Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min: “Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.” Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim: “Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû sehneya wî tunebû. Dema herdû hebû ew êdî zimanekî mirî bû.” Îca gotina dawî di destpêkê de bibêjim: Şanogeriya Kurdî di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşekirina we ye… Biçin bibînin, belkî giriyê we an jî kenê we pê bê! “Hebûn û nasnameya şanoya kurdî, bi çand û ziman û taybetî jî bi dîroka siyasî ve û bi hewldanên wê ve girêdayî ye. Li Bakur qedexekirina kurdî û bêstatubûna Kurda bandora xwe li ser şanoya wê jî kiriye û hê jî dike.” Ne dûr, hê berî 4 salan min di pêşgotina “Dîroka Şanoya Kurdî” wiha nivîsîbû. Belê “sal bi sal xwezî bi par” rewşa şanoya Kurdî û şanogerên wê xedartir dibe. Lom...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!