Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe ji bo me vebêjî? Osman Kurtalan: Navê min Osman Kurtalan e. Ez di sala 1970yî de li Misirca Sêrtê, gundê Bêkendê hatime dunyê. Ji ber ku di nav malê de yê mezin ez bûm, ji bo debara malê min di zaroktiya xwe de dest bi xebatkariyê kir. Li gelek bajarên tirkan de di şuxlên cuda de xebitîm. Ji malbatî hişmendiyeke Kurdî bi min re hebû û bûyerên ku diqewimîn bandor li ser min dikir. Piştî ku vegeriyam wêlet, bi têkoşînê re tevî du hevalên xwe yên zaroktiyê di 1993an de em tevlî gerîla bûn. Piştî cend rojên ku ez tevlî nav refên azadiyê bûm, di pîrozbahiya 15ê Tebaxê de, li ser daxwaza hin hevalan, min di kurteşanoyekê de cî girt. Heta sala 2001ê de di hemû pîrozbahiyan de, cihê ku ez lê bûm, hertim min di van şanoyan de dilîst. Bi avakirina Dibistana Şehîd Sefkan re, di 2002yan ez jî tevlî nav vê koma şanoyê bûm. Weke lîstikvan min di şanoyên “Agirê Bêdawî, Rastî Dagirkiriye, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Jiyana Bêxtewer… Eyna...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!