Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Teyba Dawî ya Krap etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Şovelyekî Şanogeriya Kurdî: Hilmî Demirer

Hilmi Demirer , di sala 1946an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa  ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.  Di 1972an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ) Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike.. Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe didomîne. Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin? Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiya...