Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Bi Kurdî “Şanoya Zarokan” Heye?

Hebûn an jî nebûna neteweyekî, êdî ne di sînorê hejmara demografîyê de ye. Ziman û zarok, siberoja wî neteweyî diyar dikin. Loma hemû hewldanên kurdî divê bi zarokan re girêdayî bin. Kurdî sal bi sal ji jiyana mezin û zarokan kêm dibe lê hîn jî bi mîlyonan kurd hene ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Dema em ji vir bala xwe bidin Şanoya Zarokan a bi kurdî, em ê pêrgî hebûnekê bên an na? Ger temaşevanek bîr bibe û bixwaze bi zarokên xwe re biçe li şanoyekê temaşe bike, tenê wê pêrgî sê lîstikên bi kurdî bê. Ev her sê lîstik jî li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li du sehneyan hene. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên bi navê “Sê Ezezok” û “Masîreşka Biçûk” û li Şa Performansê lîstika “Mîrzayê Biçûk”… Ku ev sê lîstik ji bo hebûna “Şanoya Zarokan” têr bike, belê heye!   Ji bo têgihiştina mijarê em dikarin bi van pirsan dest bi nirxandina şanoya zarokan bikin: Ji bo me zarok kî ne? Di civakê de cihê zarokan li ku ye? Çawa fêr dibin? Xwe çawa îfade dikin? Çawa li jiyanê dinerin