Ana içeriğe atla

Kayıtlar

şanoya kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Şanoya Malê û Heyamê

Îro 27ê Adarê roja Şanoyê ya Cîhanê ye… Pêkanîna şanoyê hêz û hunera xwe ji roja roj de ji rû-bi-rûbûna lîstikvan û temaşevan wergirtiye; loma li gora hunerên din wê temendirêjtir be. Heta ku mirov hebin wê şano jî her hebe, dibe ku îro sehne girtî bin, siberojê wê vebin. Tişt bi şanoyê nayê, jê netirsin lê li xwe miqate bin… Roja Şanoyê jî ji ber Coronayê bêyî şanoger û temaşevanan, tenê bi peyamên nivîskî an jî bi dîmenên yek-kesî hate pîrozkirin… Weke hemû kar û xebatên girseyî, şanogehan jî li seranserê cîhanê derîyê xwe li temaşevanan girtin. Hemû lîstikên li ser sehneyê tevî yên ku proveyên wan jî amade dibûn, mecbûr man ku bêne betal kirin. Bi hebûn û nebûna xwe Şanogerên kurd jî ketine mala xwe û dixwazin xwe bistrînin. Bi coronayê re her tişt guherî û hîn jî diguhere.   Li gora zanyarên xweşbîn, heta serdemekê jî ew ê talûkeya coronayê bidome… Loma her roj, em pêrgî agahî û nûçeyên ecêb dibin. Hemû rojeva çapemenîya cîhanê, rewşa niha bi awayekî reşbîn bi hej...

Bi Kurdî “Şanoya Zarokan” Heye?

Hebûn an jî nebûna neteweyekî, êdî ne di sînorê hejmara demografîyê de ye. Ziman û zarok, siberoja wî neteweyî diyar dikin. Loma hemû hewldanên kurdî divê bi zarokan re girêdayî bin. Kurdî sal bi sal ji jiyana mezin û zarokan kêm dibe lê hîn jî bi mîlyonan kurd hene ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Dema em ji vir bala xwe bidin Şanoya Zarokan a bi kurdî, em ê pêrgî hebûnekê bên an na? Ger temaşevanek bîr bibe û bixwaze bi zarokên xwe re biçe li şanoyekê temaşe bike, tenê wê pêrgî sê lîstikên bi kurdî bê. Ev her sê lîstik jî li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li du sehneyan hene. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên bi navê “Sê Ezezok” û “Masîreşka Biçûk” û li Şa Performansê lîstika “Mîrzayê Biçûk”… Ku ev sê lîstik ji bo hebûna “Şanoya Zarokan” têr bike, belê heye!   Ji bo têgihiştina mijarê em dikarin bi van pirsan dest bi nirxandina şanoya zarokan bikin: Ji bo me zarok kî ne? Di civakê de cihê zarokan li ku ye? Çawa fêr dibin? Xwe çawa îfade dikin? Çawa li jiyan...

Zimanek û Şanoyek*

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min: “Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.”  Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim: “Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû sehneya wî tunebû. Dema herdû hebû ew êdî zimanekî mirî bû.”    Îca gotina dawî di destpêkê de bibêjim: Şanogeriya Kurdî di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşekirina we ye… Biçin bibînin, belkî giriyê we an jî kenê we pê bê! “Hebûn û nasnameya şanoya kurdî, bi çand û ziman û taybetî jî bi dîroka siyasî ve û bi hewldanên wê ve girêdayî ye. Li Bakur qedexekirina kurdî û bêstatubûna Kurda bandora xwe li ser şanoya wê jî kiriye û hê jî dike.” Ne dûr, hê berî 4 salan min di pêşgotina “Dîroka Şanoya Kurdî” wiha nivîsîbû. Belê “sal bi sal xwezî bi par” rewşa şanoya Kurdî û şanogerên wê xedartir dibe. Lom...

Şahînê Bekirê Soreklî

Di sala 1946an li gundê Mezrê (Mezra E’brûş) yê li rojavayê bajarê Kobanî ji day bû.  Li dû  kutakirina pola 12emîn li Helebê, bi temenê 19 salî ji bo xwendina bilind gihîşt Viyenayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê li bajarê Australî Sydney bi cîh bû. Li Zanîngeha Macquarie ya Sydney, 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma Australî NSW ma. Di warê xebata kurdewariyê de, ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî, di 1982yan de li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî, kir ku dora du salan domand.   Ji sala 1984an heta niha berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya dezgeha Special Broadcasting Service, SBS RADIO dixebite. 50 sal bûye ku ew ji rojhilatê Navîn dûr e, lê nivîsandina bi Kurmancî, karê wî wek rojnamevan û berpirsê bernameyeke radyo, û evîna wî ji bo milletê wî û welatê pêşiyên wî ew ji Kurdan û ji Kurdistanê her nêzik hîştiye. Wergerandina komeke ji gotaran...

ARSEN POLADOV: JI BO KURDAN ŞANO PÊDIVÎ YE

                                       Rojnama Welat (10-16 Cotmeh 1993) Hevpeyvîn: Zahîr Kayan Sê rewşenbirên kurd ên ji Ermenîstanê li ser daxwaza NÇM, di 19ê îlonê de hatine Stenbolê. Ev her sê kes jî di warê xwe de xwedî nav û deng in; di pêşiya tiyatroyê de Arsen Polat, di warê dengbêjiyê de Aslîka Qadir di hêla bikaranîna amûrên muzîkê de Egîdê Cimo. Niha em li jêrê ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê pêşkêş dikin. Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin? Belê, ez dimînim li bajarê Yêrîvanê, li Ermenîstanê ez li tiyatroya pandomîma ya dewletê dixebitim. Ev e 20 sal e, ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku tenê li Ermenîstan e, wisa jî li gelek welatên Ewropayê tiyatro çûye tûrneyê, bawer bikî li temama Ûrisatê dixwazim bibêjim ku tiy...