Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şano etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

EBDULLAH GORAN (1904 - 1962)

                                                               Goran di sala 1904an de li bajarê Helebçe ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seratayî li medresê dest pê dike, li vir xwe fêrî zimanê erebî, tirkî û farisî dike. Di sala 1919an de ku piştî ku bavê wî wefat dike ji bo xwendinê diçe Kerkûkê.  Di  17 saliya xwe de (1921) pexşaneke wî di rojnameya Pêşkewtin de tê çapkirin. Dîwana wî ya bi navê “Geştî  Hewreman” di sala 1931ê de li Silêmanî tê çapkirin. Operêta bi navê "Gulî Xwênawî" li van bajaran tê pêşandan:   Piştî wê jî vedigere Helebçe weke mamoste dixebite. Di salên şerê cihanê yê duyemîn de (1940-1945) li Felestînê di Radyoya Yafa beşa kurdî de dixebite.  Di wexta şerê duyem ê cîhanê de, Refîq Çalak û Goran û Remzî Qezaz hatin hilbijartin û ji bo di êstgehê de bixebitin çûn Yafaya...

LÊPIRSÎNA "DILAWER ZERAQ"

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî bi me re parve bikî? Dilawer Zeraq: Ez ji Farqînê me. Min xwendina xwe a heta lîseyê li Farqînê kir. Paşê min li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Matematîkê xwend. Ji sala 1994’an bi vir de ye bi Kurdî re aktîv mijûl im û pê dinivîsim. Min di navbera salên 2007 û 2009’an di rojnameya A.Welat û di quncika bi navê Şador de gotar belav kirin. Her wiha ez yek ji wan 11 nivîskaran im ku Kovara W derxistin û min ji hejmara 1 heta bi hejmara 13 edîtoriya kovarê kir. (hejmara 1.digel Sîdar Jîr) Li Amedê dijîm û bi mamostetiya matematîkê jiyana xwe diqedînim. Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne? Dilawer Zeraq: Ez ji bo ku karibim derbiraneke di jiyanê de ji bo xwe ava bikim dinivîsim. Nivîsandin berî her tiştî bo min peydekirina şûngehek e di vê jiyan û dinyayê de; û ev...

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî di...