Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Komo Şanoya Kurdî ya Tibilîsê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Çavpêketinek li gel reveberê şanoya kurdî li bajarê Tiblîsê (1985)

Mûrad Oso Çawirî: Em dixwazin tu ji me ra li ser kurdên li komara Corcîya Sovêtî biaxivî? Mirazê Caferov: Em kurd di nav malbata gelên Sovêtistanê yên bira da dijîn û piranîya me li komarên Ermenîstanê û hinek komarên Asya Navîn da jî hene. Derheqa Kurdên li Corcîya, bi awayekî serekî li bajarê Tiblîsê dijîn û hejmara rûniştîvanên Tiblîsê tevde dibe yek milyon û 20 hezar kes. Tu wekî rêveberê Şanoya Kurdî li Tiblîsê, dikarî xwe ji xwendevanên rojnama Gel û govara Pêşeng ra bidî nasandin? Min xwendina navînî li bajêrê Tiblîsê timam kir û xwendina zankoyê jî li kolîca ziman û edebyatê li Ermenîstanê. Ez deh sala li wezareta Çandeyê li Ermenistanê xebitîme wekî mezinê pişkênerên(mufetîş) şanoyên Ermenîstanê û li sala 1974ê ez hatim Tiblîsê û ez jî hîngî ve wekî peyamnêrê rojnama Corcîya Sovêtî dixebitim. Ez endam im di nîqaba rojnamevanên Sovêtistanê da. Min gelek nivîsar li ser kurdên Sovêtistanê di pir rojnaman da nivîsandîne, li ser jiyana çandeyî û civakîv ya kurdan û e...

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ: ÊZÎZÊ GERDENZERÎ

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ Ezîzê Gerdenzerî , di sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistanê) hate dinê. Zarotî û xortanîya xwe li gundê Dêrik/Cercerîs ê li Ermenîstanê derbas dike. Di sala 1970an de, Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, bû doktorê zanyarîyê bizîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir. 1960î ve dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Di rojanama “Rya Teze” de gelek nivîsên wî heta weşandin. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta Dil” di 1968an de hat Ermenîstanê hat çapkirin. Şanonameya wî  “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de li Şanoya Kurdî ya Tiblîsê tê lîstin.  Ezîz Gerdenzerî, niha li Denmarkê dijî. Ji zimanên Rûsî, Ermenî, Denmarkî û ji Almanî weregerê dike. Ji berhemên wî yên ku hatine çapkirin “Fîncana ferfûrî” (Roman, 1990). Hemû berhemên wî bi navê“Gêlavêj”(1996) çap dibe ku di wê berevokê de, romana wî ya  duyem, du dr...

Şanogerekî Kurd li Gurcîstanê: Bînbaşê Axê

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe tu yê karibî qala kurtejiyana xwe bikî? Bînbaşê Axê: Di sala1964an de li Ermenistanê li Gundê Qerebirnê/Karakirt hatim dunyê.  Zaraoktiya min di malbeteke de normal de derbas bû û tê gihîştim. Bavê min hostê dîwêr bû, dayika min bi malbatê re aleqeder dibû. Em pênc bira sê xwişk bûn, ji biçûktiya xwe de em bi toreyên xwe ve girêdayî bûn. Em hemû li vî gundî mezin bûn, piranya wan Ermenî bûn.  Nêzî 50 malê ezdîyan hebû. Li cihê ku hemû gund kurdbûn ders dihate dayîn, le bi malbatî em xurt bûn, ji ali ziman û toreyên xwe me xwe diparast. Kalikê min li Tulimê dixist. Bi çîrok û miqamên wan ez mezûn bûm. Paşe min li Gumrî li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983an de ez bi gilaşê mijûl dibûm. Ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ve ez weke “Hostê Gilaşê” hatim xelat kirin di mijdara 1984an de. Di 1984-1986an de min eskeriya Yekitiya Sovyetê kir. Piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê ki...