
Goran di sala 1904an de li bajarê Helebçe ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seratayî li medresê dest pê dike, li vir xwe fêrî zimanê erebî, tirkî û farisî dike. Di sala 1919an de ku piştî ku bavê wî wefat dike ji bo xwendinê diçe Kerkûkê. Di 17 saliya xwe de (1921) pexşaneke wî di rojnameya Pêşkewtin de tê çapkirin. Dîwana wî ya bi navê “Geştî Hewreman” di sala 1931ê de li Silêmanî tê çapkirin.
Operêta bi navê "Gulî Xwênawî" li van bajaran tê pêşandan:
Piştî wê jî vedigere
Helebçe weke mamoste dixebite. Di salên şerê cihanê yê duyemîn de (1940-1945)
li Felestînê di Radyoya Yafa beşa kurdî de dixebite. Di wexta şerê duyem ê cîhanê de, Refîq Çalak
û Goran û Remzî Qezaz hatin hilbijartin û ji bo di êstgehê de bixebitin çûn
Yafaya Felestînê. Wê demê li wir bi gelek zimanan êstgeha rojhilata nêzîk hebû
ku ser bi “BBC”ya Berîtanyayê bû. Li vê êstgehê ji bo artêşên“Îngîltere,
Ferensa, Emerîka”yê propagende dihate kirin.
Bi bernameyên kurdî yên radyo dê li dijî faşîzmê amade dike.
Di navbera salên 1951- 1952yan ji
aliyê rijêma kevneperest ya Iraqê be tê
girtin. Piştî ku ji zindanê derdikeve, li Silêmaniyê dibe sernûsere rojnameya jîn’ê.
Di navbera salên
1954-1958an de, sê caran dîsa ji aliyê rejîma Iraqê ve tê girtin. Piştî
serkevtina Şoreşa Gelawêjê, di 1958an de
ji aliyê Sovyetê tê şa’ir Goran vexwendin û diçe li Êrîvanê beşdarî bernameyên
wêjeyî dibe.
Goran, di 1959an de
dibe sernûsere kovara Şefeq û di heman salê de dibe endamê desteya
nûsarên kowara Azadî. Di sala 1960yî de dibe Mamosteyê şi’îr û edebîyata kurdî li Zanîngeha Bexdatê. Di
sala 1962yan de bi nexweşi Şêrpenceyê ve koçî xwe ya dawî deke.
Di destpêka şêweya
helbesta wî de, bi “erûza” Erebî dinivîse. Ji ber ku Goran heta wê demê di
bandora klasîkên helbesta Erebî û Farisî de bû. Piştî ku ferî zimanên îngilîzî
deibe, bandora edebiyatên biyanî, ji helbestên wî kêm dibe û bi şêweyekî nûjen
û bi rêbazên modern şiîrên xwe bi kurdî dinivîse.
Bandora helbestkarên romantîk yên weke “W. B. Yeats, Oscar
Wilde, Keats, Goldsmîth, Wrizdoth” di helbestên wî de xwe dide
der. Av û hewaya şiîra romantîk a
înglîzî di beşek şiîrên Goran de bi rengekî taze derdikeve pêş. Goran gelek
teknîk û formên nû yên helbestê anîya nav wêjeya kurdî. Rexnegirên kurd, berhemên Goran bi sê qonax dabeş
dikin: Qonaxa destpêkê/ Klasîk (1921-1933), Qonaxa Romantîk (1933-1950) û Qonaxa Realîzma Şoreşgêrî (1950-1962).
“Helbestkarê nûxwaz, Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê
kurd be ku di sala 1950an de terma “şano”yê bi kar anîbe. Ev yek jî, di
helbesta “Cîlwey Şano” ya di dîwana “Firmêsk û Huner”ê de, ku di sala 1950an de
li Bexdayê, li çapxaneya Mearîf hatiye çapkirin.” (Ferhat Pîrbal)
Li Silêmaniyê bi pereyên ji bo şanoyên hatibû berhevkirin ku
ji du hezar dînar pêk dihat, ji bo opereta Gûlî Xwênawî (Gula Sor a Xwînî) ya
Goran hatibû xerckirin. Opereta ku ji aliyê Thomas Bois bi “Ode to the
Skylark”(Qasîdeyek bo Tîtî) a Shelley re tê berawirdkirin, ji axaftineke
navbera kur û keçekê ve dihat lîstin. (Rola keçikê jî ji aliyê mêrekî ve dihate
lîstin.) Pêşandeyên ji helbestên neteweyî yên Goran li ser sehneyê ew mînak in
ku şano ji aliyê rewşenbîrên kurd ve wek sazkirina nasnameyeke neteweyî çandî û
bidestxistina mîrata çanda neteweyî bi riya sehnekirina folklor, mît û efsane û
klasîkên wêjeyî, çawa hatiye amrazkirin.
1946 Silêmanî
1946 Hewlêr
1946 Pêncwîn
1948 Silêmanî
1948 Koye
1952 Silêmanî
1953 Çemçemal
1953 Dihok
1971 Bexda
Di 1950yî de bi şêweya Goranî
li Radyoya Kurdî ya Iraqê tê tomarkirin. Di sala 1952yan de bi şêweya pexşanê dîsa di radyoya Kurdî ya Iraqê tê pêşkeşkirin û di 1960yî de di talevizyona Kurdî de tê weşandin.
Di sala 1946an “Gulî Xwênawî” a Ebdullah Goran, li
Silêmaniyê, ji aliyê Şêx Nurî Şêx Celal û ji aliyê Lawaniy Silêmanî ve tê pêşandan. “Operetî Gulî Xwênawî” bi derhêneriya Kamûran Mukrî di sala 1947an de
li Hewlêrê tê pêşandan. “Gulî Xwênawî” bi derhêneriya İzzeddîn Elî û ji aliyê
koma Mala Mamosteyan ve, di sala 1952yan de li Dihokê tê pêşandan. Di 1971yan de
“Gulî Xwênawî” weke opereta Abdullah Goran, bi derhêneriya Ehmed Salar ve li
Bexdayê tê pêşandan…
Ji operata wî ya bi navê “Gulî Xwênawî”
“Gulî
Xwênawî”
1
Kur:
Birwane!
Şayî ye, çopiye, lew male
Giwê bigre!
Zurnaye, dehole, şimşale!
Zerd û sûr
têkel bûn, jin û piyaw, heraye
Lew nawe her harey heyasey to naye!
Sa tuxwa
xêrake ba biroyin dest bigrîn
Bekamî
dildarî pêkewe helperîn!
Kiç:
Gul nebê bo
serim al çepkê, zerd çepkê
Nayem bo
zemawen, nayem bo helperkê
Kur:
Kiç le rêy
ciwanîta, kiç le rêy ciwanîta
Kiç le rêy
niwnîgay hatuçoy kanîta
Payîze, gelay
dar rijawe, bax rûte,
Gul kwanê?
Gul lêwî be bize pişkûte!
Kiç:
Gul nebê bo serim al çepkê, zerd çepkê
Nayem bo zemawen, nayem bo helperkê
Bitdaye dil be min, be hemû ma’nawe
Dû çepkit ehanî le baxçey paşawe!
Kur: (Erwa û
leber xoyewe be goranî elê)
Baxçey paşa lewber awe
Xêlî duşmin dewrey dawe
Erom: Rêgam lê gîrawe
Narom: Çawkal lêm torawe!
(Bere bere le
dê dûr kewtewe)
2
Kur:
Be baxçey paşa da wird geram, xwar û jûr
Zerd hebû, bom çinît, çing nekewt gulî sûr
Nazanim emca dêyt bo şaîy û helperkê?
Kiç:
Nayem, gul mawyetî bo serim sûr çepkê!
Kur: (Yexey
miraxanîy tirazan)
Natewê em zamî ser dilem lebatî?
Kiç:
Ey hawar! Tifengî dujminîş pêkanî?
Rakişê tawê ser binêre ser ranim,
Ba bigrîm bo dilê bo gulê doranim!
Yorumlar
Yorum Gönder