NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ
Ezîzê Gerdenzerî, di sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistanê) hate dinê. Zarotî û
xortanîya xwe li gundê Dêrik/Cercerîs ê li Ermenîstanê derbas dike. Di sala
1970an de, Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, bû doktorê
zanyarîyê bizîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek
xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir. 1960î ve dest bi xwendin û
nivîsandina Kurdî kir. Di rojanama “Rya Teze” de gelek nivîsên wî heta
weşandin. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta Dil” di 1968an de hat
Ermenîstanê hat çapkirin. Şanonameya wî “Zarîna
Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de li Şanoya Kurdî ya
Tiblîsê tê lîstin.
Ezîz Gerdenzerî, niha li
Denmarkê dijî. Ji zimanên Rûsî, Ermenî, Denmarkî û ji Almanî weregerê dike. Ji
berhemên wî yên ku hatine çapkirin “Fîncana ferfûrî” (Roman, 1990). Hemû
berhemên wî bi navê“Gêlavêj”(1996) çap dibe ku di wê berevokê de, romana wî ya duyem, du dramayên bi navê "Xanê
Çengzêrîn", "Gelavêj/Ap û Birazî" jî hene. Ji berhemên wî “Hezkirina
Qedexe” li Stenbolê di 2011an de ji Weşanên Doz’ê ve tê çap kirin.
Çetoyê Zêdo: Hûn li ku mezin bûn?
Ezîzê Gerdenzerî: Li Ermenîstanê gundê Dêrikê…Gund gundê çiyayî bû. Tebîet(sirişt) pir
sert bû. Lawên gund, lawên çiyayî, pir dilsoz, xwedîxîret, rastgo, welatperwer,
dengbêj û çîrokbêj bûn. Min terbîyet û telîmata xwe li wir stand. Ew terbîyet û
telîmat bû bingeha esasî di emirjîyana min de û mora xwe, tesîra xwe, li ser
berhemên min hîşt û heta niha dihêle. Di sala 1970an de, min Zankoya bizîşkîyê
ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, ez di hêla bizîşkîyê de, bûm doktorê
zanyarîyê. Min 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek
xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir.
Çetoyê Zêdo: We kengî dest bi Kurdî kir? Hûn dikarin
qala xwe û berhemên xwe bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: Di 14-15 saliya xwe de min destbi nivîskariyê kir. Wê demê pir helbest û
goterên min, bi navê Ezîzê Îsko, Ezîzê Emirî, Ezîzê Nemir, Şalîko Amîryan di
rojnamayên “Rya teze” de têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne
xwendinê. Di sala 1968an de, ji alîyê Beşa Nivîskarên Kurd ya li nik Yekîtîya
Nivîskarên Ermenîstanê, biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka min ya yekem, ya
helbestan “Kilîta dil” bê weşandinê. Paşê dereng ev pirtûk, wisa jî pir
berhemên min yên din, di 6 bendên almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara teze” de,
tên çap kirin. Sala 1990î romana min ya yekem “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke
cihê di Yêrêvanê de ronahî dibîne. Şanonameya min ya yekem “Zarîna çiya”(bi
tîpên rûsî) bi pirtûkeke cihê di sala 1989an çap dibe û 1990î Şanoya Tbîlîsîyê
ya Kurdî(derhênar: Mrazê Ûzo) ew nîşan dide. Dû re Înstîtûta Kurdî ya
Parîsê(serokê înstîtûtê Kendal Nezan) ew şano wek fîlm derbazî li ser kasêta
vîdêoyê dike. Di sala 1996an de, berevoka berhemên min ya bi navê “Gêlavêj”, di
Yêrêvanê de, çap dibe. Di wê berevokê de, romana min ya duem, wisa jî du
dramayên min "Xanê Çengzêrîn", "Gelavêj/Ap û Birazî" tên
weşandinê. Di Sala 2011an de, romana min ya sêem "Solên Zêrîn",
kurteroman ”Hezkirina Qedexe” wisa jî çend çîrok, di berevoka berhemên min ya
bi navê ”Hezkirina Qedexe” ji aliyê
weşenxaneya DOZ de tê çap kirin. DOZ wisa jî kurdiya berhemên nivîskarê
Danîmark yê navdar H. C. Andersen wek pirtûka bi navê ”Çîrok û Serpêhatî”
(wergerandin ya min) çap dike. Çendek berhemên min bi zimanê ermenî, rûsî,
damîmarkî, almanî, hatine wergerandinê û weşandinê. Niha li Danîmark dijîm.
Endamê Yekîtîya Nivîskarên Danîmark im.
Çetoyê Zêdo: We kengî dest bi şanoya kurdî kir?
Çetoyê Zêdo: “Zarîniya Çiya" çawa hazir bû? Hinekî hûn dikarin qala serboriya wê bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: “Zarîniya Çiya" di sala 1988an de hat nivîsar; di dema destpêka hilweşîna Yekîtiya Sovyêt de, dema nijadperestî li hemû komarên Yekîtiya Sovyêt de serê xwe bilind kiribû. Gava ku min ji bavê xwe re ev şanoname xwend, hêsir li çavên wî barîn, ew giriya û got: “Erê, lawo, me (kurdên êzîdî) du bav ji cîkî çal nekiriye”. Şano di derbarê wê yekê de ne, ku bi çi awayî kurdên Êzîdî yên bakûrê welêt, di sala 1918an de, bi mecbûrî dev ji bingeha kalûbavên xwe berdidin. Koçberiya wan, zulm û zehmetiya wan li ser riya koçberiyê dîtî, ewqasî bi êş û azar bûye, ku çiyayên welet jî li pey lawên xwe dizarin, digirîn. Ewan pişta xwe didin çiyayên xwe, welatê xwe û berê xwe didin Welatê Ûris. Welatê Ûris paşê dibe Yekîtiya Sovyêt. Di Yekîtiya Sovyêt de terora Stalînîzmê dest pê dibe. Gernasên me yên şanoyê tên girtin, dikevin heps û zindanan. Di heps û zindanên Yekîtiya Sovyêt de, zulm û zordariya gernasên me li ber çavên xwe dibînin, hîn jî ji zulm û zordariya wan li welêt de dîtibû girantir û bi şewattir bû... Tiştê here giran û here xeter ew bû, ku "Êzdîxane wek çenge garis li nav Yekîtiya Sovyêt de belav dibe. Riya helandinê, asîmîle bûnê dikeve pêşiya êzdîxanê". Ev tişt ji bo gernasên me ji mirinê jî xerabtir bû.
Çetoyê Zêdo: Hûn dikarin ji me re qala şanoya kurdî ya li Sovyetê bikin?
Ezîzê Gerdenzerî: Şanoya yekem ya kurdî di Yekîtiya Sovyêt de, sala 1937an û li Ermenistanê, gundê Elegezê de hat damezirandin. Ew şano ya dewletê û profesiyonal bû. Li wir drama "Mem û Zîn" ya li ser bingeha destana Ehmedê Xanî amade kirî, hat pêşkêşî temaşevanan kirin. Drama "Hamlêt" ya dramanûsê înglîz yê navdar William Şakespearê nemir li wê şanoyê de hate lîstin. Lê di sal 1947an de karê Sanoya Kurdî ya Elegezê tê rawestandin. Dawiya salên 1970î û destpêka 1980î dîsa Sanoya Kurdî ya Elegezê (Berpirsiyar Şalîkoyê Sefo) dergehê xwe li ber temaşevana vedike û pir drama û komêdî yên balkêş pêşkêşî temaşevanan dike. Sala 1980î Şanoya Kurdî ya Tibîlîsê (Gurcistan) tê damezirandin. Emek û keda damezirndar, birêvabir û derhênarê wê şanoyê, rehmetiyê Mirazê Ûzo Ceferov pir bû û xebata wî tu car nayê bîrkirinê. Wisa jî xebata bîst însanên li wê şanoyê de dixebitîn tu car nayê bîrkirinê.
Çetoyê Zêdo: Şanoyê ji bo we çi ye? Ji bo te şanogerî
tiştekî çawa ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Şano ji bo min şoreş e, şoreşa hunerî, şoreşa agehdariyê û zanistiyê.
Şano divê perçekî jîyana real ya rastî be li ser sehneyê/dikê. Şano divê bibe
wek eyne û her kes serdestî û xeletiyên xwe di tê de bibîne. Şanogerî divê bibe
wek dibistan, dibistana hunerê, li ku her cihêl û ahilek, her biçûk û mezinek
dersa xwe jê hilde, qencî û xerabiyê ji hevdu cuda bike, di riya rast de
bimeşe.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya hunerê xurt dike?
Ezîzê Gerdenzerî: Hezkirin, hezkirin hêza min ya hunerê xurt dike. Hezkirina min li ber bi
jin û zarokên xwe, hezkirina min li ber bi heval û hogirên xwe, hezkirina
min li hindava wê civakê de ya ez li nav
de mezin bûme û dijîm. Hezkirina min ya ber bi wê civakê û wê netewê ya koka
min lê şîn bûye.
Çetoyê Zêdo: Li gorî we şanoya kurdî ber bi ku ve
diçe?
Ezîzê Gerdenzerî: Bi dîtina min, hîn jî şanoya kurdî, wek pezeke kulek e. Di Kurdistana
Başûr de karmendên ku berpirsiyariya pêşketina şanoya kurdî dikin, çawa pêwîst
e, bi erk û wezîfa xwe ranabin. Divê niha şanoyên profesiyonal li her bajarekî
başûrê Kurdistanê de hebûna. Ciyê şanaziyê ye, ku ji salên1990î de komên
şanogeriyê li Amedê û bajarên bakûr yên din de hatin damezirandin. Niha jî ew
kar û xebat bi serkeftin pêşde diçe. Eferin, ez dibêjin ji bo kurdên bakûr re,
ku ewan kurmanciya delal dikin zimanê şanogeriya kurdî. Li başûr de soraniya
delal bûye zimanê şanogeriya kurdî ya bingehî. Ev herdu zarav, ewan herdu
lingên zimanê kurdî ne, herdu jî divê serkeftî bin û li hevdu re bimeşin.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan şanogeran li te çê bû? Bi
mînakan tu dikarî ji me re vebêjî?
Ezîzê Gerdenzerî: Dramayên dramanûsê înglîz yê navdar William Şakespeare û komêdîyên
nivîskarê danîmarkî yê bi navûdeng Ludvig Holberg bandoreke mezin li ser min
hîştine.
Çetoyê Zêdo: Lêpoşmaniyên te yên bihurî çê bûne?
Ezîzê Gerdenzerî: Ez ji kirinên xwe yên bihurî ne poşman im. Çi ku min dikaribû bikira
gerekî bihata kirin. Min sê zarok mezin kiriye. Min însanên nexweş qenc kiriye;
pênc hezarî zêdetir emeliyat kiriye. Min di berhemên xwe de hezkirin daye pêş.
Nêrîna min; tunene ol, civak û netewên xerab, lê heye siyaseta xerab û
desthilatdarên bêhiş û mêjî. Ez ne poşmanim, ku di hemû dramayên xwe de, min
guh daye li ser dilê xwe û min xebera pênûsa xwe kiriye.
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Ezîzê Gerdenzerî: Dîsa karê nivîskariyê dikim. Berhemên xwe yên êdî hatine nivîsar, ji bo
weşandinê amade dikim û hwd.
Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Ezîzê Gerdenzerî: Ez pansiyoner im. Pê perê dewlet dide min debara xwe dikim.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên şanogeriya te hene?
Ezîzê Gerdenzerî: Guhertin di şanogeriya min de, li piştî 25 -30 salên dawîn de çê nebûye.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a
ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Ezîzê Gerdenzerî: Tiştên hûr û biçûk hebûne yên min nedixwest biqewimin. Lê tiştne balkêş
jî dibek jî hebûne û ez nizanim.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya
kurdî kîne?
Ezîzê Gerdenzerî: Temaşevanên şanoya kurdî pir hene, ji hemû nifşî ne û têgihîştî ne, lê
mixabin sanoyên me hindikin.
Çetoyê Zêdo: Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa
ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Pê zimanê qels û giran şano nayê çêkirin. Çimkî hacetê şanogeriyê yê herî
giring, ew ziman e. Şanogerên kurdî jî hewl didin xwe, ku bi zimanekî paqij û
zelal, derkevin pêşberî temaşevanan.
Çetoyê Zêdo: Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan
bizanibin?
Ezîzê Gerdenzerî: Divê şanogerên Kurd, diyalekta şanonamê, ya nivîskar bi kar aniye, baş
bizanibin.
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya şanoya Kurdî hûn çi
difikirin?
Ezîzê Gerdenzerî: Belê, qelsiyên perwerdehiya şanoya Kurdî pir min aciz dike. Em 50-60
milyon in, lê înstîtûteke me ya şanogeriyê tune. Çêkirina komên şanogeriyê divê
bên zêdekirin, wisa jî dibistan, xwendegeh û înstîtûtên şanogeriyê divê bên
damezirandin.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya Kurdî ya îroyîn di çi
rewşê de ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Pêşketin heye. Lê bi nêrîna min, roja îroyîn rewşa şanoya Kurdî ne baş e.
Piştgirî pêwîst e.
Çetoyê Zêdo: Li gora te rexneya şanoya Kurdî di kîjan
astê de ye?
Ezîzê Gerdenzerî: Şanonameyên nirxgiran yên kurdî pir hene, lîstikvanên baş jî hene, lê
pêşekar/pisporên şanogeriyê û karmendên xemxur kêm in. Vî karî de xemxurî
pêwîst e. Heger herçar tiştên li jor gotî bi lingên hevdu re nemeşin, asta
şanogeriya me wî ji cî de bimîne.
Çetoyê Zêdo: Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li
ser şanogeriyê dike?
Ezîzê Gerdenzerî: Şano, wek me êdî pêşde got, eyna ye. Jiyana civakî/siyasî çiqasî pêşverû
û serdest be, şanogerî jî wê ewqasî
serkeftî be.
Çetoyê Zêdo: Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Ezîzê Gerdenzerî: Di wî warî de xebateke mezin pêwîst e. Divê her bajar û bajarokekî
Kurdistanê de şanoyên bûkînokan bên damezirandinê.
Çetoyê Zêdo: Ji wêje û zargotian Kurdî divê kîjan
çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe?
Ezîzê Gerdenzerî: Destana “Rostemî Zal”, destanên di derbarê Keleha Dimdim û Xanê wê, Xanê
Çengzêrîn/Lepzêrîn de, destana evîndariyê “Leyl û Mecnûn” û hwd. Bi dîtina min,
bûyerên Şengalê û Kobanî wê têkevin li şanoya Kurdî de. Ne mêrxasî û ne jî
qelsî nayêne bîrkirin; qehremanî divê bê xurtkirin, qelsî ji holê bên rakirin.
Xeletiyên xwe divê em bi xwe rast bikin, destkeftinên xwe pişguh nekin.
Yorumlar
Yorum Gönder