Di sala 1946an li gundê Mezrê (Mezra E’brûş) yê li rojavayê bajarê Kobanî ji day bû. Li dû kutakirina pola 12emîn li Helebê, bi temenê 19 salî ji bo xwendina bilind gihîşt Viyenayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê li bajarê Australî Sydney bi cîh bû. Li Zanîngeha Macquarie ya Sydney, 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma Australî NSW ma. Di warê xebata kurdewariyê de, ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî, di 1982yan de li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî, kir ku dora du salan domand. Ji sala 1984an heta niha berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya dezgeha Special Broadcasting Service, SBS RADIO dixebite. 50 sal bûye ku ew ji rojhilatê Navîn dûr e, lê nivîsandina bi Kurmancî, karê wî wek rojnamevan û berpirsê bernameyeke radyo, û evîna wî ji bo milletê wî û welatê pêşiyên wî ew ji Kurdan û ji Kurdistanê her nêzik hîştiye. Wergerandina komeke ji gotaran...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!