Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şahînşahê Portekîzê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

NÛSEREKÎ BERHEMDAR û MAQÛLEKÎ DILNIZM “SERKAN BIRÛSK”

"Min nedixwest ku ez ji wêjeyê pêştir bi karekî din dakevim." "Dema di serê min de fikra çîrokekê dimeye an jî bûyerek diqewime ku hestên min dilerizine, ez êdî nema karim xwe ji wê rizgar bikim." Çetoyê Zêdo: Praniya xwendevanên Kurdî yên li Bakur cenabê te bi romana we ya “Evîna Bêcirekî” û bi wergerên we navê we bihîstin, pişt re piraniya wan, ez dibêm weke min, pê hisiyan ku ji zûde ye ku hûn bi karên wêjeyê mijûl in, lê dîsa jî em dora pirsê neguherin û  bixwazin ku hûn kurtejiyana xwe bi me re par ve bikin?    Serkan Birûsk: Berî niha bi çil û heyş salan, ez li gundê çend malî ku hemû xizmên hev in hatime dunyayê. Gundê Serêkaniyê yek ji gundê xweş ê Nisêbînê ye. Ev gundê bi dar û av ku navê xwe daye min û zaroktiya min li qalib xistiye, jiyana min jî di bîranînên xwe de dîl girtiye...  Ji roja min wek zarok bîra dunyayê birîye û heta niha pirsgirêka herî dijwar û neçareserkirî Kurdistan e. Di zaroktiya min de Apê min Zibêr Yildirim wek pêşmerge j...