirin û Kurmanciya Wê: Eyup Subaşi - Çetoyê Zêdo 1* Le gerekî Teyrawe, beramber mizgewtî Hacî Ebdella, le kolanekey tenîşt Hemamî Muxtar, piyawêkî zigurtî dejiya. Temenî penca salêk; le polîsxanekey pişt gazînoy kurd û ereb muawînî polîs bû. Pêyan degot: Reîs Remezan… Xwa behrey ewey pê bexşîbû bitwanê xoy bikate dû-sê kesî dîke; wate tiwanay ewey hebû le yek kat da çend kesêkî dîkey wek xoy; le xoy da dirust bikat û berhelday dinyayan bikat. Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawînê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan… Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê di wî de hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyayê. * Ev te