Ana içeriğe atla

Kayıtlar

cegerxwîn etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KEZÎZERÊ

KEZÎZERÊ Kezîzerê, kezîzer Xulam memkê gilover Serî sor û binî zer Mîna berfa zinarê Sîka dara tim li ser Mîna sêvên Xelatê Serî sor û binî zer Mînane penîrên ter Min givaşt û av jê her Tu ji govendê were der Te ramûsim, cardî her Te divê her û te divê mer Kezîzerê lewendê Gewrê, bozê, bilindê Kevoka nava gundê Sîng doşek, balîf zendê Ez ramûsim te rindê Destê xwe bi destê mn de Tevde herin govendê Kezîzerê hithîtî Li binya mala şemitî Dawa têqî lewitî Dilê lêwik şewitî Kezîzêrn me çar in Her çar jî bi kum û şar in Hilma memkan em xwarin Kezîzerên me şeş in Her şeş jî bi şarên reş in Hilma memkan çi xweş in Didî xuyakirin, ko por zerîne û serê memikên wê nû hildane, weke sêvên Xelatî ne, serî sor û bin sipîne, weke berfa zinarê Mêrdînê, ko siya daran tim li ser e… Çi tiştên giranbiha gotine! Kezî, gulî, ew porê hûnayî yan jî badayî ne, ko bi paşde tê berdan û bisk, ew porê, ko bi ser dêmên jinan de têne xwar û carn...

Serxwebûna Mirîşkan- Cegerxwîn

Serxwebûna Mirîşkan Li welatê me xerza, Dîkek hebû şareza. Rokê çû nav dîka, Ji wan re go hêdîka: Rabin bêjin mirîşkan, Bes xwe bidin enîşkan. Dîk û mirîşk bûne kom, Berê xwe dane cem bûm. Leşker tev bûne lek, Hin çeleng û hin kulek. Berê xwe dane çolê, Tevlî koç û tev êlê. Teyra di ko nagehan, Hatî leşkerkî giran. Tevde firîn ji malan, Berê xwe dane balan. Ew jî li hev bûne kom, Yekî rabû gote bûm; Ey padîşahê teyran, Wey serbilindê Tûran, Rabe ser xwe tu mîro, Ji bo me bêje îro; Ev leşkerê bê jimar, Gelo heye jê zirar. Bûm kenî û gote wan; Bakin bazê pehlewan. Hudhud rabû serferaz, Wî çû bi lez gote baz; Go rabe ey tu bazî, Şeh te îro dixwazî. Baz çû cem şeh li banî, Destê xwe l´ser hev danî. Go ey xwendekarê min, Zû li min ke barê min, Bûm gote bazê xwînxwar, Bi lez rabe here xwar. Bazî rabû weke şêr, Firek da xwe hate jêr, Bazê terî bi rêşî, Hate cem dîkê pêşî, Destê wî girt û hejand, Nitqek jê re dirijand. Olan s...