Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Wêjeya Şanoyê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ: ÊZÎZÊ GERDENZERÎ

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ Ezîzê Gerdenzerî , di sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistanê) hate dinê. Zarotî û xortanîya xwe li gundê Dêrik/Cercerîs ê li Ermenîstanê derbas dike. Di sala 1970an de, Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, bû doktorê zanyarîyê bizîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir. 1960î ve dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Di rojanama “Rya Teze” de gelek nivîsên wî heta weşandin. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta Dil” di 1968an de hat Ermenîstanê hat çapkirin. Şanonameya wî  “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de li Şanoya Kurdî ya Tiblîsê tê lîstin.  Ezîz Gerdenzerî, niha li Denmarkê dijî. Ji zimanên Rûsî, Ermenî, Denmarkî û ji Almanî weregerê dike. Ji berhemên wî yên ku hatine çapkirin “Fîncana ferfûrî” (Roman, 1990). Hemû berhemên wî bi navê“Gêlavêj”(1996) çap dibe ku di wê berevokê de, romana wî ya  duyem, du dr...

“Birîna Reş” Musa Anter

“Birîna Reş” Musa Anter Paşxeneya Dîrokî: Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin. Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“ Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. ” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindes...

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî di...