Ana içeriğe atla

Kayıtlar

99 Morîkên Belavbûyî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

HELÎM YÛSIV

“Weşanxaneyên Bakur berhemê derdixînin û li benda Xwedê dimînin…” Çetoyê Zêdo: Ez dixwazim vê lêpirsîne bi awayekî giştî (dibe ku hin pirs zêde bin), li ser kar û xebatên cenabê te, li ser bîr û baweriyê, wêje û nivîskariyê û “99 Morîkên Belavbûyî”… Ez ê hewl bidim ji berêvkê de bipirsim, lê vê carê bila pirsa dawî ji “adetê derkeve” û bibe pirsa serê biskê; niha di rojeva we de çi hene, hûn li ser çi dixebitin? Berhemeke we ya li ber çapê heye? Helîm Yûsiv: Di nav destê min de romaneke nû heye. çend meh ji min re divên hetanî ku biqedînim.                                                          - Romana we ya "99 morîkên belavbûyî" yek ji wan pirtûka ye ku di sala 2015an de ya herî zêde hatiye xwendin û tê xwendin. Xwendevanên we ji bo “99 Morîkên Belavbûyî” bi giştî bertekên wan, bala wan li ser çi bû? Xwendevanên vê be...