Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Fawaz Husên etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!   Kesên Berhemê: Îsa , 25 sal li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…) “ Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez agahdarî hamû tevgerên wan dibim. ”(r.16) “Ne ji dûr, ne ji nêzîk neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20) “Ez bi xwe mirina bavê xwe wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê digarînim.”(r.27) “…ez bi kû derê ve herim, ez ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê bigerînim.” (r.39) “Nîşanên tirsdar… “Gelek caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye. Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm...