Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Çîrok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Notên Ji "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî- Şener Ozmen" (09.10.2010)

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî- Şener Ozmen   Nivîskar romana xwe diyarî Erebê Şemo dike. Hevoka Seyîd Evdilhekîme Arwasî : “Ehmeq in ên ku di xeletiyên xwe de bi israr in.” Ji bo destpêka romanê ev gotin hatiye neqandin. Gelek caran ev hevok rasterast di naverokê de jî derdikeve û carinan jî wek metaforekê jî der tê.             Roman ji pênç xalan ve hatiye hûnandin: Destpêk( Vebêjer: Merasimê) Para Yekemîn: Îman Para Duyemîn: Guman Para Sêyemîn:Ziman Para Çaremîn: Raman( Vebêjer: Elî Osman)   Kesên Romanê : 1- Sertac Karan 2- Merasim û Yasemîn (Ji yekî muhacir û ji yeka kurd e) bavekî polîs    ?…(R.62) 3- Fethiyê Postecî(Bavê Sertac) 4- Nizamî (Birayê wî) 5- Mihemed (Xalê wî) 6- Elî Osman (Xwendakarê wî) 7- Mele Idrîs             8- Dr. Sarîna Zavaryanê (Psikîyatrîst) û sekretera wê yî qûnmezin… ...

Çawîşê Muxeberatê: Kê Kî Kuştiye? (*)

Binxetê… Salên 1960î… Ji derve dengê frêna erbeyeke tê bihîstin… Erebe disekine û dengê qerebalixê her ku diçe zêde dibe. Ji derve bi dengekî berz  “Dakevin, yeko yek bidin dû hev û derbas bibin!” tê bihîstin. Çawişê Polîsan , derî vedike û li benda kesên din  disekine. Peşî mirovekî navsere û jinek û çend zilamên din dikevin dundur. Çawîş piştî ku her kes dikeve hundur, bi destan nişanî wan dide ku ji bo ku rûnên. Yê navsere li ser kursiyê û yên din jî li erdê rûdinên… Çawîş tê li ser paldanka xwe, cihê xwe xweş dike, kumê xwe li ber xwe datîne, cixareyekê pê dixe. Pêşî hinekî çavên wî ji dûmana çixarê hesir dibin. Li paş xwe dizivirê û bi dengê bilind bang dike… Çawîş: Hêê! Li vir binêrin! Polîsek:             ( Serê xwe di ber derî re dirêj dike ) Belê, ezbenî! Çawîş:             Ji bo Xwedê, kaxezekê bîne! Ew kî ji we kaxezên ser maseya min didiz...

RÊWÎTIYEK BAHRA WANÊ (2004)

RÊWÎTIYEK BAHRA WANÊ Şevnî şevê ereba ez pê dihatim Wanê li otogara Tatwanê rawestiya. Rêwiyên Tatwanê yek bi yek jê daketin. Di hundurê erebê de ez û ajotvan tenê man. Ajotvanê ereba me li min zîvirî û go: - Ji te pê ve rêwiyên Wanê tune ye û ez nikarim ji bo rêwiyekî tenê herim heta Wanê… Hîn axaftina xwe bi dawî nekiribû min xwe ne girt: - Tu çawa dibêjî ez nikarim te bigehêjînim Wanê? Ji bo çi heyran? Berî ku bilêta xwe bibirim ji min re gotin “ Em ê te bi otobosê bişînin.” Ew jî hat guhertin,   min got de bila tişt nabe. Îcar ev çi ye, ma ev jî dibe? Ajotvan ji bo xwe bi heq derxe, axaftinek wisa kir ku xwe biparêze: - Li Diyarbekirê ji min re gotin heger di rê de rêwiyên Wanê çêbûn, tu dikarî heta Wanê herî. Ji bo te jî gotin, heger rêwî derneketin tu dikarî wî li Tatwanê li erebayeke din siwar bikî. Bi gotina ajotvan rêwiyên ji erebê daketibûn, li me civiyan û tevan dest bi temaşa min û ajotvan kirin. Di nav rêwiyên peya bibûn hin kes piştgirti...