Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Temmuz, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Metnên Şanoya Kurdî

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di warê zanîna dîroka şanoya Kurdî de xîzaniyeke bêpîvan heye. Bêyî berhemên şanoya Kurdî, kifşkirina rabirdû û rewşa şanoyeke Kurdîstanî zelal nabe. Piraniya şanoger û lêkolînerên Kurdî,  bi awayekî giştî li ser dîroka şanoya Kurdî û berhemên wê nexebitîne an jî bala xwe nedanê. Digel vê yekê jî, di nav şanoger û wêjekaran de em pêrgî dîtin û gotinên wiha tên ku mîna metnên şanoya Kurdî tunebin tevdigerin. Bi gelemperî “geşedana şanoyê” bi metnan ve girê didin. Ji bo derfet û pêkhatinên şanoya cîhanê, serdestiya nivîskêr/metnê di sedsala 20an de cihê xwe bi “rejî/derhênanî” ve guhertiye, loma ji bo sedsala 20an navê “Serdama Derhênanî” tê gotin.  Lê dîsa jî di hebûna vê ezbera mekanîk de “tunebûna metnan” weke sedema sereke ya lawaziya şanoya Kurdî tê destnîşankirin. Ev jî tê wateyê ku piraniya xwendevan û temaşevanên şanoya Kurdî hay ji metnên di dîroka şanoya Kurdî de cih girtine tunene. Tiştê ku divê neyê jibîrkirin ev e ku metnên şanoyê, ewil j