Ana içeriğe atla

Kayıtlar

mehmet erbay etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

JI ŞANOYA KURDÎ "MEHMET ERBAY"

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî xwe bide nasîn? Mehmet Erbay: Ez ji Dirbesiyê ya giredayî Qoserê me. Min Zanîngeha Dîcleyê beşa înşatê xwend. Li zanîngehê nasina min bi şanoyê re çêbû, pişt re min û şanoyê me dej ji hevdû berneda. Min lîstkên xweyî ewil, hin kurte lîstik bûn, dema xwendekarbûm min ew li zanîngehê nîvîsandibû û me derxist ser sehnê. Pişt re ji bo ku ez karibim karê şanoyê bikim min perwerdahiya wê dît, li navenda hunerê amedê (DSM) kargeha şanoyê de şeş mehan ku perwerdehî ji komek îsveçiyan (riskteyatran) pêk dihat. Li Akedemiya Cegerxwîn sê salan û di hin kargehên demkin de min perwerde dît. Di wê navberê de min li NÇM ya Qoserê mamostetiya şanoyê jî dikir. Ez hîn jî bi saziya çand û hunerê a Qoserê ve girêdayî me.   Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoyê re têkildarî? Mehmet Erbay:  Ji sala 2002yan ve û bi şanoya kurdî re jî sala 2006an.  Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo şanoyê çi ye? Mehmet Erbay: Xwesteka min ew e ku şanoger û şanoya...