Ji bernama me ya Bêzar ku min û Recep Îçen tevlihevdikir, dor û derfeta hin pirsa nebû, pişt re me ji Alan Ciwan re go, ev nebû, jinûve û me hin pirs spart wî, camêr jî bersivand...
-Tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? (Tu ji ku yî? Tu li ku mezin bû? Heta niha
kar û şixûlên te çi bûn? Tu niha debara xwe bi çi dikî? Heta niha te di kîjan
şanoyan de cî girt? û hwd... )

-Te kengî dest bi şanogeriya "bi kurdî" kir? Tu dikarî qala serpêhatiya
xwe bikî?
Hevnasîna min ya şanogeriya bi Kurdî hinekî dereng
destpêkir. Mebesta min jê ew e ku min li Batmanê bi zimanê Tirkî şanogerî
dikir. Lê belê destpêka min jî bi min şanaziyeke ku min li Stembolê di sala
2009an de li gel komeke wek Destar Theatre dest bi şanoya bi Kurdî kir. Komeke ku
îro bi xebatên xwe bala gelek hêlên şanogeriyê kişandiye ser xwe û di warê
zimanê şanoyê de kêm zêde gihîştiye astekê… Lewra jî dereng bû lê belê di
serpêhatiya min ya şanogeriyê de ciyekî bi qedir digre.
- Malbata
te çawa li şanogeriya te dinerin? Destpêkê çawa bû û niha çawa lê dinerin?
Wek gelek malbatan, malbata min jî berê li ser
şanoyê tu zanyariyeke wan tune bû. Heta ku ez bi serê vebûm. Helbet malbata min
jî dixwestin ku ez dibistana xwe bixwînim û bibim parêzer an jî pîşeyekî ku ez
pê karibim bi hêsanî debara xwe bikim. Lê belê dema pêşandana lîstikê gava di
protokolê de cih wergirtin ji xwe re û li min temaşe kirin. Qanekirina wan
hêsantir bû. Îro ew jî êdî min bi vî
halê min qebûl dikin. Yanî -ji me û ne ji me…
-
Şanogerî ji bo te tiştekî çawa ye? Çi
hêza te ya şanoyê xurt dike?
Mirov dikare bi gelek tiştan kêfxweş bibe. Hin kes
bi gelek tiştên hêsan, hin jê jî bi gelek tiştên zor û zehmet. Lê belê di
bingehê de herdû jî li ser xaleke hêsan desekinin. Kêfxweşî… Ev kêfxweşiye ku
ez di şanogeriyê de berdewam im. Tu peyameke min a mezin tuneye mixabin di
şanogeriyê de. Ez bi tenê dixwazim bi şêweyê herî xwerû “bilîzim”.
-
Tu dikarî hinekî qala derûniya xwe yî di şanoya "Di Tiwaletê de"
bikî?
Lîstika Rênas Jiyan a bi navê Di Tuwaletê De pêleke
dirêj bû ku bala me dikşand lê belê ji ber şert û mercan an jî ji ber
bêderfetiyê me nekaribû wê mîna riyekê bidin ber xwe. Axirê me biryar da û me
dest pê kir. Him ji ber pênûsa nivîskar û him jî ji ber şêweyê karkirina li ser
lîstikê di dema provayan de, li ser bedena min xwedî ciyekî bi qîmet e ev
lîstik. Lewra ne li ser eqilekî lê li ser bedenekê hatiye barkirin ev lîstik.
-
Ji destpêkê heta niha di lîstikvaniya te çi hat guhertin? (û niha ji bo lîstikvaniya
xwe, tu çi dikî û çawa dixebitî?)
Lîstikavanî û pîşeyên din dibe ku gelek cudahiyên
wan hebin ji hev lê ji gelek hêlan ve jî dişibin hev. Karkirin, têgîhiştin,
disîplîn… Min berê jî kar dikir lê ez tê nedigihîştim. Vêga têdigihêm hin bi
hin. Ku min ev kar û xebat hê bi disîplintir jî kir di jiyana xwe de hingê dê
asta sêyem jî pêk bê. Ango hêdî hêdî ez wê giraniya bar hîs dikim li ser milên
xwe. Lê belê hê gelek rê û rêçok hene ku pêwiste ez ji wan derbas bibim.
-
Şanoya ku niha tu tê de dilize bi yek kesî ye, li ser şanoyên bi yek kesî
ditînên te?
Dawiya dawî tu bi tenê yî li ser dike, tu kes tuneye
kut e jê xelas bike. Lîstikên ku lîstikvan pir in di warê lîstikvaniyê de
pêkanîna hevsengiyê hêsantir e. Lê di lîstikên yek kesî de hemû bar li ser
pişta lîstikvan e. Yan tê bi serkevî yan jî tê noqavî wê bibî…
-
Kurmancî di lîstikvaniya te de, bandorê li çi dike? Têkiliya zimên û laş?
Zimanekî ku ez pê mezin bûme, dengekî ku ez pê
hatime xwedîkirin. Helbet dê têsîra wê ji zimanekî din an go dengekî din
cudatir û mezintir be. Kurdî jî ev e ji bo min. Ew dengê ku ez xwe pê xwedî
dikim. Him di warê lîstikvaniyê de, him jî di warê mirovahî de…
-
Tu dikarî qala koma şanoya "Destar"ê bikî? (Xebatên wê, lîstikavanên
wê û temaşevanên wê..)
Destar di sala 2008an de bi pêşrewiya Berfîn
Zenderlîoğlu û Mîrza Metîn hate avakirin. Komeke ku xebatên xwe bi Kurdî dike.
Di xebatên xwe de li gel çanda kurdî ji şêweyên nû yên şanogeriyê jî sûdê
werdigre û xwedî derdekî ye. Dorpêçî û çewisîna mirovahiyê, pirsgirêka ziman
perçeyek ji vî derdî ne. Heta vêga bêhtirî 10 lîstik ji medbexa Destar Theatre
derketine di vê çarçoveyê de.
-
Tu dikarî qala şanonameyên xwe bikî? Hayê min tenê ji "Fantezî" heye
wekî din tiştekî ku te nivîsandiye heye...
Nivîsandina lîstikên şanoyê pêlekê wek tecrûbeyekê
bû ji min re ku min xwe tê de ceriband.
Li gel Fantezî, teksteke min a bi navê Raya Qaçax jî heye. Lê belê ez di
warê nivîsandina lîstikan de tu dahatûyekê nadim ber xwe. Ez bêhtir dixwazim li
ser lîstikvaniyê bikolim.
-
Li gorî te ferqa şanoya kurdî û şanoya "bi kurdî" çi ye?
Di xebatekê de bikaranîna hin motîfên çandekê, nayê
wê wateyê ku tiştekî resen û taybet bi wê çandê derketiye holê. Wek çawa ku di
wêneyekî de resimandina jineke Kurd li gel rengê kesk û sor û zer,
têgeheke wek “wênesaziya Kurdî” dernaxe holê, di şanoyê de jî tenanet
bikaranîna zimanê Kurdî, wê xebatê nake “şanoya Kurdî”. Lê dike şanoya bi
kurdî. Şanoya Kurdî helbet berî her
tiştî pêwistî bi zimanê xwe heye lê belê ev ne tenê zimanê axaftinê, di warê
şêweyî de jî pêwistî bi zimanekî heye.
-
Bandoran kîjan şanogeran li te çê bû? Tu dilê xwe dibijîne kîjan şanogeran?
Mixabin hê dîrokeke dûvedirêj ya şanogerên me
çênebûye ku ez navên wan rêz bikim. Lê ez dikarim bibêjim ku xebatên min yên li
gel Mîrza Metîn bandoreke xweş li min kirin di riya berdewamiya şanogeriyê
de.
-
Li gorî te şanoya Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Her diçe berhemên nû derdikevin û li gel van
berheman neferên şanoyê li Şanoya Kurdî zêde dibin. Ev jî dilxweşiyeke û hêviyê
dide.
-
Di şanoyên bi kurdî de sedemên pêdîviya "jorênot"ê(üstyazı) çi
ne?
Ev ne tenê pêwistiya şanoya Kurdî ye. Her komên ku
dixwazin xwe bighînin însanên nû, fikrên nû vê riyê bikar tînin. Helbet li dû
ya Kurdî rastiyeke din jî heye. Ew jî ew e ku gelek Kurd bi qasî ku bi zimanê
xwe yê zikmakî li lîstikeke şanoyê temaşe bikin bi zimanê xwe nizanin.
-
Tekiliya te bi wêjeya Kurmancî re çawa ye? Te îsal kî xwend?
Wêje bixwe yek ji çavkaniyên girîng e him ji bo
nivîsînê û him jî ji bo lîstikvaniyê.. Lê ez ne wek pêwistiyekê lê dinêrim.
Kêfa min jê re tê. Ji ber ku em hê di
serê salê de ne, bawer im mebest jê sala çûyî ye. Mehmet Dîcle, Fırat Cewerî
,Şener Ozmen, Ciwanmerd Kulek,Jan Dost,Fawaz Huseyn. Her wiha bi wergera ji
Erebî pirtûkên Selîm Berekat yên Perik û Feqiyên Tariyê, wekî din ji wêjeya
Soranî jî min ew derfet dît ku çend
nûserên hêja bixwînim. Wek Ferhad Pîrbal, Bextiyar Elî, Şêrzad Hesen…
-
Çavderiyên te yên ji bo şanoya Bakûr û lîstikvanên wê? Herî zêde tu ji çi aciz î?
Li Bakur pêşengiya şanoyê vêga Şanoya şaredariya
Amedê dike bi lîstikên xwe yên balkêş. Wekî din jî ji bilî çend lîstikên ku min
di festîvalê de li Batmanê temaşe kiribûn mixabin tu derfeteke min nebû ku ez
tiştekî din bibînim. Li Batmanê şanoya şarederiyê û li gel wan çend komên
taybet li gelek bajarên Bakur di xebatên xwe de berdewam in tiştê dizanim. Ez
nikarim li ser tiştekî ku min nîvco dîtiye rexneyeke giştî bikim.
-
Ji bo listîkvanên nû, tu dixwazî çi
bibêjî?
Ger dil hebin ku di şanoya Kurdî de berdewam bin,
berî her tiştî bi zimanê xwe bila xwe têr bikin, bi çanda xwe baş bizanibin û
bila guhê xwe tijî dengê Kurdî bikin. Li dû wê kesê ku bixwaze tiştekî bike ji
xwe erkên din wê di dahatûyê de derkeve pêşberî wan…
- Çi kar û xebat li pêşerojê li benda te ne? Niha herî zêde bala te li ser çî ye?
Destar bi
xebatên xwe piştî ku dilê me û guhdaran hemûyan reş kir, vêcarê jî dê bişirînekê vede li ser ruyê me bi lîstikeke
Muzîkalî. Ger tu tengasî dernekevin ezê jî tê de wek lîstikvan cih bigrim. Ji
bo pêşerojê jî wekî din şer heye dîsa mixabin… Di nav keşûhewayekê de ku ev qas
kes jiyana xwe ji dest didin, şanoya min ya “kêfxweşiyê” ne ciyê kêfxweşiyê ye…
Yorumlar
Yorum Gönder