Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şengê û Pengê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Şanoya Min û Zarokan

Zarok; kok e, siberoj e… Zarok; kenê jiyana pak û aramiyê ne… Û helbet ew temaşevan, lîstikvan û rexnegirên bêqusûr î jiyanê ne jî…  Şanoya min û zarokan bi “Şengê û Pengê” dest pê kir. Min ev şanoname, ewil ji bo biraziyên xwe nivîsîbû. Her çi qasî mamoste û dramatûrg jî bûm, lê heta ku biraziyên min roj bi roj li ber çavê min mezin bûn, wê demê min bîra şanoya zarokan bir û ez bi ser cidiyeta wê vebûm. Diviyabû min ji bo wan şanonameyek hazir bikira û kêfa wan bianiya… Li Mêrdînê me şanogeriya Şengê û Pengê amade kiribû. Piştî me li Mêrdîn û navçeyên wê lîst, li gora derfetên xwe û bêyî piştgiriyekê dehan caran li gelek cihî hate sehnekirin... Di encamê de em xesîrî bûn, lê her ku em çav li temaşevanên xwe û kênê wan diketin, xisar li me sivik dibû. Çend caran pêşandanên me ji aliyên “mezinên mirûztirş” ve hatibû asteng kirin, lê me çavê xwe ji vêya re jî girtibû û me du salan bênavber lîstibû. Ji bilî koma me ya bi navê Zîv’ê, ji aliyên komên din ve jî hate lîstin û he...