Îro 27ê Adarê roja Şanoyê ya Cîhanê ye… Pêkanîna şanoyê hêz
û hunera xwe ji roja roj de ji rû-bi-rûbûna lîstikvan û temaşevan wergirtiye; loma
li gora hunerên din wê temendirêjtir be. Heta ku mirov hebin wê şano jî her
hebe, dibe ku îro sehne girtî bin, siberojê wê vebin. Tişt bi şanoyê nayê, jê netirsin
lê li xwe miqate bin…
Roja Şanoyê jî ji ber Coronayê bêyî şanoger û temaşevanan, tenê
bi peyamên nivîskî an jî bi dîmenên yek-kesî hate pîrozkirin… Weke hemû kar û
xebatên girseyî, şanogehan jî li seranserê cîhanê derîyê xwe li temaşevanan girtin.
Hemû lîstikên li ser sehneyê tevî yên ku proveyên wan jî amade dibûn, mecbûr
man ku bêne betal kirin. Bi hebûn û nebûna xwe Şanogerên kurd jî ketine mala
xwe û dixwazin xwe bistrînin.
Bi coronayê re her tişt guherî û hîn jî diguhere. Li gora zanyarên xweşbîn, heta serdemekê jî
ew ê talûkeya coronayê bidome… Loma her roj, em pêrgî agahî û nûçeyên ecêb
dibin. Hemû rojeva çapemenîya cîhanê, rewşa niha bi awayekî reşbîn bi hejmaran
neqil dikin. Jiyana rojane serûbin bû/dibe, zeman û mekan jî bi xwe re serûbin
kir/hîn jî dike… Em ji medya civakî, televîzyon û hwd her roj tiştekî din hîn
dibin û her ku wext derbas dibe ligel “hînbûna” rewşa nû, pêdivîyên nû
derdikevin pêşberî me… Ji berê bêtir bala me li ser tendurîstiyê ye… Tevdîr û
parastina şexsî ew e ku her kes li mala xwe, xwe ji jiyana civakî îzole bike…
Helbet daxwaz ew e ku tişt bi kesî neyê… Lê kes nizane ev
heyam wê çawa bidawî bibe… Ev jî heye ku piştî coronayê kî sax kî mirî; kî
nexweş, kî bêkar…
Şanogeran jî weke her kesên bîrbir, bang li temaşevanên xwe kirin/dikin
ku ji mala xwe dernekevin û li tenduristîya xwe miqate bin. Di vê rewşê de
piranîya wan -ji bo peyama roja şanoyê jî mabe- nikarin rû bi rû bicivin.
Di vê heyama bi corona de, li ser pêkanîna şanoyê, çend tişt
hene divên were nirxandin. Li ser van mijaran ez dixwazim hin pêşnîyazên xwe bi
xemxurên şanoya kurdî re par ve bikim… Hûn jî weke min û her kesî, di mala xwe
de, xwe ji ber bobelata vê nexweşîyê diparêzin- an jî divê biparêzin… Gelek kar
û projeyên şanoyê nîvco man… Ez ji xwe û we dizanim, ji bilî kar û barên xwe
yên şexsî, kargeheke me ya biçûk hebû, me dest bi proveya lîstikekê kiribû - û
hîn jî çavê me lê ye ku em zûtirîn bikaribin bicivin û proveyên xwe dewam
bikin- lê şert û mercên niha û heta demeke nêz em ê nikaribin bi komî bicivin. Di
vê serdemê de şanoger jî weke her kesî pêdîviya wan bi “îzolasyona navmalî”
heye… Bi min, ewil ji bo wan pişt re bo hevkarên wan hemû kar û xebatên xwe yên
komî heta rewş aram bibe, divê rawestînin…
Ji bo televîzyonê an ji bo platformeke din jî be, prove û civînên komî
hem zahmet in hem jî têra xwe bitalûke ne…
Sehne ji temaşevanan re girtî ye. Sehne ji bo bikaranîna proveyên
komî ne guncav e… Di vê serdemê de, şanoger ji bo xwe û temaşevanên xwe dikarin
çi bikin? Ji bo berdewamîya têkilîya şanoger û temaşevanan tenê platformên
dijîtal û medya civakî mane. Ger nexweşî nebe mekan mal e. Li malê bikaranîna wext
û kedê, di destê mirov de ye. Bikaranîna zeman û mekanê li gora şertên pêkan divê
her kes alternatîfa xwe biafirîne.
Bi a min, di vê serdemê de sazî û komên şanoyê yên çalak,
dikarin “arşîva xwe” (ku hebe) parve bikin… Ger ew arşîv ne ji bo van rojan be
wê ji bo kengî be? Ew dikarin bi qeyd an jî bi weşanên zîndî -ku êdî ji alîyê
teknîkî ve pir hesan e- bi yek an du kesan bernameyên li ser şanoyê çê bikin… Ku
dûrî hev bin dikarin bi rêya internetê li hev bicivin. Ji bo parvekirina
paşxaneya xwe, tecrubeyên berê û li ser domdarîya karên nîvcomayî û helbet
haziriyên siberojê, bi awayekî interaktîf -li gora naverok û pêdîviya şanoger û
şanohezan- bername û kargeh dikarin werin çêkirin…
Ji ber rewşa giştî û îzolasyona navmalî, gelek sazî û komên
şanoyan, arşîvên xwe ji temaşevanên xwe re vekirin. Wan tevî bernameyên xwe yên
berê û hin jê bi qeydên weşanên nû li ser înternetê belav kirin/dikin… Di vê
yekê de hêvîya min ji Şanoya Bajêr A Amedê heye û dixwazim ji komên din jî bihêvî
bim ku ew jî arşîva xwe li ser înternetê -û ku ji wan bê li televîzyonan jî- belav
bikin… Ew ê bi kêrî hemû xemxwirên şanoya kurdî bê. Ew ê bi kêrî kesên ku berê
dixwestin û hin jî dixwazin bi hunera şanoyê eleqedar bibin, wê bi van parvekirinên
şanoger û hunermandan sûd wergirin. Bi vî rengî hinekî din wê şanogerên kurd, hay
ji xebat û karên hev çê bibin…
Şanoger û şanohezên ku di daxwazeke hunerî de ne, dikarin li
ser pêdivî an jî kêmasîyên xwe yên xwendin û nivîsandinê hûr bibin. Li ser teorî
û literatura şanoyê lîsteyên xwe amade bikin. Ger nexşeyeke xwendinê di hişê
wan de zelal tune be, dikarin bi şanoger, wêjekar û hunermandan re bişêwirin… (Divê
were gotin ku piranîya gilî û gazindên li şanogerên kurd, li ser zimanê wan e.
Helbet divê bi giranîyeke taybet bala bidin zimanê kurdî û hunera xwe…)
Di vê serdemê de hemû sehne mal e… Bi ked û zimanê xwe, têra
xwe û hunera xwe bikin û mala xwe ava bikin…
Silav li huner û kubarîya serhişkan,
Di 27ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de,
Stara Dionysos li ser we be…
Çetoyê Zêdo
* Di wexteke nêz de bi Skype'yê em ê dest bi hevdîtin û şewirên
şanoyî bikin. Kesên eleqedar dikarin ji bo agahî, şêwe û naverokê; peyamên xwe
bişînin ji cetoyezedo@hotmail.com
Yorumlar
Yorum Gönder