Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şêrko Bêkes etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ji Arşîvê: Hevpeyvîna Mehmet Uzun bi “Şêrko Bêkês” re*

( Mehmet Uzun )  Wêkî Şêrko Bêkes jî di axaftina xwe de tîne ziman, ew bi şîîrên xwe ve bûye dengê nalîna belengaz,  hêvîya pêşmergeyên Kurdistanê. Lê Şêrko Bêkes jî wekî hemû mihacirên kurd ji mihacirtiyê, xeribiyê bîhnteng e. Lê ew dibêje “ Kurdistan di dilê min de ye” û weha dom dike:   - Kak Şêrko, gerçî tu şaîrekî naskiriyî, lê dîsan jî, eger bikaribî, wekî destpêk, hinekî behsa xwe bikî… Şêrko Bêkês : Her dubare dibe, lê bi kurtî jiyana min weha ye: Ez di sala 1940an de, li bajarê Silêmanî hatim dinê û kurê şaîre kurde yê naskirî  û  navdar Faîq Bêkes im. Min  xwendina  xwe ya  bingehî  û  navîn li  Silêmanî û   Bexdayê  temam kiriye. Hingê min dest pê kir ji edebiyata kurdî, bi taybetî  ji şiîra kurdî ya nûjen bala min kişand, bi  taybetî  min  şiîrên Goran  û  Herdî  xwendin.  Yekemîn car min şiîrên xwe  di rojnama hefteyî  ya Silêmanî “Jîn” de belav k...