Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ocak, 2016 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ji Arşîvê: Hevpeyvîna Mehmet Uzun bi “Şêrko Bêkês” re*

( Mehmet Uzun )  Wêkî Şêrko Bêkes jî di axaftina xwe de tîne ziman, ew bi şîîrên xwe ve bûye dengê nalîna belengaz,  hêvîya pêşmergeyên Kurdistanê. Lê Şêrko Bêkes jî wekî hemû mihacirên kurd ji mihacirtiyê, xeribiyê bîhnteng e. Lê ew dibêje “ Kurdistan di dilê min de ye” û weha dom dike:   - Kak Şêrko, gerçî tu şaîrekî naskiriyî, lê dîsan jî, eger bikaribî, wekî destpêk, hinekî behsa xwe bikî… Şêrko Bêkês : Her dubare dibe, lê bi kurtî jiyana min weha ye: Ez di sala 1940an de, li bajarê Silêmanî hatim dinê û kurê şaîre kurde yê naskirî  û  navdar Faîq Bêkes im. Min  xwendina  xwe ya  bingehî  û  navîn li  Silêmanî û   Bexdayê  temam kiriye. Hingê min dest pê kir ji edebiyata kurdî, bi taybetî  ji şiîra kurdî ya nûjen bala min kişand, bi  taybetî  min  şiîrên Goran  û  Herdî  xwendin.  Yekemîn car min şiîrên xwe  di rojnama hefteyî  ya Silêmanî “Jîn” de belav kirin. Bêguman şiîrên min yên wê  demê, ji aliyê hunerî, gelek qels bûn. Lê ew dem di jiyana min ya şaîriyê de gavek bû.

EBDULLAH GORAN (1904 - 1962)

                                                               Goran di sala 1904an de li bajarê Helebçe ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seratayî li medresê dest pê dike, li vir xwe fêrî zimanê erebî, tirkî û farisî dike. Di sala 1919an de ku piştî ku bavê wî wefat dike ji bo xwendinê diçe Kerkûkê.  Di  17 saliya xwe de (1921) pexşaneke wî di rojnameya Pêşkewtin de tê çapkirin. Dîwana wî ya bi navê “Geştî  Hewreman” di sala 1931ê de li Silêmanî tê çapkirin. Operêta bi navê "Gulî Xwênawî" li van bajaran tê pêşandan:   Piştî wê jî vedigere Helebçe weke mamoste dixebite. Di salên şerê cihanê yê duyemîn de (1940-1945) li Felestînê di Radyoya Yafa beşa kurdî de dixebite.  Di wexta şerê duyem ê cîhanê de, Refîq Çalak û Goran û Remzî Qezaz hatin hilbijartin û ji bo di êstgehê de bixebitin çûn Yafaya Felestînê. Wê demê li wir bi gelek zimanan êstgeha rojhilata nêzîk hebû ku ser bi “BBC”ya Berîtanyayê bû. Li vê êstgehê ji bo artêşên“Îngîltere, Ferensa, Emerîka”yê propagende di

Ji Arşîvê: Hevpeyvîna Mehmet Uzun bi “Hesenê Metê” re*

Mehmet Uzun: Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa xwe û jiyana xwe bikî? Hesenê Metê: Di sala 1957an de li gundekî Erxenî ji diya xwe bûme. Zaroktiya min li gund buhuriye, dûre bi qasî deh salan ez li hêla Mêrsînê mame. Piştî jûnta 1979 an ez jî mecbûr mame ku ji welêt derkevim. Di sala 1983an de ez hatime Swêd.  Te  kengî û çawan dest bi nivisînê kir? Çi tesîr li te kir? Ez bawer im aksiyona  nivîsandinê, bi gotineke din karê nivîsandinê, ne karekî wusa ye ku meriv di demekê de an jî di carekê de biryara xwe bide û dest pê bike. Destpêka nivîsandinê, dûmahîka prosesekê ye. Proseseke mereqdarî, daxwaz û hunermendiya rûhî ye. Bêguman ev tişta, dûre di dewlemendiya jiyanê re derbas dibe, tev stîl, form û hûnandinên xweş, tê li jîrî û zanebûna meriv disekine. Û ev prosesa ji bo min hîn jî dom dike. Ji ber vê yekê gelek dijwar e -bi kêmanî ji bo min- ku ez bibêjim, min di payiza sala x’ê de dest bi nivîsandinê kir, an jî ezê dest pê bikim. Piştî ku ez ji welêt derketime, pirs

NÛSEREKÎ BERHEMDAR û MAQÛLEKÎ DILNIZM “SERKAN BIRÛSK”

"Min nedixwest ku ez ji wêjeyê pêştir bi karekî din dakevim." "Dema di serê min de fikra çîrokekê dimeye an jî bûyerek diqewime ku hestên min dilerizine, ez êdî nema karim xwe ji wê rizgar bikim." Çetoyê Zêdo: Praniya xwendevanên Kurdî yên li Bakur cenabê te bi romana we ya “Evîna Bêcirekî” û bi wergerên we navê we bihîstin, pişt re piraniya wan, ez dibêm weke min, pê hisiyan ku ji zûde ye ku hûn bi karên wêjeyê mijûl in, lê dîsa jî em dora pirsê neguherin û  bixwazin ku hûn kurtejiyana xwe bi me re par ve bikin?    Serkan Birûsk: Berî niha bi çil û heyş salan, ez li gundê çend malî ku hemû xizmên hev in hatime dunyayê. Gundê Serêkaniyê yek ji gundê xweş ê Nisêbînê ye. Ev gundê bi dar û av ku navê xwe daye min û zaroktiya min li qalib xistiye, jiyana min jî di bîranînên xwe de dîl girtiye...  Ji roja min wek zarok bîra dunyayê birîye û heta niha pirsgirêka herî dijwar û neçareserkirî Kurdistan e. Di zaroktiya min de Apê min Zibêr Yildirim wek pêşmerge ji şo