Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Wêje etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Lokman Ayebe

Di 2009an de, dema ku min xwest weke "lêpirsinekê" ji bo dosyeyeke taybet î wêjeya Kurmancî hazir bikim, hin pirsên ku min meraq dikir hebûn... Pişt re ew pirs, bi wext re guherîn, hin ji wan yekcar "demode" bûn û gelek tiştên din hate serê wan... Ber bi salên dawî ve, bi "Komên Şêwirê" re min dît ku, weke xwendevanekî, ji bo gelekên mîna min ev pirs lazim in... Ji ber vê yekê heta ji min tê, di ber re hin tiştan li ser vê blogê parve dikim...  Lê di rastiyê de nizanim çiqasî bala xwendevanan dikşîne?  Dîsa jî dibînim ji "îstatîstîkên blogerr"ê her nivîs dema di bolgê de tê weşandin, ji teref 300 û 500 kesî ve tê xwendin... Îca rast û derewê teknolojîyê ye, xwedê gravî hin kes razîbûnên xwe ji bo van nivîsan texsîr nakin û bi van "lêpîrsînên wêjeyî" kêfxweş in.  Ji van lêpirsînan, gelekên wan, di kovar û rojnameyan de piştî ku tê çap kirin, ez jî li vir dîsa germ dikim û tînim huzûra xwendinê...  Vê carê berê lêpirsîna me l...

Qisedanek Bi "Mihemed Şarman" re

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî binivîsî? Mihemed Şarman: Ez nikarim xwe bidim nasîn.(Ne ji meznayê ji bêferasetî an tevlîheviya hiş û dinê)  Ku rojekî bikaribim jî ya rast nabêjim.(ji rikan) Ji ber vê yekê min li pişta pirtûka xwe  ye yekemîn –ji xwe pirtukên min din jî nînin- tiştek   ceribandibû. Ne ji şermê û tirsa dubarekirinê bûna, min ê dîsa ew binivisiya. Lê ez dikarim serborîyeke xwe bêjim ku bi kêrî tu bersivê neyê.           Ez di lîsê de muslumanekî baş bûm -wer digotin, der û dora min, nemaza bavê min- Min pirtukên İ.Gazalî dixwend, berhemeke wi ye qeresa heye bi navê “ İhya û ilûmû Dîn”   çar cild in, meriv dikare pê xaniyekî 1+1 ava bike, ji xwe bo karmendê wek me yê dewletê xweş star e, ev avahî.  Min ew da ber xwe xwend.  Lewre ji min re hatibû  gotin ku tu vê pirtûkê bixwinî, tu yê xwe nas bikî… Heya ku rojekî nas, dost, ebdekî Xwe...

LÊPIRSÎNA "DILAWER ZERAQ"

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî bi me re parve bikî? Dilawer Zeraq: Ez ji Farqînê me. Min xwendina xwe a heta lîseyê li Farqînê kir. Paşê min li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Ji sala 1994’an bi vir de ye bi Kurdî re aktîv mijûl im û pê dinivîsim. Min di navbera salên 2007 û 2009’an di rojnameya A.Welat û di quncika bi navê Şador de gotar belav kirin. Her wiha ez yek ji wan 11 nivîskaran im ku Kovara W derxistin û min ji hejmara 1 heta bi hejmara 13 edîtoriya kovarê kir. (hejmara 1.digel Sîdar Jîr) Li Amedê dijîm û bi mamostetiya matematîkê jiyana xwe diqedînim. Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne? Dilawer Zeraq: Ez ji bo ku karibim derbiraneke di jiyanê de ji bo xwe ava bikim dinivîsim. Nivîsandin berî her tiştî bo min peydekirina şûngehek e di vê jiyan û dinyayê de; û ev...

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!   Kesên Berhemê: Îsa , 25 sal li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…) “ Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez agahdarî hamû tevgerên wan dibim. ”(r.16) “Ne ji dûr, ne ji nêzîk neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20) “Ez bi xwe mirina bavê xwe wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê digarînim.”(r.27) “…ez bi kû derê ve herim, ez ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê bigerînim.” (r.39) “Nîşanên tirsdar… “Gelek caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye. Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm...