Binxetê… Salên 1960î… Ji derve dengê frêna erbeyeke tê bihîstin… Erebe disekine û dengê qerebalixê her ku diçe zêde dibe. Ji derve bi dengekî berz “Dakevin, yeko yek bidin dû hev û derbas bibin!” tê bihîstin. Çawişê Polîsan , derî vedike û li benda kesên din disekine. Peşî mirovekî navsere û jinek û çend zilamên din dikevin dundur. Çawîş piştî ku her kes dikeve hundur, bi destan nişanî wan dide ku ji bo ku rûnên. Yê navsere li ser kursiyê û yên din jî li erdê rûdinên… Çawîş tê li ser paldanka xwe, cihê xwe xweş dike, kumê xwe li ber xwe datîne, cixareyekê pê dixe. Pêşî hinekî çavên wî ji dûmana çixarê hesir dibin. Li paş xwe dizivirê û bi dengê bilind bang dike… Çawîş: Hêê! Li vir binêrin! Polîsek: ( Serê xwe di ber derî re dirêj dike ) Belê, ezbenî! Çawîş: Ji bo Xwedê, kaxezekê bîne! Ew kî ji we kaxezên ser maseya min didiz...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!