Rojnama Welat (10-16 Cotmeh 1993) Hevpeyvîn: Zahîr Kayan
Sê rewşenbirên kurd ên ji
Ermenîstanê li ser daxwaza NÇM, di 19ê îlonê de hatine Stenbolê. Ev her sê kes
jî di warê xwe de xwedî nav û deng in; di pêşiya tiyatroyê de Arsen Polat, di
warê dengbêjiyê de Aslîka Qadir di hêla bikaranîna amûrên muzîkê de Egîdê Cimo.
Niha em li jêrê ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê pêşkêş dikin.
Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?
Belê, ez dimînim li bajarê
Yêrîvanê, li Ermenîstanê ez li tiyatroya pandomîma ya dewletê dixebitim. Ev e
20 sal e, ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku tenê
li Ermenîstan e, wisa jî li gelek welatên Ewropayê tiyatro çûye tûrneyê, bawer
bikî li temama Ûrisatê dixwazim bibêjim ku tiyatro di nava van 20 salan de
gelek eyan tê hesab kirin. Çawa ji tiyatroya dinyayê yekê baş e.
Ez dixwazim ji we re tiştekî din bipirsim. Hûn rewşa Bakûrê Kurdistanê
û Başûr derheqê çand û edebiyatê de çawa dibînin? Di van salên hanê de bi
tekoşînê gelek tişt ketin destê me. Hûn derheqê vê de dixwazin çi bibêjin?
Helbet çi tê qewimandin roja îro,
di Kurdistana Başûr û Bakûr de em pirr dizanin, lê sed heyf wekî em çawa
dibêjin ewqas nêzîk nîne. Ev e cara pêşîn e, em tên vê derê. Hê Kurdistana
Başûr me qet nedîtiye. Ji ber wê edebiyat, rabûn û rûniştina gelê me di vê
Kurdistanê de gelek dûrî me ye. Me dixwast ku gelek nêzîkî me be, ew rihê me ye
bi rih ve, em tevî wan in. Em bi rih ve nêzîkî hev in, çawa dibêjin xwîna me
dikşîne, lê sed heyf destê me nagihêje hevdû. Helbet em dixwazin şixulên gelekî
baş bikin. Ev çend sal e, ez dixebitim li Ermenistanê tiyatroya ermeniya wisa
jî min tiyatro çêkiriye di Ûrisatê de. Li bajarê Moskovayê pandomîma ewilî dîsa
min da vekirinê. Lê ji bo gelê xwe sed heyf min tiştek nekiriye di dereceya
şanoyê de. Di dereceya pandomîma lê dema em hatine dixwazin niha nêzîkî hevala bin, nasiya xwe
bidin welatê xwe, wekî em karibin çi lazim be kêrî gelê xwe bên. Û niha jî
niyeta min a ewilîn ew e, wisa jî sazbendên me yê eyan Egîdê Cimo, dengbêja me
Alîka Qadîr. Em wisa li ser vê dereceyê dişewitîn. Niha bi dil û can bi rih
dixwazin tiyatroya kurmancî bidine vekirinê lê ku derê ez nizanim.
Mamoste, gelo ev şanoya ha ku hûn dixwazin li vir bidin çêkirinê, dê
bingeha xwe ji çi bigire? Di rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?
Tu dizanî çi ye? Ev pirs vê demê
ez dikarim bibêjim ku hebekî çetîn e, lê çi dimîne ku ji bo edebiyata gelê me
wekî îro tiyatro gelekî ji bo me gelek lazim e. Bawer bikî ji me re welat çiqas
lazim be ewqas jî tiyatro lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe
bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin. Em bi tiyatroyê dikarin bibêjim ku
em kî ne. Îro em gelekî dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me
dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelekî kevin e. Ez
wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yê me ne, wan gelan ev nimûne giş ji
me dizîne. Sirf mecela me tunebiye ku em bixebitin di vê dergeqê de bi
pêşbikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me em ê wisa bikin wan ji me çi biriye
em ê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin. Ew ên ku wan biriye bila bidine
me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.
Gelo rewşa gelê kurd li Sovyetê çawa ne? Em bibêjin li Ermenistanê çawa
ne? Navbera wir û vir çi cihê rengiyek heye?
Kurdên Sovyetê baş dijîn, heta
roja îroyîn jî weke ez bibêjim xerab dijîn. Bindestin na, serdest in baş dijîn.
Lê hema dereceya Ermenistanê her wekî ne ku Ermenistan tenê dereca hemû welatên
Sovyetê îro ne rind e. Di navbera me û kurdên Bakûr û Başûr de ev cûdatî heye.
Em zimanê xwe bêqedexe dixwînin û rojnameyên xwe serbest dikirin. Radyoya me
dibêje û kes ji me re tiştekî nabêje. Em wextê dawetên xwe dikin çiqas der
cîranên me hene. Ez ji bo Ermenistanê dibêjim, ew di pêşiya me de têne govend û
şahiyên me…
Mamoste Aslîka Qadir em dixwazin
hûn xwe bi xwendevanên me re bidine naskirinê?
Ez li Ermenistanê bûme, li wir mezin bûme. Min li wir jî
dibistan kuta kiriye. Niha jî di wezaretxaneya rewşenbiriyê de dixebitim.
Metodista zimanê Farisî û Ermenî me wisa jî mijûl dibim li mektebên Kurdî de û
li ku derê zarokên me hîn dibin.
Min bala xwe da ser van
kilamên ku we li vê derê digot. Hûn helbestên xwe çawa çêdikin, ev helbest
afirandinên we ne, an na?
Na, ez bi xwe çênakim. Ez 17 salî bûm di unîversîteyê de di
qursa yekemîn de hîn dibûm. Egîdê Cîmo ez peyda kirim, yanî ez dîtîm û kilamek
ji bo min nivîsîbû… kilama Kurdistan welatê me Kurdistan e milet hemû bira ne,
dibe ku we bihîstibe. Çimkî di radiyoyê de gelek caran hatiye gotin. Ew sala
1964an bû di wê salê de ez hesab dikim, dengbêja radyoya Ermenistanê, lê tevî
wê dengbêjtiyê ez dersgirtiyê mamostetiyê dikim.
Di navbera zimanê kurdî
û ermenî de, di navbera çandên wan de çi ji hevdûrtî an jî berhevtî heye?
Erê, ez nikarim bêjim gelek mînak li ser zaravayên ermeniyan
hatine gotin. Yanî helbestvan û nivîskarên ermeniyan gelek îstîfade kirine ji
folklora kurdan. Mixabin e ku di dema xwe de helbestvanên me nivîskarên me
nikarîbûne, yanî nexastine, mecalê wan tune bûne bixebitin li ser van giliyan.
Niha jî ewqas xebat hene em dikarin bêjin ev ya me ye, an jî ya ermeniyan e, em
dizanin ku ev ji bingeha edebiyata kurdan tên.
Mamosteyê min, Egîdê Cimo kî ye?
Ez di sala 1932an de li
Ermenistanê ji dayik bûme. Di zarokyiya xwe de min gelek ji sazbendiyê
hezdikir, li pey sazbendiyê gelek geriyam. Paşê di sala 1955an de radyoya Kurdî
li Yêrîvanê vebû, ez teklîf kirim. Ez çûm di vê dereceya sazbendiyê de min kar
kir. Ez çend sal bi çêtînî ketime gundan, ketime radyoyan min hunermendên bi
merîfet top kirin, amade kirin û fonda radyoya Kurdî min da dewlemendkirin. Ez
çûme kolejê ya sazbendiya Orteyê min ev der di 5 salan de qedand û cardin
hatime radiyoyê. Min bi xwendina kolejê ve dereceya xwe ya sazbendiyê hinekî
bilindtir kir û gelek afirandinên min hene, em bibêjin li ser piyanoyê, filûtê û
hacetên sazbendiyê. Li ser meyê zûrneyê fiqê... li ser kilaman min weke çend
kilaman amade kirine. Di radiyoya Kurdî de gelek keda min heye. Min ji hezarî zêdetir
kilam û meqam amade kirine.
Dibêjin her Kurdek tena serê xwe hozanek e, ev gotin rast e an?
Li ser vê rastiyê nivîskarê ermeniyan
ên eyan Abovyan jî dibêje her jineke kurd û mêrekî kurd dengbêj e. Helbet ev
rewş ji kuraniya civata me û ji çand û toreya me tê . Ev yek îro xwe dide
nîşan. Ev rastî min jî dîtiye. Di govendên me de, şahiyên me de ev rewş hene.
Ev ji dewlemendiya edebiyata me
tê gelo?
Helbet, helbet...
Ev hacetên ku tu li ser wan pispor î, di muzîka me ya gelerî de çiqas
têne xebitandin?Di toreya me û muzika
me de, ez wiha bibêjim; pêşî bilûr, mey, fîq û tembûr. Her çar hacetên muzika
gelerî ne. Ev hacet di kûraniya dîroka me ya edebî de ji aliyê aşiqan ve hatine
xebitandin? Gelo ev muzîka ku hûn çêdikin, ev meqamên ku hûn diafirînin bingeha
xwe ji destan û baweriyên gelê me distînin?
Muzîka ku em bi van hacetan ve
çêdikin, giş ji motîfên gelerî tên. Ez niha li ser poema Heso û Zelxê dixebitim.
Ev poêm Vartanêz Papazyan nivîsiye. Min jî li ser xîmên wê “Lûr de lûr” fantaziya nivîsiye poêma “Heso û Zelxê” di
hûndirên xwe de nimûneyên muzîkê dide hewandin.
Mamoste Arsen Polat, xebatên te
derheqê tiyatroyê de çi ne, xebatên te di kovar û rojnameyan de derdikevin?
Di kovaren de wisa jî di
rojnameyan de gelek gotarên min derheqê tiyatroyê de derketine, hatine
neşirkirin. Ji bilî van gotarên min, gelekî jî min pîyes nivîsîne, senaryo dane
amade kirin. Ev e 20 sal e, ez di tiyatroyê de dixebitim. Senaryoyan hemû ez
dinivîsim. Niha di tiyatroya me de wek 50 afirandinên biçûk henin. Min ev
nivîsîne, ez piyesên mezin jî çêdikim ên Viliam Saroyan. Wisa jî li ser Gogol dixebitim.
Lê derheqê tiyatroya kurdî de min hê xebatên hêja nekirine. Edebiyata me pirr
dewlemend e û wisa jî folklora me, hema ji bo pandomîmayê. Wekî heta roja îroyî
bûkê me, ez nizanim li ba we çawa ne, li ba me bûk bi xezûrên xwe re xeber
nade. Bi çepik û destan ramanên xwe dide îfadekirin. Ev pandomîma ye.
Mamoste Aslîka Qadir, hûn
dikarin di dawî de ji me re tiştekî bibêjin, her wekî armanca hatina we li vir
çi ye û we çi dît?
Wela em hatin ji bo daweta NÇMê em hatin wekî xebatan bikin, ji bo
miletê xwe, enerjiya xwe ya di vê riyê de bidin xerckirin. Xincî vê yekê Mamoste
Arsen Polat got wekî em hîmê tiyatroya Kurdî li vê derê deynîn. Lê me çawa dît
wek li vir ev kar bi dijwarî dê pêk bê, wekî li vir her tişt qedexe ye.
Arsen
Polat: Lê tiyatro gere bê çêkirin, ez tim û car dibêjim, dîsa jî dixwazim
bibêjim: Eger îro welatê me tune, serbestiya me tune, ev ewqas şerm nîne, lê em
sî û çil milyon Kurd in tiyatroyeke me tune be ew şerm e.
Ji Rojnama Axîna Welat:
“HEVPEYVÎNEK LIGEL
REJÎSORÊ KURD ARSEN POLAT”
Axîna Welat: Diyar e wê
suhbeta me hinek tevlihevî tê de hebe; çimkî warê ku hun tê de kar dikin ji me
re gelekî nenas e. Ji ber vê çendê hevpeyvîna bi we re dikare formek
basît bistîne. Ev yek dikare ji pirsa pêşîn bête xuyakirin. Ji kerema xwe re
xwe bi xwendevanên me bide nasîn.
Arsen Polat: Li
ser min pir tişt hatine gotin û nivîsandin. Li gel wiha jî, di navbera demekê û
demekê de, neçar dibim ku gotinên xwe dubare bikim. Ez li Ermanîstanê jidayika
xwe bûme. Xwendina xwe ya pêşîn min li Yerîvanê kuta kiriye. Lê belê min
xwendina xwe ya şanoyî li Moskoyê bire serî. Piştî min instîtut xilas kir, min
li Moskoyê wek aktor li ''Tiyatr Kînoaktiyorov'' kar kir. Li vir jî min dest bi
dersên pantomîma kir. Dûre ez li Orjonîkîdzê xebitîm û li vir jî min grûba
pantomîmê çê kir. Min bi xwe jî wek aktor dilîst. Sala 1972an bi armanca
avakirina tiyatra pantomîma min dawetî Ermanîstanê kirin. Li wir cara yekemîn
min, li Yekîtiya Sovyetê tiyatra pantomîma me damerizand.Di qunaxeke gelekî
kurt de şanoya me ciyê xwe yê layîq di nav tiyatrên vî janirî de girt. Di
pêşbaziyên navneteweyî de me gelek xelat wergirtin û sala 1975an de me xelata
yekemîn a festîvala ciwanan û xwendevanên cîhanê stend. Niha jî careke din ez
li Moskovayê me lê vê carê ez dê ji bo xwe, ji bo tiyatra kurdan bixebitim.
-Bi hatina we kêfxweş dibin. Li gora gotina
we, we xwendina xwe ya şanoyê li Moskovayê kuta kiriye. Gelo di çi warî de bû?
Ma faqulteta pantomîma li vir hebû?
Min înstîtûta şano di warê rejîsoriyê de kuta kiriye. Wê gavê
hînkirina pantomîma li Sovyetê tune bû. Dûre Kafîdira li instîtûta sînemayê
vebû.
- Çima bi taybetî we ev mijar(janîre) ji xwe
re pejirand?
Bi xwe ez rejîsorê şanoyê me, lê min warê karê xwe guhart.
Çimkî janîrê pantomîma dijwar e û ez jî hez ji xebata dijwar dikim. Xebata aloz
û çetîn bêtir nêzî dilê min e. ji ber vê yekê min dixwast bibim kazkadiyor...
Lê wê salê kazkadiyor ji bo sînemayê qebûlnedikirin loma jî min îmtihana
rejîsoriyê da, lê pantomîma? Ez ji mêj ve hez jê dikim. Ez hez wê yekê dikim.
Gava mirov bikaribe êş û derdên xwe bêdeng xuya bike gotineke Çarlî Çaplîn ya
giranbuha heye. Ew dibêje: ''Ji bo
diyarkirina xurcilandina nava xwe pêwistiya mirovatiyê bi tabîrên lalitî
heye. Her çiqasî axaftinan mirovan bêdew û sipehî be.'' Ji gotinên vî hosteyê
mezin xuya dibe êdî pantomîma çi ye û çi di xwe de gewde dike.
- Ligel wiha jî em ê
pirsa xwe bikin. Gelo pantomîma çi ye?
Pantomîma bêjeyeke yewnanî ye, bi wateya xwe ya tîpa wî
lêpoktiya û pêşkêşkirina wan tê gotin, ku welatê pantomîma yê pêşîn Yewnanîstan
bû, lê ez dibêjim nabe ku em welatekî bikin ciyê çêbûna pantomîma. Heger Darwîn
dibêje ku pantomîma berî meymûnê hebû... lêpokiya ku meymûn dike artîstên xwedî
hunerên mezin nikare bike... Bi vê yekê mirov dikare bibêje ku pantomîma
hunerekî pirr kevnare ye. Helbet ew li Yewnanîstanê bi pêşketibû. Ne dûre ku ji
ber vê yekê Yewnanîstan dikirin welatê pantomîma. Paşê li Italya û li Ewrûpa
belav bû her wiha jî wê ciyê li rojhilatê jî girtibû. Ew yek li nik me kurdan
jî hebû. Bi kurdî jê re dibêjin lêpok.
- Li Sovyeta berê ev
janîrê ha ne gelekî pêşketîbû. Gelo ji ber çibû?
Di qonaxekê de li Ewrûpa û li Yekîtiya Sovyetê ev janîr ciyê
guhdariyê bû... Tevî ku serkarên dewletê hez ji vî janîrî nedikirin. Lîstika bi
senaryo dihate fêmkirin û ku dijî sîstemê bihata gotin, rê li ber digirtin. Lê
pantomîma rengekî ji rengê hunerê ye, ku astengiyê zimên jê re nînin. Dibe ji
ber vê yekê serkarên dewletê jê hez
nedikirin. Loma jî dema Sovyeta berê nedihiştin ku şanoya Mîrxultiya di vî warî
de bidome.
- Tê wê menê ku pantomîma bêjeya
veşartî ya di bin bêjeya ku tê gotin?
Na, artîst pêla
lîstika xwe dike, dixwaze tabîra êşa nava kesê ku bi rola wî radibe derxîne
derve.
- Bi vê yekê, dibe ew
li hemberî hinekan, an jî dijî hine diyardeyan rabe...
Helbet, ew dikare tabîra vê yekê jî bike. Lê bi cewherê xwe,
pantomîma diyarkirina nehêniyên însan e. Xwiyakirina hisiyeta mirov, bi rêya
lêpoktiyê barekî giran e û pirr aloz e. Ji bo vê yekê hunerekî mezin ji
artistan tê xwestin.
- Hûn çawa artistan ji
bo vî janirî dipejirînin?
Di vî janirî da gava herî girîng
bijartina artistan e. Heger rejîsor bikaribe ji sedî pênc kesan bijêre wê
gelekî baş be... Ji rewiştên artsîstan ez dêna xwe didim hostetiya wan û
pehlewanî li nik min dereceya duyemîn e.
- Mebesta we bi hostetiyê çi ye?
Bi xwe ez meyildarê pantomîma
diramî me... Ji ber vê yekê gerek nermiya laş bibe gotina tabîrî ev jî tenê
artîstên xwedî huner dikare bike.
- We got ku, vê carê ji
bo xwe, ji bo şanoya kurdan bixebitim. Gelo hên ê ji çi dest pê bikin?
Ez ê ji gava herî aloz û çetîn dest pê bikim, ew jî bijartina
artîstan e. Hûn pê dizanin temenê min ne hindik e, ez pêncî û çar salî me û di
vî temenî de ji sifirê destpêkirin ne karekî hêsan e, lê pêwist e ev neqeb
derbas bibin... Bi xwe ez meyildarê karê zehmet û aloz im. Di nerîna min de
karê sivik fikra sivik bi xwe re tîne. Wek rejîsor ez dixwazim careke din, xwe
îmtîhan bikim.
- Wê tema li ser çi be?
Niha ez li ser temayê nafikirim. Berî her tiştî ez artîstan
amade bikim û li gora îmkanên wan, ez ê tema xwe bipejirînim.
- Û gotina we ya dawî?
Asoyek fireh ji bo rojnameya we û hêviya min ya mezin heye dê
şanoya kurdî bête damezirandin. Ez dizanim îsal sala Ehmedê Xanî ye û ez gelekî
dixwazim ku senaryoyeke di derbarê xebat û jiyana wî de, bête nivîsandin. Min
gelekî dixwest ku bi piyesekê li ser Ehmedê Xanî, min dest bi xebata xwe
bikira.
- De bila hêvî û planên
we bi cih bibin!
Spas.
Yorumlar
Yorum Gönder