Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Aslîka Qadir etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ARSEN POLADOV: JI BO KURDAN ŞANO PÊDIVÎ YE

                                       Rojnama Welat (10-16 Cotmeh 1993) Hevpeyvîn: Zahîr Kayan Sê rewşenbirên kurd ên ji Ermenîstanê li ser daxwaza NÇM, di 19ê îlonê de hatine Stenbolê. Ev her sê kes jî di warê xwe de xwedî nav û deng in; di pêşiya tiyatroyê de Arsen Polat, di warê dengbêjiyê de Aslîka Qadir di hêla bikaranîna amûrên muzîkê de Egîdê Cimo. Niha em li jêrê ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê pêşkêş dikin. Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin? Belê, ez dimînim li bajarê Yêrîvanê, li Ermenîstanê ez li tiyatroya pandomîma ya dewletê dixebitim. Ev e 20 sal e, ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku tenê li Ermenîstan e, wisa jî li gelek welatên Ewropayê tiyatro çûye tûrneyê, bawer bikî li temama Ûrisatê dixwazim bibêjim ku tiy...