Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Aralık, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Yadîgarî

    Berê paceya odeya Xanim D’Armende miqabilî Broadwayê û şanogehên wê bû. Lynette D’Armendeyê berê paldanka xwe guhertibû û pişta xwe dabû Broadwayê. Ew lîstikvanek bû û pêdiviya wê bi şanoyên Broadwayê re hebû lê pêdiviya Broadwayê bi wê tunebû. Ew li Hotêl Thalia dima. Lîstikvan havînî dihatin vir û ji bo bikaribin karekî bidestxin heta payîzî li benda şanoyên biçûk ku dest bi sezona xwe dikirin diman. Odeya Xanim D’Armandeyê yek ji wan odeyên piçûk î hotêlê bû, lê li vê derê gelek bîranînên wê hebûn û her wiha hin wêneyên hevalên wê yî herî nêz jî hebûn. Wê niha li wêneyekî ji wan dinêherî û pê re dibişirî.     Xwe bi xwe go: “Xwezî min bizanibûya niha Lee li ku ye.”   Wê li wêneyekî Xanim Rosalie Rayê dinihêrî, jineke pirr bedew î ciwan bû. Di wêneyê de, Xanim Ray bi etekekî kurtî kin li ser hêlanekê bû. Her şeva wê ya şanoyê li ser hêlana xwe ya bilind di ser serên hemû temaşevanan re ba dibû.   Dema ew wiha li ba dibû, hemû mêrên li şanoyê bi sergermî radibûn serp