TÊLÎ EYŞAN- Miradê Kinê “…Navê wê dibijinê “Têlî Eyşan”: Keça Evdilheyalê Mirdêsî, li welatê Mirdêsiyê ye. Ma axa yeka çawaye …! - Yeka serbizêr e, Kofîkêl e, Awirşewat e, Kemalteşîr e, Nazik e, Xwînşêrîn e, Nazelîn e…. Serê wê, sêsed û çil û çar kezî na, Serê keziya bi aqûd û zumrûd û firingê bajarî na, Tu dibê “Ya Xaliqo!” te di mûm û ava zîv û zêr de hilanîna! Bi va dirêjkê sorkêra micara serê ziravayi ya memkê wê nîna! Dinanê wê hûr in, birincî na. Welleh narîn mecala bejn û bala wê tunî na. Sing û berê wê çawa sipîna! Weke berfa zozanê Serhedê Weke wî pemboyê dora Adana te anîna. Û tu dibê’j qasê l’Mûdya Ji wa fillehê Zazê, Baqisyan… Ji devê kevana jenîn a. Ewqa xatûneke çavreş e, Dêm bi gul e, Awirşewat a, Nazik e… Gelekî xwî...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!