Ev axaftin ji aliyê Mirazê Uzo Cafarov ve, li konferansa navnetewî ya bi navê “Li URSSê Dîrok û Rewşa Kurdan” hatiye pêşkêş kirin. Konferans bi rêvebiriya Enstîtuya Marksîst- Lenînîst ya Gurcistanê û Akademiya Wêjeyê ya URSSê ve hatiye li dar xistin. (Moskow, 25-27 Îlon, 1990) Nivîs ji berhevoka Mirazê Ûzo Caferov ku di sala 2007an li Tiblîsê hatiye çapkirin, hatiye wergirtin. Gelê me yê qedirbilind û rêhevalên hêja! Ewilî dixwazim ji we re bêjim ku, em gelek minetar in ji bo van kesên ku ev konferansa girîng û dîrokî saz kirine. Ev konferans di jiyana me kurda de û di dîroka kurdên Sovyetê de ciyekî gelek girîng digire. Dixwazim bibêjim ku, ev konferans di rewşek wisa de çêdibe ku, em bikarin heqê wê bidin û derxin asteke bilind; divê em bi xwe serbilind bibin, lê divê em vê tevgera xwe ya hêja, ji bo xwe wek reklameke şexsî yan jî tiştekî din nebînin. Piraniya kurdên Tiblîsê, hêviya wan ew e ku, ev konferans bibe cihê çareseriya pirsgirêkên me yên çandî û rêya...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!