Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ekim, 2015 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber ku bavê mi