Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Haziran, 2014 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

LÊPIRSÎNA HELBESTÊ Û BERKEN BEREH

Çetoyê Zêdo: Bi vegotina cenabê te “Berken Bereh” dikare kurtejiyana xwe bi me re parve bikî? Berken Bereh: Ez wek hemû kesên Kurd ê navsere roja jidayîkbûna xwe nizanim. Dayîka min digot “me tu şeş heyvan dereng qeyd kir.” Min di sala 1978an de dest bi nivîsandina Kurdî kir. Helbesta min, cara ewil di kovara Tîrêj (yekem kovara du zaravayî û bi kurdî li bakur)ê de hat weşandin. Berî nivîsandinê di heftdeh saliya xwe de, tevlî refên welatparêz bûm û ta îro jî ev helwesta min a siyasî jî didome. Çar caran hatim zindankirin. Dehan salan ji karê xwe yê mamostetiyê hatim bidûrxistin. Li çendîn sazî û dezgeyên siyasî wek rêveber xebitîm. Helbestên min di gelek kovar, radyo, tv û rojnameyan de hat xwendin û weşandin, belav kirin. Di sala 1999an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” min malperek internetê ava kir. Ji bo berhemên xwe du caran hatim xelat kirin. Ta niha heft pirtûkên helbestan min dane weşandin. Li welêt dijîm. Bavê sê zaroka me. Hê jî nivîskariya xwe didomînim. Çetoyê Zêdo: X

Qisedanek Bi "Mihemed Şarman" re

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî binivîsî? Mihemed Şarman: Ez nikarim xwe bidim nasîn.(Ne ji meznayê ji bêferasetî an tevlîheviya hiş û dinê)  Ku rojekî bikaribim jî ya rast nabêjim.(ji rikan) Ji ber vê yekê min li pişta pirtûka xwe  ye yekemîn –ji xwe pirtukên min din jî nînin- tiştek   ceribandibû. Ne ji şermê û tirsa dubarekirinê bûna, min ê dîsa ew binivisiya. Lê ez dikarim serborîyeke xwe bêjim ku bi kêrî tu bersivê neyê.           Ez di lîsê de muslumanekî baş bûm -wer digotin, der û dora min, nemaza bavê min- Min pirtukên İ.Gazalî dixwend, berhemeke wi ye qeresa heye bi navê “ İhya û ilûmû Dîn”   çar cild in, meriv dikare pê xaniyekî 1+1 ava bike, ji xwe bo karmendê wek me yê dewletê xweş star e, ev avahî.  Min ew da ber xwe xwend.  Lewre ji min re hatibû  gotin ku tu vê pirtûkê bixwinî, tu yê xwe nas bikî… Heya ku rojekî nas, dost, ebdekî Xwedê wek Çetoyê Zêdo ji te bipirse tu xwe bî zelalî bidî nasîn. Bi mildayina vê gotinê

LÊPIRSÎNA "DILAWER ZERAQ"

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî bi me re parve bikî? Dilawer Zeraq: Ez ji Farqînê me. Min xwendina xwe a heta lîseyê li Farqînê kir. Paşê min li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Ji sala 1994’an bi vir de ye bi Kurdî re aktîv mijûl im û pê dinivîsim. Min di navbera salên 2007 û 2009’an di rojnameya A.Welat û di quncika bi navê Şador de gotar belav kirin. Her wiha ez yek ji wan 11 nivîskaran im ku Kovara W derxistin û min ji hejmara 1 heta bi hejmara 13 edîtoriya kovarê kir. (hejmara 1.digel Sîdar Jîr) Li Amedê dijîm û bi mamostetiya matematîkê jiyana xwe diqedînim. Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne? Dilawer Zeraq: Ez ji bo ku karibim derbiraneke di jiyanê de ji bo xwe ava bikim dinivîsim. Nivîsandin berî her tiştî bo min peydekirina şûngehek e di vê jiyan û dinyayê de; û ev