Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Pirça Winda etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Qisedanek Bi "Mihemed Şarman" re

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bide nasîn? Kurtejiyana xwe tu dikarî binivîsî? Mihemed Şarman: Ez nikarim xwe bidim nasîn.(Ne ji meznayê ji bêferasetî an tevlîheviya hiş û dinê)  Ku rojekî bikaribim jî ya rast nabêjim.(ji rikan) Ji ber vê yekê min li pişta pirtûka xwe  ye yekemîn –ji xwe pirtukên min din jî nînin- tiştek   ceribandibû. Ne ji şermê û tirsa dubarekirinê bûna, min ê dîsa ew binivisiya. Lê ez dikarim serborîyeke xwe bêjim ku bi kêrî tu bersivê neyê.           Ez di lîsê de muslumanekî baş bûm -wer digotin, der û dora min, nemaza bavê min- Min pirtukên İ.Gazalî dixwend, berhemeke wi ye qeresa heye bi navê “ İhya û ilûmû Dîn”   çar cild in, meriv dikare pê xaniyekî 1+1 ava bike, ji xwe bo karmendê wek me yê dewletê xweş star e, ev avahî.  Min ew da ber xwe xwend.  Lewre ji min re hatibû  gotin ku tu vê pirtûkê bixwinî, tu yê xwe nas bikî… Heya ku rojekî nas, dost, ebdekî Xwe...