Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Operetî Guliy Xwênawî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

EBDULLAH GORAN (1904 - 1962)

                                                               Goran di sala 1904an de li bajarê Helebçe ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seratayî li medresê dest pê dike, li vir xwe fêrî zimanê erebî, tirkî û farisî dike. Di sala 1919an de ku piştî ku bavê wî wefat dike ji bo xwendinê diçe Kerkûkê.  Di  17 saliya xwe de (1921) pexşaneke wî di rojnameya Pêşkewtin de tê çapkirin. Dîwana wî ya bi navê “Geştî  Hewreman” di sala 1931ê de li Silêmanî tê çapkirin. Operêta bi navê "Gulî Xwênawî" li van bajaran tê pêşandan:   Piştî wê jî vedigere Helebçe weke mamoste dixebite. Di salên şerê cihanê yê duyemîn de (1940-1945) li Felestînê di Radyoya Yafa beşa kurdî de dixebite.  Di wexta şerê duyem ê cîhanê de, Refîq Çalak û Goran û Remzî Qezaz hatin hilbijartin û ji bo di êstgehê de bixebitin çûn Yafaya...