Di 2009an de, dema ku min xwest weke "lêpirsinekê" ji bo dosyeyeke taybet î wêjeya Kurmancî hazir bikim, hin pirsên ku min meraq dikir hebûn... Pişt re ew pirs, bi wext re guherîn, hin ji wan yekcar "demode" bûn û gelek tiştên din hate serê wan... Ber bi salên dawî ve, bi "Komên Şêwirê" re min dît ku, weke xwendevanekî, ji bo gelekên mîna min ev pirs lazim in... Ji ber vê yekê heta ji min tê, di ber re hin tiştan li ser vê blogê parve dikim... Lê di rastiyê de nizanim çiqasî bala xwendevanan dikşîne? Dîsa jî dibînim ji "îstatîstîkên blogerr"ê her nivîs dema di bolgê de tê weşandin, ji teref 300 û 500 kesî ve tê xwendin... Îca rast û derewê teknolojîyê ye, xwedê gravî hin kes razîbûnên xwe ji bo van nivîsan texsîr nakin û bi van "lêpîrsînên wêjeyî" kêfxweş in.
Ji van lêpirsînan, gelekên wan, di kovar û rojnameyan de piştî ku tê çap kirin, ez jî li vir dîsa germ dikim û tînim huzûra xwendinê...
Vê carê berê lêpirsîna me li nivîskar Lokman Ayabe ye.

Lokman Ayebe, di sala 1981ê de li
Dêrika Çiyayê Mazî hate dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Dêrikê û
ya zanîngehê jî li Amedê temam kir. Sê salan li Rihayê û niha jî ji pênç salan
e ji ber kar û xebatên xwe li Amedê dijî. Romanên wî “Jar lê Sermest” di 2004an
de, “Gava Heyatê” di 2007an de û berhema wî ya çîrokan “Birîn û Ramûsan” jî di
sala 2012an de, ji nav Weşanên Belkî’yê weşiya...
Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî?
Lokman Ayebe:
Bi şuxlê edebî nivîsandina min a Kurdî xwe digihîne sala 2002yan, lê weke
berhem cara ewil romana min “Jar lê Sermest” di sala 2004an de weşiya.
Lokman Ayebe:
Ya rast, berî her tiştî ji bo xwe dinivîsim...Di civaka me ya îro de hukim û
bandora nivîskêr û nivîsê çiqas qels e baş jê haydar im lewma jî di serencama
min a nivîsandinê de tu carî xeyal û
hêviyên pirr mezin li min peyda nebûye. Li gor min di vî zemanî de nivîs û
nivîskariya kurdî kevirek e û em diavêjin binê bîreke bêbinî, lê ew ê dengekê
jê bê yan jî ev deng ew ê kengî jê bê ji bo min ev ne diyar e.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye?
Lokman Ayebe:
Bawer bike heta niha min qet li ser vêya nedaya û nestendiye.. lê belê ez vêya
dizanim ku min nivîskarî li cem xwe tu carî îdaîlîze
nekiriye lewra jî ez ê “karê niviskariyê” nepesinînim... Nivîskarî xebateke
giran û demdirêj e; lewra jî jê re sebreke baş divê... Tu ne li pey wê be jî
piştî ku navê nivîskariyê li dû te dikeve mîsyon û peywirek jî tê dest dixe
qirika te. Îjar piştî ev nav li dû te ket û ev dest ket qirika te tu bibêjî
nebêjî jî êdî tu ne ew kesê berê ye...
Lokman Ayebe:
Tatktîkeke vî îşî heye tuneye nizanim, lê ji bo mirov binivîse bixwaze nexwaze
jî divê ji hin aliyên jiyana xwe fedakariyê bike. Heger hewce bike gerek kêm
razê, belkî bi rojan ji malê dernekeve, bi mehan hevalan re nede û nestîne... Ez
sîstematîk naxwînim, lê gavê ji bo xwendinê radihêjim kitêbekê hewl didim ku
gavekê berî gavekê biqedînim. Heta ku ji min tê ez ji her celebî dixwînim. Min
romana xwe ya ewil bi qelemê nivîsî lê piştî wê ji ber ku pratîktir û hêsantir
e, hema bibêje her tiştê ku min nivîsî min rasterast bi riya komputirê
nivîsiye... Ji ber kar û barên rojane bêtir bi şev dinivîsim, lê mixabin hîn jî
dîsîplîneke min a nivîsandinê tune ye. Carinan bi mehan tu tiştî nanivîsim,
carinan jî gava lê germ dibim dikarim bi rojan ji malê dernekevim...
Çetoyê Zêdo: Mijarên ku dibin astengî yên ji bo nivîskariya
te hene?
Lokman Ayebe: Ji bilî
tiraliya min tu astengiyên din li ber min tuneye. Gava dilê min di nivîsandinê
de hebe, li ku be û kengî be jî ez dinivîsim.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe?
Lokman Ayebe: Edebiyat
li temama dinyayê bi giştî di nava krîzekê de ye, gellek kes dibêjin di vê esrê
de cî ji edebiyatê re, bi taybetî jî ji hin celebên edebiyatê re nemaye, encama
vê rewşê ew ê çawa bibe nizanim... Îjar
ji bilî vê krîza giştî hin gelemşeyên taybet yên edebiyata me jî heye, ji ber
ku ev gelemşe diyar in hewce nake niha ez jî li vir qal bikim lê belê tevî
gellek kêmaniyên xwe edebiyata kurdî îro gihîştiye asteke gellekî baş... Halê
hazir, gellek berhemên têne weşandin bi her awayê xwe ne li dûrî standardê
dinyayê ye...
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskaran li te çê bû?
Lokman Ayebe:
Kafka, Poe û Calvîno... Ji aliyê derûnî ve bandora Kafka, bi henûniya vegotina
xwe bandora Calvîno û bi şêwaza xwe jî bandora Poe li ser min zêde ye
Çetoyê Zêdo: Bijarte û kanonên xwendinên te çi ne? Ji
klasikên edebiyata cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
Lokman Ayebe:
Berî her tiştî kanona min a wêjeyê Melayê Cizîrî ye, ew li hêlekê... Ji aliyê romanê ve bêyî Dostoyevskî, Kafka û
Proust nabe. Di helbestê de Rene Char, Rilke û Baudelaire, di çîrokê de jî
Alice Munro û Çexov ji bo min taybet in.
Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te
xwendiye?
Lokman Ayebe:
Gellek dîwanên helbestan tim û tim dixwînim, hin ji wan belkî dehbare jî bûbe.
Ez du caran di ser temama romanên Kafka, Dostoyevskî û Orhan Pamuk re çûme.
Romana heta niha min herî pir jê hez
kiriye jî romana Juan Rulfo ya bi navê Pedro Paramo ye...
Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî y/ne?

Çetoyê Zêdo: Rengê jiyana kesayetiya te, ji bilî nivîskariyê çawa
ye?
Lokman Ayebe:
Ji 2007’an û vir ve ez di saziyeke fermî de dixebitim. Pirraniya wexta min li
îş derbas dibe, îjar piştî îş çi hal di însên de mabe li gorî wê kar û barên
xwe yên din dikim... Kêfa min zêde ji qerebalixiyê nayê, qerebalixiya zêde
xulqê min teng dike lewma heta ji destê min tê ji cihên qerebalix bi dûr
dikevim... Jê pê ve wext hebe li filîman temaşe dikim, bi tena serê xwe
digerim, guhdariya dengbêjan dikim...
Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên xwe yên çapbûyî de, tu
dixwazî ji me re çi bêjî?
Lokman Ayebe:
Berhem piştî çap dibe ji zefta nivîskêr derdikeve, jixwe berî biweşe nivîskêr
ya xwe gotiye û gotina xwe qedandiye. Îjar li ser van berhamana ji nivîskêr
bêtir xwendevan çi dibêje ew giring e.
Çetoyê Zêdo: Lêpoşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Lokman Ayebe:
Ma yên kê çênebûye... Yên min jî birek in, niha li vir rêz bikim ne wext û ne
jî cî têrê dikê.
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Lokman Ayebe:
Niha bi nivîsîna romanekê re mijûl im, kêm zêde qediyaye.Heger tu astengî
dernekeve di nava vê salê de ez ê bidim weşanê. Piştî ew biqede, ev çendek e
senaryoyek ji bo sînemayê li ber destê min e, ez ê hewl bidim ku wê ya
biqedînim.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te yên berê û yên niha çi
ne?
Lokman Ayebe:
Berê di nivîsandinê de min pirr dilezand û ecele dikir, lê niha gellekî giran û
bi sebr dinivîsim.Siftê min zêde guh dida mijarê lê niha ji mijarê bêtir serê
xwe bi tevn û şêwaza vegotinê re jî diêşînim.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?
Lokman Ayebe:
Tiştekî weha li ba min nîn e. Gellek car di şerden herî baş de jî min kiriye û
nekiriye min nikarîbû binivîsanda lê carinan jî di şerdên herî xirab de jî min
pêdivî bi nivîsandinê dîtiye û min nivîsandiye.... Ji bo nivîsandinê di moda
xwe de bim bes e, ji bo min “çi” yan jî “kî/kê” ne girîng e.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û nivîskariya te de, tiştê/a
ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?

Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara xwendevanên kurdî çend kes e?
Texmîna xwe hûn dikarin bibêjin?
Lokman Ayebe:
Heger salê ji kîjan pirtûkê çend nuxse hatiye firotin weşanxaneyan li raya
giştî belav bikirana ew ê di vî warî de îstatîstîkek li ber destê me hebûya...
lê gava mirov kêm zêde bala xwe dide firotina pirtûkên kurdî û tîraja kovaran,
ez dibêjim li bakur encax biqasî çar pênc hezar xwendevanê kurdî heye.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te, navêndên xwendina Kurdî
li ku derê pêşketiye?
Lokman Ayebe:
Ji bo Bakur dibêjim; di serî de Mêrdîn û navçeyên wê, dû re Amed -ne Amedî-,
pişt re jî Batman û Stenbol...
Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?
Lokman Ayebe:
Te dît meseleyek heye dibêjin;
“...mêrxasiya eşîra me bi navûdeng e, di nav eşîra me de ya malbata me û di nav
malbata me de jî ya min...” îjar bi vê meseleyê re ez bibêjim devoka Dêrikê ji
bo min taybettir e, ez dibêjim ew ê eyb çênebê.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya nivîskarên Kurdî çima
mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Lokman Ayebe: Ji ber ku
rajeya Kurdên li zanîngehê mamostetiyê dixwînîn ji kesên beşên din dixwîne
bêtir e... Sedema di zanîngehê de piraniya
kurdan mamostetiyê dixwîne jî bi rewşa aborî û civakî ya tirkiyeyê ve girêdayî
ye... îjar li gorî vê rajeya xwendinê, normal e ku piraniya nivîskarên Kurdî jî
mamoste bin...
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne?
Lokman Ayebe:
Xwendevanin min î taybet tuneye. Em temama nivîskarên Kurdî ji heman kaniyê avê
vedixwin, lewra jî profîla xwendevanê kurdî bi giştî çi be yên min jî ew e...
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi
difikirî?
Lokman Ayebe:
“Şêwir û komên xwendinê” dînamîzmeke berbiçav xiste nava edebiyata kurdî,
biqasî ez dizanim li Qoser, Amed, Stenbol û Mêrdînê ev kom hene. Bi saya van
“şêwir û komên xwendinê” hem parvekirinên aktîf di nava xwendevan de çê dibe,
hem jî piştî van parvekirina nivîskar jî di berhemên xwe de li gellek tiştan
hay dibe.
Çetoyê Zêdo: Têkiliya nivîskar û civakê li gorî te çawa ye û
yan jî divê çawa be?
Lokman Ayebe:
Ji bo masiyekî av çi be, ji bo nivîskarekî jî civak ew e. Di ekosîstema
nivîsandinê de rola civakê sereke ye... Dane û jêderên nivîskêr civak e,
nivîskar van danena li moxil û mêzîna xwe dixe û pê ve dîsa li civakê
vedigerîne...
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî dîtin û
pêşniyazên te hene?
Lokman Ayebe:
Ji bo em û zarokên me rojek berî rojekê ji ber çerxa vê asimilasyonê xilas
bibin, divê hemû tevger, partî û rêxistinên kurdan ji bo mafê perwerdehiyê çi
rêbaz çalakî hewce be, bike. Îro ji do, sibê jî ji îro derengtir e... Her sala
di ser me re dibuhure bi hezaran zarokên kurdan asîmîle dibe û ji çand, dîrok û
zimanê xwe dûr dikeve.
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên te yên wêjeyî û hunerî
heye?
Lokman Ayebe:
Ji ber ku tu formasyoneke min a pedagojîk tune ye, heta niha tu xebatê min ê bi
vî rengî çê nebûye. Û ez pê dizanim ku heger ez xwe lê rakişînim jî ez ê di vî
warî de ji heq neyêm der...
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên wêjeya Kurdî, bi eşqa nivîsandina
kurdî ketine yan na?
Lokman Ayebe:
Sînor di navbera xwendevaniya kurdî û nivîskariya kurdî de tune ye; lewma her
du profîl ji hevdu zêde ne cûda ye. Di edebiyata me de rajeyeke mezin hem
xwendevan e û hem jî nivîskar e. Yanî bêtir em dinivîsin û em yên hevdu
dixwînin... Jixwe gava panelek, gotûbêjek yan jî hevpeyvînek li dar dikeve ji
profîla kesên ji bo guhdariyê beşdarî van çalakiyan dibin jî ev yek diyar dibe.
Çetoyê Zêdo: Ji bo xwesteka xwendin û nivîsandinê çê bibe, ji
xwendevên re çi lazim e?
Lokman Ayebe:
Xwendin û nivîsandin çandek e û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe. Mixabin em
kurd jî weke milletên din yên li der û dora xwe
ji vê çandê bêpar in. Hezkirina
xwendin û nivîsînê jî bi riya perwerde û kampanyayên sîstematîk ava dibe...
Çetoyê Zêdo: Mirov çawa dinivîsîne û dibe xwedî şêwazekê?
Lokman Ayebe:
Li gor min ev tiştekî jixweber e... Di rihê însên de ev tişt hebe pêk tê, jê pê ve tu çiqasî li ser bixebitî, tu ders û
perwerdeyê jî li ser bigirî jî belasebe ye, formuleke ku mirov pê bibe xwedî
şêwaz tuneye.
Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û
şanoyê vebêjî?
Lokman Ayebe:
Weke temaşevanekî ji temaşekirina şanoyê hez dikim. Heta ku keysê pê dixim ez
diherim temaşeyê... Her çiqas televizyon, sînema û pêşketinên teknolojîk cî li
vî cûreyê hunerî teng kiribe jî, ji bo ev cûreyê hunerê dîsa rabe ser piya divê
ji her alî ve bê subvanse kirin. Ji bilî temaşeyê, wextekê min senaryoyek ji bo
şanoyê nivîsî lê nîvçe ma... Rojekê min
dil heye ez dîsa lê vegerim û biqedînim...
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî û ji ya cihanê divê
kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe?
Lokman Ayebe:
Destanên “Seyrê û Eliyê Mamed” û“Hesenê Alê” heye di van her du destanan
de jî motîfên teatral gellekî balkêş in. Li gor min bi derhênerî û
dramaturgiyeke baş ew ê lîstiknî gellekî baş ji wan derkeve.
Yorumlar
Yorum Gönder