Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di warê zanîna
dîroka şanoya Kurdî de xîzaniyeke bêpîvan heye. Bêyî berhemên şanoya Kurdî, kifşkirina
rabirdû û rewşa şanoyeke Kurdîstanî zelal nabe. Piraniya şanoger û lêkolînerên
Kurdî, bi awayekî giştî li ser dîroka
şanoya Kurdî û berhemên wê nexebitîne an jî bala xwe nedanê. Digel vê yekê jî,
di nav şanoger û wêjekaran de em pêrgî dîtin û gotinên wiha tên ku mîna metnên
şanoya Kurdî tunebin tevdigerin. Bi gelemperî “geşedana şanoyê” bi metnan ve girê
didin. Ji bo derfet û pêkhatinên şanoya cîhanê, serdestiya nivîskêr/metnê di
sedsala 20an de cihê xwe bi “rejî/derhênanî” ve guhertiye, loma ji bo sedsala
20an navê “Serdama Derhênanî” tê gotin. Lê
dîsa jî di hebûna vê ezbera mekanîk de “tunebûna metnan” weke sedema sereke ya
lawaziya şanoya Kurdî tê destnîşankirin. Ev jî tê wateyê ku piraniya xwendevan
û temaşevanên şanoya Kurdî hay ji metnên di dîroka şanoya Kurdî de cih girtine tunene.
Tiştê ku divê neyê jibîrkirin ev e ku metnên şanoyê, ewil ji bo lîstinê, pişt
re ji bo xwendinê ne. Em ê hewl bidin ku di vê nivîsê de, ji dîroka şanoya
Kurdî cî bidin metnên çapbûyî.


Li Bakurê Kurdistanê bêstatubûna Kurdan û qedexebûna
li ser Kurdî, bûye sedem ku heta 1991ê şanoya Kurdî li Tirkiyê hebûna xwe nîşan
nede û îro jî heman rewş li ber geşedana şanoya Kurdî astengiya herî mezin e. Li
Tirkiyê weke hemû mijarên Kurdî, şanoya Kurdî jî heta salên 1990î jî ne eşkere
ye û mînakên hene jî yên bi dizî ne. Agahiyên ku hene ji bilî du şanonameyên
nivîskî “Bîrina Reş” ya Musa Anter (1965) û “Dawiya Dehaq” ya Kemal
Burkay(1978) ku li Tirkiyê bi Kurdî û Tirkî bi hevre hatine çapkirin, ji van
herdu metnan, pêşandanên şanogeriyê bi awayekî aşkere pêk nehatine. Ji ber
qedexebûna li ser ziman û çanda kurdî heta sala 1991ê, bi awayekî tund hunera
kurdî li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê (ji bilî şanoyên formên gelêrî) pêk
nehatine.
Heta 1991ê li Tirkî û Bakurê Kurdistanê berhem û
temsîlên şanoya Kurdî yên perçeyên din, ne li ber çav in. Li Stenbolê bi
damezirandina NÇMê (1991) re cara ewil ku şanogeriyek bi Kurdî ya Mamoste Cemîl
“Mişko”[1] tê
sehnekirin. Ev şanogerî ji aliyê lîstikvanên NÇMê ve tê lîstin. Di heman salê
de ji aliyê lîstikvanên “Şanoya Roja Azadî” ve şanogeriya “Dawiya Dehaq” a Kemal Burkay li Stembolê tê sehnekirin.
Dema mirov bala xwe bide dîroka nêz a şanoya Kurdî
ya li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê; koma yekem ya şanoyê “Teatra Jiyana Nû” (NÇM)
di sala 1992yan de li Stenbolê dest bi xebatên xwe dike. Şaxên NÇMê li hin
bajarên Tirkiyê; di 1994an de li Îzmîrê “Şanoya Hêvî”, di 1995an de li Edenê
“Şanoya Yekbûn”, di 1996an de li Mêrsinê “Teatra Arzeba” dest bi xebatên şanoyî
kirine. Şanogerên li NÇMê perwerde bibûn, li Bakurê Kurdistanê (piştî salên
2000î bi taybetî li Amedê) û Tirkiyê di şanoyên kurdî de kar kirin û şanoyên
xwe hazir kirin û îro jî gelek ji wan kesan weke lîstikvan, derhêner û nivîskar
di gelek lîstikan de cih digrin. Di vê serdemê de di nav nivîskarên şanoyê de
navê “Hüseyin Kaytan û Kemal Orgun” yên sereke ne.
Nivîskariya şanoya Kurdî, Ji aliyê Şanoya Bajêr ya
Amedê, ji 2011an vir de li ser navê “Evdirehîm Rehmî Hekarî” pêşbirka
nivîskariya şanoyê heta 2016an pêk hat û bi dehan metnên şanoyê weke pirtûk
hate çapkirin. (Di 2016an de ji aliyê
Qeyyûm ve Şanoya Amedê û ya Batmanê hate girtin. Tenê li Amedê şanogerên ji kar
hatibûn avêtin jinûve “Şanoya Bajêr a Amedê” vekirin.) Ji bo navên hemû şanoyên
bi kurdî ku li Tirkiyê û Kurdistana Bakur ji sala 1991ê heta 2013an derketine,
mirov dikare li pirtûka Mîrza Metîn a bi navê “Jêrzemîn”ê hatiye berhev kirin,
binêre.[2] (Di
vê berhevkariyê de qala “29 komên şanoyê û 104 lîstikên şanoyê” tê kirin.)
Şanoyên çi weke temsîl çi weke nivîskî, li Kurdistanê
di avakirina ramana netewî de weke navgîneke “polîtîk” hatiye nirxandin û di
demên hewldanên netewî de geştir bûye û “nasnameyeke” miletî hilgirtiye. Lewma
şanoya nivîskî ya Kurdî, ewil li Stembolê (1919) û piştî avabûna Komara Tirkiyê
jî li Silêmaniyê û li Yekitiya Sovyetê (Tiblîs-Gurcîstan, Elegez-Ermenîstan) bi du qenalan dest bi geşandana xwe dike. Lê
cihê ku Şanoya Kurdî ji salên 1920î heta roja me bi domdarî xeteke pêşketinê
nîşan daye, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmanî ye. Îro jî Silêmanî, weke cihê
ku şanoya Kurdî herî pir tê îcrakirin pêşengiya xwe didomîne.
Di dîroka şanoyê Kurdî de em bala xwe bidin wergerên
şanoyê, hin agahiyên balkêş derdikevin pêşberî me. Li Başûrê Kurdistanê em
dibînin ku di serî de ji zimanên weke Îngilîzî û Erebî werger û adaptasyonên
şanoyê hatine kirin. Bo nimûne; di sala 1921an de temsîla şanogeriya
“Selahaddînî Eyyûbî” ya Necîb Heddad, ji aliyê Lijney Niwandinî Şanoyî, li
Hewlêrê di Medreseya Erbîl Ûla de bi Kurdî tê lîstin. Daniel Kasab şanoya
“Selahaddinî Eyyubî” ji Erebî werdigerîne Kurdî û rejisoriya wê jî dike.[3]
Di 1927an de şanonameya Shakespeare “Julies Jesar”
li Silêmaniyê tê sehnekirin; metna Shakespear a ewil hatiye weşandin jî
“Gerdaweka” (Bahoz) ye ku bi wergera Dr. Cemal Nebez di 1955an de li Bexdatê
weşandin. Di salên 1970î de li Başûrê Kurdistanê, ji zimanê Tirkî jî berhemên “Nazim
Hikmet, Aziz Nesin, Yaşar Kemal…” hatine wergerandin û piştî ku hatine lîstin
weke pirtûk jî hatine çapkirin.
Şanoya Kurdî ya li Sovyetê, bi
şanonameya Ahmedê Mirazî ya bi navê “Zemanê Çûyî” di 1928an de li Tiblîsê tê
pêşandan û di 1935an de li Êrîvanê tê çapkirin. Di navbera salên 1930-1935an
wergerên şanoyê herî zêde ji Ermenkî û Rusî ne, tevî van wergeran û berhemên
sereke ji bo xwendinê jî têne çapkirin. Ji 1937an heta 1947an di Şanoya Dewletê
ya Elegezê de, piraniya şanoyên wergerê an jî adaptasyonê têne pêşandan. Ji
1956an heta 1975an bi dehan metnên şanoyê weke listîkên radyofonîk di rayoya Êrîvan
de tê weşandin. (Ev yek jî li Bakurê Kurdistanê dibe sedam ku beriya
temaşevanên şanoya Kurdî guhdarên wê çêdibin.) Ji 1979an heta belavbûna
Sovyetê, li Gurcîstanê û li Ermenîstanê, gelek şanoyên populer yên wê serdemê
têne pêşandan. Nivîskarê dawî yê vê serdemê Ezîzê Gerdenzerî ye, şanonameya wî
ya bi navê “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin.
Di
1985an de cara ewil şanonameyên nîvîskareke jin Leylan Şefîqe Elî Hiseyn bi navên “Şaciwanî Derbend Feqerew” û“Keyxan” du
şanoname li Silêmanî tê çapkirin. (Di 1957an de bi pêşengiya Nermîn Nakam, jin
weke lîstikvan di şanogeriya Kurdî de cih girtibû.)
Bi giştî
dema em bala xwe bidin dîroka şanoya Kurdî û rewşa wê ya îro, di şanogerî û di
metnên wan de mijar û temayên sereke piranî bi “nasnameya netewî” ve girêdayî
ye. Yasîn Qadir Berzincî, di Dîroka
Şanoya Kurdî[4]
de li ser 45 şanonameyên ku di navbera 1934-1985an de li Başûr hatine çapkirin,
bi awayekî berfireh van metnan dinirxîne. Şanonameyan li gor mijarên wan bi sê
babetan vediqetîne: Mijarên civakî 22, yên
dîrokî 15 û ji şanoyên sîyasî 8 şanonemayan ji aliyê şêwe û naverokê li gora
serdema wan dinirxîne. Di nav nîvîskarên
herî berhemdar de navê van şanonamenûsan dihejmêre: Heme Kerîm Remezan Hewramî,
Emînê Mîrza Kerîm, Pîremêrd, E. B. Hewrî, Fetah Kerîm Kawe, Mistefa Nerîman,
Zekî Ehmed Henarî, Ebdulrezaq Bîmar, Şêrko Bêkes, Mehdî Omêd, Ehmed Salar,
Mihemed Ebdulrehman Zengine…
Piştî salên
1980yî li Ewrûpa (ewil li Swêd) ji hemû perçeyên Kurdistanê şanogerên Kurd, dest
bi hewldanên şanoyî dikin. Ji 1988an û pêve weşandina metnên şanoyê zêde dibin.
Ji 1930î heta niha gelek nîvîskarên Kurd yên navdar şanoname nivîsîne û
wergerandine Kurdî. Ji vir dema em bala xwe didin nivîskarên ji Bakurê
Kurdistanê li gora perçeyên din, ji nivîsandinê bêtir bi wergerê têkiliya xwe
bi şanoyê re danîne. Li Tirkiyê û li
Bakur lîstikvanan ji wêjekaran bêtir şanoname nivîsîne.
Em
dibînin ku berhemên şanoyê herî zêde li bajarên mîna “Silêmanî, Bexda, Hewlêr,
Êrîvan…” hatine çapkirin. Di lîsteya jêr
de metnên telîf ên nivîskarên Kurd ku di navbera salên 1919-1989an de çapbûyî
hatine berhevkirin. Metnên wergerê û yên
hatine sahnekirin û çapnebûne, devreyi vê lîsteyê ne.
“Memê
Alan”, Evdirehîm Rehmî Hekarî, Kovara Jînê
(Hejmarên 15-16), Stenbol, 1919
“Koçekê
Derewîn” Ereb Şamîlov, Êrîvan, 1930
“Mem û
Zîn” Pîremêrd, Rojnama Jiyan, Silêmanî (Tefrîka 1932, weke pirtûk 1934)
“Hevind”
Celadet Alî Bedirxan, Kovara Hawarê (Hejmar: 20) Şam, 1933
“Dildarî
û Peymanperwerî” Ebûbekir Hewrî, Bexda, 1933
“Reva
Jinê” Wezîrê Nadir, Erîvan, 1935
“Zemanê
Çûyî” Ehmedê Mirazî, Êrîvan, 1935
“Mehmûd
Axay Şîwekel” Piremêrd, Silêmanî, 1942
“Hawrêy
Mindalî” û “Mam Rêwî” Şakîr Fetah, Bexda 1948
“Karkirdinî
Bekelk” Refîk Çalak, Bexda, 1952
“Kiç û
Qutabxane” Fetah Kerîm Kawe, Silêmanî, 1956
“Afret û
Nûşte” Kamîr Jîr, Bexda, 1956
“Elî
Fenî” Mistefa Nerîman, Kerkûk, 1957
“Zordarî
Tawanbar” Fûad Îzzed, Silêmanî, 1958
“Awat” Mistefa
Qeredaxî Salar, Bexda, 1958
“Bîrî
Azadî Rêgay Rizgarî ye” Ebûbekir Hewrî, Bexda, 1959
“Peymanî
Dûlayî” Hesen Qizilcî, Bexda, 1959
“Rûxa” Mistefa
Nerîman, Kerkûk, 1959
“Diwarojî
Dehakî Zordar” Zekî Ehmed Henarî, Bexda, 1960
“Şorişî
Huner” Fetah Kerîm Kawe, Silêmanî, 1960
“Zêrîn”
û “Otombîlçî” Emînî Mîrza Kerîm, Silêmanî, 1960
“Bûkî
Perde” Ebdulrezaq Bîmar, Bexda, 1960
“Şanoy
Kurdistan” Ebdulrezaq Bîmar, Bexda, 1961
“Bibûre”
Kemal Reûf Mihemed, Silêmanî, 1961
“Zewaca
Bê Dil” Îsmaîlê Dûko, Êrîvan, 1964
“Birîna
Reş” Musa Anter, Stenbol, 1965
“Memê û
Eyşê” Taharê Biro, Êrîvan, 1967
“Nan û
Jiyan” Mihemed Emîn Osman, Bexda, 1970
“Dasekey
Şasiwar” Emînî Mîrza Kerîm, Silêmanî, 1971
“Kawey
Asinger” Şêrko Bêkes, Silêmanî, 1971
“Falçî” Heme
Kerîm Remezan Hewramî, Silêmanî, 1972
“Şanogeriy
Mindal” Umer Ebdulrehîm, Silêmanî, 1972
“Zincirey
Bo Şano” Mihemed Tofîq Wirdî, Necef, 1972
“Çîrok
bo Şano” Mihemed Tofîq Wirdî, Necef, 1973
“Le
Pênawî Ewîn da” Zekî Ehmed Henarî, Silêmanî, 1974
“Senger”
Ebdulhemîd Ebdulla, Duhok, 1974
“Şewêk
le Jiyanî Xanzad” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1977
“Ask” Şêrko
Bêkes, Bexda, 1978
“Waney
Reşbelek” Ehmed Salar, Silêmanî, 1978
“Dawiya
Dehaq” Kemal Burkay, Kovara Özgürlük Yolu (Hejmar: 37-38)
“Mirov û
Çax û Bîr” Mehdî Umêdî, Bexda, 1978
“Odîbî
Paşa û Berderkey Sîzif” Tofîq Hekîm, Silêmanî, 1978
“Bûkî
Befir” Mehdî Umêdî, Silêmanî, 1979
“Xec û
Siyamend” Fûad Mecîd Mîsirî, Bexda, 1979
“Dildaranî
Baran” Ehmed Salar, Silêmanî, 1979
“Jan” Fehmî
Kakeyî, Silêmanî, 1979
“Lêbûk
Dastana Mem û Zîna Diguhurît” Seyda Îbrahîm Selman, Bexda, 1979
“Şêxî
Senan” Dr. Nafî Akreyî, Bexda, 1980
“Mangirtin”
Mihemed Ebdulrehman Zengine, Bexda, 1980
“Serçawey
Janêkî Xamoş” Emînî Mîrza Kerim, Bexda, 1980
“Gundekem”
Heme Kerîm Hewramî, Bexda, 1981
“Welî
Dêwaney Şem” Mihemed Abdulrehman Zengene, 1981
“Xatû
Kilawzer” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1982
“Hawarêkî
Tasaw” Celîl Zengine, Bexda, 1982
“Senger”
Celalî Mîrza Kerîm, Li çapxana Şehid Aram (li çiyê tê çapkirin) 1983
“Felestîn
Hemîşe” Letîf Helmet, Bexda, 1983
“Sê
Şanogerî” Tehsîn Şeban, Bexda, 1984
“Mergî
Bexteweriy” Ebdulqadir Seîd, Silêmanî, 1984
“Qelay
Dimdim” û “Şarî Ewîn” Telet Saman,
Hewlêr, 1984
“Şaciwanî
Derbend Feqerew” û “Keyxan” Leylan Şefîqe Elî Hiseyn, Silêmanî, 1985
“Xewn e
û Xewn Niye” Heme Kerîm Remezan Hewramî, Bexda, 1985’te Bexdê
“Siyabend
û Xecê” Tosinê Reşîd, Stockholm, 1988
“Beyanî
Baş Ey Xerîbî” Ferhad Pîrbal, Danîmarka, 1988
“Mehkemekirina
Silahiddînê Eyûbî” Şahînê Bekirê Soreklî, Stockholm, 1989
“Mem û
Zîn” Eskerê Boyîk, Stockholm, 1989
“Zarîna
Çiyan” Ezîze Gerdenzerî, Tiblîs, 1989
*Ev
nivîs di kovara Nûbiharê (Hejmar 139) de
hatibû weşandin. Ji bo heman mijarê bi Tirkî hûn dikarin bala xwe bidin vê
nivîsê: https://cetoyezedo.blogspot.com.tr/2017/05/kurtce-tiyatro-metinleri.html
Çetoyê Zêdo
[1]
Şanonameya Mamoste Cemil
“Mişko” di kovara Rewşenê de (Hejmarên: 2,3,4) di 1992yan de tê weşandin.
[2] Mirza Metîn, “Jêrzemîn”, Weşanên
Şaredariya Mezin a Amedê, 2014
[3] Ferhad
Pîrbal, “Mêjûy Şano Le Edebiyatî Kurdî, Hewlêr, Dezgay Çap û Belawkirdinewey
Aras, 2001
[4] Yasîn Berzencî, “Şanoy Kurdî”,
Silêmanî, Govarî Şano, 2007
Yorumlar
Yorum Gönder