Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Eylül, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Nexwe ez ji felsefê fêm nakim...

Alî Gurdilî du sal berê li ser pirsa "Pêdiviya Felsefeyê" ji min xwestibû ez bersivekê bidimê. Berî bi çend rojan ber bi çavê min ket, belê min bersivek jê re şandibû. Dema min bersiva xwe li ser e-kovarê xwend ( http://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2017/98784/0006.pdf  ) min ferq kir ku min mijar jibîr kiriye, çawabûna vê nivîsê jî min ji bîr kiriye, (a rast wê gavê min nizanîbû ew ê di ku de were weşandin an nirxandin, min tenê li ser pirsa wî xwestibû ez dîtina xwe pê re par ve bikim) Dema ez bi nivîsê hisiyam, hinekî pê bişîrim, wilo xwe bi xwe migo "balkaş" bûye :)   De bila ev jî di blogê de bimîne...  Bi ya min, malkambaxiyeke xedar e ku mirov pêdiviya ‘ez’a xwe bi ‘em’ê ve girê bide. Ez ne bawer im ku yek derkeve û bibêje ‘pêdiviya me’ bi felsefê tuneye! Pêdiviyên kurdan ewqas zêde û bi teşqele ne ku, mirov nizane kîjan berî kîjanê pêdivîtir e. Felsefe jî weke hunerê bi ‘ez’a mirov ve girêdayî ye, ya ku wê bi civakê dide qebûlkirin ‘em’a wê y