Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2016 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ji Hewarî'ya Heciyê Cindî...

Ji romana Heciyê Cindî  "Hewarî".... weke têbinî, îndeks, folklor, hêma, çavkanî...  ên ku min dixwest ez car bi car lê vegerim û ji nû ve bixwazim, bixwînim an careke din lêvegerim...  Kesên Romanê: Profesor Eremyan, Nûrê, Fêrik( Fêrik Polatbegov, Fêyedor Lîtkîn) Elî Emerê Polat- Nihoyê Miho- Bedoyê Mamo( Ev her sêkên te r.97) “Hayastanê û Kubarê” 400, Vebêjer: Kamil (Vebêjerê para yekemîn e, diçe gundên kurda yên nêzî Yêrevanê “Kûrekan”ê) “Ez dixwazim der heqa êla koçkirî de çend giliyan bibihêm çi ka axiriyê wê çawa bû.” r.75 Xewa kamil nayê… 164,  “Kamil dibe Heciyê Cindî-176,190,348- 398” “Jina kurd- yekitî”364-365- Kawa Nemir-190, (Apê Moskov- Şewêş -çîroka bûkê-142-155) Roman bi hatina nameyekê, lêgerîna Fêrîk dest pê dike û bi nameyeke din diqede. (r. 396) Ji vegotina Heciyê Cindî û Serhedê: “Ji çi re” r.27-  “Gotina gotiyan e”, “De bibêje, zû, ez teqiyam gidiyo!” r.29 Kewşenî(Şênahî) r.37  “Malavayo” “Ez di dilê xw

Şahînê Bekirê Soreklî

Di sala 1946an li gundê Mezrê (Mezra E’brûş) yê li rojavayê bajarê Kobanî ji day bû.  Li dû  kutakirina pola 12emîn li Helebê, bi temenê 19 salî ji bo xwendina bilind gihîşt Viyenayê û li dû sê salên li Otrîşê û Almanyayê li bajarê Australî Sydney bi cîh bû. Li Zanîngeha Macquarie ya Sydney, 26 salan wek mamoste, perwerdekar û serpereşt ligel wezareta perwerdeyê ya herêma Australî NSW ma. Di warê xebata kurdewariyê de, ji bilî kar û xebata bo amancên perwerdeyî, niştimanî û komelî, di 1982yan de li Sydney dest bi bernameyeke radyo ya heftane, bi kurdî û înglizî, kir ku dora du salan domand.   Ji sala 1984an heta niha berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya dezgeha Special Broadcasting Service, SBS RADIO dixebite. 50 sal bûye ku ew ji rojhilatê Navîn dûr e, lê nivîsandina bi Kurmancî, karê wî wek rojnamevan û berpirsê bernameyeke radyo, û evîna wî ji bo milletê wî û welatê pêşiyên wî ew ji Kurdan û ji Kurdistanê her nêzik hîştiye. Wergerandina komeke ji gotaran, kurteçîrokan

HELÎM YÛSIV

“Weşanxaneyên Bakur berhemê derdixînin û li benda Xwedê dimînin…” Çetoyê Zêdo: Ez dixwazim vê lêpirsîne bi awayekî giştî (dibe ku hin pirs zêde bin), li ser kar û xebatên cenabê te, li ser bîr û baweriyê, wêje û nivîskariyê û “99 Morîkên Belavbûyî”… Ez ê hewl bidim ji berêvkê de bipirsim, lê vê carê bila pirsa dawî ji “adetê derkeve” û bibe pirsa serê biskê; niha di rojeva we de çi hene, hûn li ser çi dixebitin? Berhemeke we ya li ber çapê heye? Helîm Yûsiv: Di nav destê min de romaneke nû heye. çend meh ji min re divên hetanî ku biqedînim.                                                          - Romana we ya "99 morîkên belavbûyî" yek ji wan pirtûka ye ku di sala 2015an de ya herî zêde hatiye xwendin û tê xwendin. Xwendevanên we ji bo “99 Morîkên Belavbûyî” bi giştî bertekên wan, bala wan li ser çi bû? Xwendevanên vê berhemê, ji we re herî zêde çi pirsîn an jî ji çi dilxweş bûn? (Em dixwazin ji çavderiya cenabê te bizanibin.) Tu dizanî ez ne li we

Bi Alan Ciwan re li ser şanogeriyê

Ji bernama me ya Bêzar ku min û Recep Îçen tevlihevdikir, dor û derfeta hin pirsa nebû, pişt re me ji Alan Ciwan re go, ev nebû, jinûve û me hin pirs spart wî, camêr jî bersivand...  -Tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? (Tu ji ku yî? Tu li ku mezin bû? Heta niha kar û şixûlên te çi bûn? Tu niha debara xwe bi çi dikî? Heta niha te di kîjan şanoyan de cî girt?  û hwd... ) Alan Ciwan: Ez di sala 1990î de li Gundê Hesarê girêdayî Kercosê ya Batmanê çêbûm. Min perwerdehiya xwe ya dibistanî a sereke li Batmanê wergirt heta lîseyê. Di vê navberê de ez pêrgî şanoyê bûm. Di lîseyê de bi lîstikeke şanoya ciwanan min bi awayekî çalak dest bi şanoyê kir.  Li dû 3 lîstikên di bin banê Tiyatro Asmîn de ku ez jî yek ji avakarên wê bûm, di sala 2007an de ez derbasî nav grûba şanoyê a bi navê Batman Sanat Tiyatrosu bûm. Li gel vê komê jî du ji wan lîstikên zarokan bi giştî di 6 lîstikan de wek lîstikvan min cih girt. Di dawiya sala 2009an de jî ez derbasî Stembolê bûm. Di heman salê de ez de