Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şubat, 2016 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Şalîkoyê Miraz “Em hemû gunehkar in” (Rojnama "Welat", 24-30 Cotmeh 1993)

(Mehmet Gemsiz)  Şalîkoyê Miraz di 14.10.1993yan de, serî li navenda rojnameya me da. Me pê ra hevpeyvînekê çêkir. Hevalê me jê pirsî, wî bersivand. Niha jî em vê hevpeyvîna bi Kurdê Tiflîsê birêz Miraz re li jêrê diweşînin. Em bi hêvî ne ku dê kêr û sudekê bide we xwendevanên hêja.           - Birêz Şalikoyê Miraz, hûn dikarın behsa xwe bikin gelo hûn çi emel dikin di warê şanogeriyê de?                                                     (Şalîkoyê Miraz) Ez bi xwe di warê şanogerîyê de hem wek lîstikvan, birêvebir û hem jî wek lîstîknivîs cih distînim. Min heta niha çar lîstik nivîsandine û min di heft lîstikan de, wek serlîstikvan lîstiye. Di lîstikê me yên şanoyê de temamên sîyasî, civakî, şoreşgerî û hwd. hene.       - Gelo hûn dikarin me der barê şanogerîya Kurdên Sovyetîstanê de agahdar bikin?        Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku, heta niha bi awayekî modern (şano) tiyatroya Kurdî ya profesyonel nehatîye sazkirin. Ceribandin pirr hebûne. Lê hin kesek negihiyaye

ARSEN POLADOV: JI BO KURDAN ŞANO PÊDIVÎ YE

                                       Rojnama Welat (10-16 Cotmeh 1993) Hevpeyvîn: Zahîr Kayan Sê rewşenbirên kurd ên ji Ermenîstanê li ser daxwaza NÇM, di 19ê îlonê de hatine Stenbolê. Ev her sê kes jî di warê xwe de xwedî nav û deng in; di pêşiya tiyatroyê de Arsen Polat, di warê dengbêjiyê de Aslîka Qadir di hêla bikaranîna amûrên muzîkê de Egîdê Cimo. Niha em li jêrê ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê pêşkêş dikin. Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin? Belê, ez dimînim li bajarê Yêrîvanê, li Ermenîstanê ez li tiyatroya pandomîma ya dewletê dixebitim. Ev e 20 sal e, ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku tenê li Ermenîstan e, wisa jî li gelek welatên Ewropayê tiyatro çûye tûrneyê, bawer bikî li temama Ûrisatê dixwazim bibêjim ku tiyatro di nava van 20 salan de gelek eyan tê hesab kirin. Çawa ji tiyatroya dinyayê yekê baş e. Ez dixwazim ji we re tiştekî din bipirsim. Hûn rewşa Bakûrê Kurdistanê û Başûr derheqê çand