
Hilmi Demirer, di sala 1946an de li Binxeta Sûrî hate dinê. Tevlî malbata xwe di sala 1952an de bi efûya giştî ji koçberîyê vegerîya Bakurê Kurdistanê warê axa ya bav û kalên xwe Êlihê. Di darbeya leşkerî ya 1960an de tevî bavê wî çend kesên din ji malbata wî hate girtin û wan dişînin girtîgeha Qampa Sêwasê. Pişt re bi malbatî dîsa ji axa xwe sirgûnî Polatlı ya Anqarayê dibin.
Di 1972an de ji zanîngeha “Güzel Sanatlar Akademisi” (MSÜ)
Stenbolê, ji beşa Mîmariyê mezûn dibe. Hertim bala wî li ser kar û xebatên huner
û şanoyê bûye. Ji bilî mîmarîyê wêje, ji Ingilîzî bo kurmancî wergeran dike..
Bi awayekî çalak di dûbla kurdî de jî dixebite. Bi şanoya Beckett ya “Teyba
Dawî ya Krap” re di şanoya Kurdî de deng veda û bi awayekî çalak karê xwe
didomîne.
Çetoyê Zêdo: Teyba Dawî a
Krapp, çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin?
Hilmi Demirer: Pêşî lêkolîneke berfireh li ser
kesayetî, rêbaz û berhemên Samuel Beckett hûr bûm. Min dît ku wek çiyayekî asê
li ber min e. Xebata min, mîna bi kevçîyê çayê kolandina bîrekê bû, ya herî zor
di nav sûrrealî û mînîmalîzmê de wergera ji Ingilîzî; muzîkalîte, teql û ahenga
dîyalogan wek bi esl û formên xwe bimîne, ango bi gotineke din, ji nivîskar qet
dûr nekevim. Guman dikim ku bi saya peyv û rêzimana kurdî ya rengîn û zengîn ve
bi ser ketim e.
- Heta niha Teyba
Dawî ya Krap li ku hate listin û çend cara hat pêşandan?
Cara yekem li Festîvala Tbilîsê. Dûre
li festîvalên Êrevanê, Stenbolê û Londonê. Bi temamî 11 caran hat lîstin.
- Tu ji kengî ve
bi şanoya kurdî re têkildarî?
Cara pêşîn, dê û bavê min ji min re bi
xwendina helbestên Cegerxwîn û çîroka wî a “Cim û Gulperî”dest pê kir. Ya duyem
bi hevaltiya Mihemed Uzun re jî bi destana “Gilgamêş” û ev a bîst salan e xebatên
min ji nivîsên “Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mele Xelîlê Sêrtê,
Qanatê Kurdo, Hesenê Metê, Jan Dost, Mehmed Dijle” ve agirê şanoyagerîya min hê
gurtir bûye.
- Ji kerema xwe bi
giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Cara pêşîn divê mirov zanibe ku wê bi
kîjan şanogeran re kar bike, divê fikir ramanên meriv nêzî hev bin. Li ser
mijar û nivîskarê berhemê, bûyer û karakteran lêkolîn dive. Bi vê berhemê hûn ê
çawa û çi peyaman veguhêzîn temaşevanan, divê kifş be.
- Ji bo te şano û şanogerî
tiştekî çawa ye?
Şano, deng û dîmenên jiyînê ye. Cîhan nasîn e û rûyê jiyanê ye. Di nav civakê de ji xwe bawerî ye. Ez bêyî azadiyê nikarim bi şanoyê mijûl bibim. Kesê ku ne xwedî bawerî, kesayetî û nasname be û hay ji azadî, fikr û ramanên nebe, di jiyana xwe de ne xwedî armanc be, nikare bibe şanoger…
Şano, deng û dîmenên jiyînê ye. Cîhan nasîn e û rûyê jiyanê ye. Di nav civakê de ji xwe bawerî ye. Ez bêyî azadiyê nikarim bi şanoyê mijûl bibim. Kesê ku ne xwedî bawerî, kesayetî û nasname be û hay ji azadî, fikr û ramanên nebe, di jiyana xwe de ne xwedî armanc be, nikare bibe şanoger…
- Çi hêza te ya
hunerê xurt dike?
Niha em dikarin qala bingeha şanoya
kurdî bikin ku ew heye. Di pêşerojê de wê bi wêjeya kurdî û şanogerên xemilî ve
wê xurtir bibe. Bi nêrîna min, berê qada şanoya kurdî bi giştî ji şanoya dinyayê gelek
dûr bû, ji aliyê formasyon, têgihînî û teknîkî ve. Giringî dabûn adeptasyonan,
helbet fikra adeptasyonê ne hewleke xerab e, lê dozaja wê girîng e. Îro asta
şanoya kurdî zêde bi pêşvê çûye û ber bi şanoyeke neteweyî ve diçe. Bawerîya
min ew e ku di pêşerojê de wê bi hemû disiplînan ve wê bigihîje qadên nûjen û
navneteweyî.
- Bandora kîjan
şanogeran li te çê bû?
Na, di bandora tu şanogeran de nemam.
Lê şangerek, li gor min divê ku li ser dikê peyv, liv û hêza derbirana xwe baş
bi cih bîne. Ji vê pê ve ji aliyê şîrovekirin, teknîkî, şêweya bixweser û
razberî ve Şanoya Polonya yê diecibînim.
- Ji klasikên
şanoya cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
A. Çêxov, H. Îbsen,
F. Dostoyeskî, B. Brecht, S. Beckett…
- Vê gavê tu li
ser çi mijûl î?
Niha dîsa li ser lîstikeke S. Beckett,
bi navê “Happy Days” ango bi kurdî “Axx… Ew Rojên Bextewar”, xebata xwe
didomînim. Jinikeke kamil heta singa xwe di nav axê de ye, tîrêjên tavê li ser
wê ye, tav qet naçe ava, dişewite, agir li ser wê dibare. Tê de hin şandinan
hene bo “Komedya Îlahî” ya Dante. Ez vê berhemê di bin sîya tevkujîya Roboskê û
kuştinên me yên nediyar Dayikên Şemîyê de dinirxînim.
-Guhertinên
şanogeriya te hene?
Berê di şanogerîya min de, ez azad û bi
tena serê xwe bûm. Lê vega pêre estetîk û hunermendîyeke kûr, gerdûnî bûn û
nirxên mirovaneyî jî hene.
- Di têkiliya
jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Hilmi Demirer: Bend û qedexe bûn.
- Li gora çavderiyên
te temaşevanên şanoya Kurdî kîne?
Merivên ku têkilîya wan nêzî şanoyê ye,
yên ne kurd hê zêdetir in. Yên kurd jî, ziman û şanohêz, an jî xwendevan in. Bi
giştî, mixabin temaşevanên şanoyê ji xwendinê dûr in, çendin ne ji bo hînbûnê,
bo dembihûrînê an jî ji neçarî tên. Hin jî hene ku cara yekeme tên şanoya
kurdî.
Hin merivên me yên kurd hene ku xwe şanoger
dihesibîn in, baş e ev ne hewleke xerab e. Lê niha ezê devê xwe reş bikim;
Şanogerî xebat û zanebûnî divê, haya wan qet ji rastaxaftinê (diksîyon),
bilêvkirinê (artîkûlasyon) û dengzanîyê jî (fonetik) nîn e. Ji aliyê koreografîyê
jî nikarin li ser dikê baş bilivin û nizanin gewde, dest û pîyên xwe baş
bikarbînin. Li gor pîvanê şanogerên dinyayê bi paş de mane.
- Divê şanogerên
Kurd, kîjan devokan bizanibin?
Li gor fikra min divê bi kurmancî be,
wek mînak Enstîtûyên Kurdî nîşan daye ku ez jî di nav de bûm, bi salan li
televîzyoneke serbixwe li Kurd1’ê devokeke gelêrî û nûjen me bikar anî bû ku,
di wê demê de temaşevanan gelekî jê hez kiribûn, lê qet ne weke tevger û peyvên
bêpergal yê ‘trt 6/kurdî’.
- Li gorî te
rexneya şanoyî divê çawa be?
Divê gerdûnî be. bi armanc, hînkêr û
rojane be. Protest û lêgerîner be. Car caran temaşevanan biêşîne, bi rastîyên
xwe wana sergêj bike.
- Derbarê “perwerdehiya
şanoya Kurdî” de çi difikirî?
Carnan lê difikirim ku wek mînak, li
Zanîngeha Artûklî ya Mêrdînê di beşa Hunerên Bedew de beşeke li ser şanoya
sêpanî, muzîk, reqs-bale û sêwirînerîyê vebe. Ger ku dest pê bike, bawerim wê li
zanîngehên din jî belav bibe, bi hîn bûneke zanyarî û akademîk. Çawa ku ev bi
salan e NÇM, bi tena serê xwe baş bikar tîne, bi şanoyeke gelêrî ‘Teatra Jiyana
Nû’, ‘Şanoya Hêlîn’ çand û huner bi pêş ve bir. Çendin ji wan şanoger û
hunermendên hêja ji agirê dil, berê xwe dan çiyê, bi bawerîya min hê jî cihê
wan vala ye.
- Li gora te şanoya
Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Dibêjim ku bila Şanoya Kurdî bi raman û
şoreşên xwe kurdewarî be, azadîxwaz be, nêzî nîjadperestîyê ne be. Navneteweyî,
gerdûnî be. Bila hemû temaşevanên dinê jî jê sûd werbigire.
- Tu dixwazî kîjan
berhem, bûyer an jî mijar di şanoya Kurdî de hebê?
Li gor min, iro wêjeya kurdî ji şanoya
kurdî hê bi pêştir de çûye. Gelek helbest, çîrok, roman hene ku gihîştine
standarda nivîskarên navdar yên wêjeya dinyayê. Hin mînakan bidim;
romana Jan Dost a bi navê ‘Martînê Bextewar’ her çiqas sêwirî be jî bi devê
biyanîyan rastîyên kurdistanê berçav dike. Di nivîsên Helîm Yûsiv de meriv di
nava valahîyeke mezin de bandorêke kûr û razber dibînî, çend berhemên şanoyê ji
roman û çirokên wî hatine girtin. Yek ji berhemên Hesenê Metê ‘Li Dêrê’ çiqas
çîrokeke bibandor e ku bibe teksta şanoyê, evîneke har û kurdewarî, ji ser axa kurdîstana nerm û germ, dûre koçberîya
welatekî biyanî a hişk û sar.
Yorumlar
Yorum Gönder