Ana içeriğe atla

Tîyatroya Netewî ya Kurda û Armanca Wê (1990)

Ev axaftin ji aliyê Mirazê Uzo Cafarov ve, li konferansa navnetewî ya bi navê “Li URSSê Dîrok û Rewşa Kurdan” hatiye pêşkêş kirin. Konferans bi rêvebiriya Enstîtuya Marksîst- Lenînîst ya Gurcistanê û Akademiya Wêjeyê ya URSSê ve hatiye li dar xistin. (Moskow, 25-27 Îlon, 1990)

Nivîs ji berhevoka Mirazê Ûzo Caferov ku di sala 2007an li Tiblîsê hatiye çapkirin, hatiye wergirtin.


Gelê me yê qedirbilind û rêhevalên hêja!

Ewilî dixwazim ji we re bêjim ku, em gelek minetar in ji bo van kesên ku ev konferansa girîng û dîrokî saz kirine. Ev konferans di jiyana me kurda de û di dîroka kurdên Sovyetê de ciyekî gelek girîng digire.

Dixwazim bibêjim ku, ev konferans di rewşek wisa de çêdibe ku, em bikarin heqê wê bidin û derxin asteke bilind; divê em bi xwe serbilind bibin, lê divê em vê tevgera xwe ya hêja, ji bo xwe wek reklameke şexsî yan jî tiştekî din nebînin.

Piraniya kurdên Tiblîsê, hêviya wan ew e ku, ev konferans bibe cihê çareseriya pirsgirêkên me yên çandî û rêya herî rast nişanî me bide. Em jî jixwe, ji bo vê armacê li vir civiyane û hêviya vê konferansê jî ev e.

Em hemû baş dizanin ku ev pirsgirêkên me çi ne, lê her yek ji me ji dewleteke din hatine û ji hev veqetîne. Di vê rewşa belavbûyî de, em nikarin tu encamekê bi dest xînin.

Berî her tiştî, divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Daxwaza gelê me jî ev e. Ji bo vê, ewilî divê em hemû rewşenbîr û hunermend, pozbilindiyê nekin û pirsgirêkên xwe yên şexsî deynin aliyekî. Divê em serê xwe ji bo meselên mezin û netewî biêşînin. Em bi dilpakî bên cem hev, bi hev bişêwirin û biryareke hevpar bibînin ku, em ê rêyeke çawa bidin ber xwe? Em kurd divê çi bikin?

Di vê mijarê de, li ser rola tiyatroya kurdî ya Tiblîsê, bi kurtasî ku ez bêjim, ji bo parastina nasnameya kurdî, barekî gelek mezin hildaye ser navê xwe. Di vê mijarê de, dikarim bêjim ku tiyatroya kurdî ya Tiblîsê ji bo parastina nasnameya kurda roleke wê heye.

Ji bo ku fikrekê bide me, ez ê hinekî li ser xebata tiyatroya me biaxivim ku di rêyeke çawa hatiye vê rojê û çi kiriye? Ji bo ku piraniya we, nehatiye temaşa tiyatroya me û agahiyên we ji xebatên tiyatroya me zêde tuneye.

Ji bilî van, em dibînin ku xebatên çandî, di salên 1970yî de qewîn bûne. Di van salan de hukûmet Sovyetê, ji bo pêşxistina çanda kurdî hin biryarên civakî û aborî dane. Bi saya van biryarên ji bo xebatên çandî, bi rastî jî, balkêşiyeke mezin derkete holê. Hikûmet hem ji aliyê aborî hem jî aliyê manewî ve piştevaniya me kir. Bi vî awayî li Tiblîsê çend cûre komelayên hunerî ava bûn û xebatên wan dest pê kirin.

Berî her tiştî em spasiyên xwe dikin, ji partiya Komunîst ya Gurcistanê û bi taybetî ji bo Edouard Chevarnadzé; ji bo hukûmeta Gurcîstanê û Edouard Chevarnadzé ji bo keda wan î hêja, ez gelek spasdar im. Di salên 1970yî de, di radyoya dewletê ya Gurcîstanê de weşana kurmancî dest pê kir. Dîsa di van salan de, di dibistan û komelayan de, xebatên hunerî bi kurdî dest pê kiribûn û kovar û rojnameyên kurdî derketibûn. Gelek nivîskar û rojnamevan li van deran perwerde bûn û gihîştin.
Bawer bikin, niha kurdên Tiblîsê, bi xweşî wan rojan tînin bîra xwe. Ew ji bo me rojên bi coş û bêhempa bûn. Nehêniyên me yên veşartî derketin holê û tiştên gelek serkeftî hatin afirandin. Ji van çend tiştên girîng ev bûn ku; helbesta kurdî, kilam û muzîka kurdî bi şêweyên nû berhemên xwe afirandin.

Ev pêşveçûn hemû bi saya xebatên Adara 1981ê bû. Sala 1981ê, di jiyana me de ciyekî girîng digire. Ez bawer dikim niha kesên ku hatine vê konferansê, bûne şahidên van rojan û ew roj bi serbilindî tên bîra wan.

Di van salan de, me çalakiyên xwe li Tiblîsê pêk dianî. Lijneya wezaretê alîkariya me dikir. Mirov dikare bibêje, ji bo hemû kurdên dûrî me dijiyan, salên 1970yî weke “dema sekanî” bi nav dibe. Bi gîştî şert û mercên wan salan ji bo me hemû kurdan ne baş bû. Lê em kurdên Tiblîsê beravajî wê yekê bûn, ji bo me rojên xweş bûn. Me bi derfetên xwe xebatên xwe dimeşandin. Di 1979an de li sehneya Dom’ê me dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir û bingeha şanoya xwe li wir damezirand û piştî du salan bi fermî statuya me hat dayîn.

Ku ez îro di derheqê avakirina komelaya tiyatroyê de, neaxivim wê gotina min ciyê xwe nebîne. Divê ez heqê wan kedkaran jî bibêjim. Ew berî her tiştî, ji dil û can xebitîn, ked dan. Bawer dikim ku hûn jî dizanin, karê wan î eslî ne şano bû; hin ji wan karmend, xwendekar, stajyer û bermalî bûn. Ji bilî wan, hin kes tevî zorokên xwe dihatin tevlî xebatan dibûn. Ew hemû piştî karê xwe yê esil dihatin sehneya Dom’ê û beşdarî proveyan dibûn, piştre derdiketin ser sehnê. Çi ji destê wan dihat, ji bo çanda xwe bi dilpakî dikirin.

Niha di komelaya me ya tiyatroyê de bi giştî 20 kes hene û bawer bikin, kes ji me bi tasadufî nehatine cem hev. Di sala 1979an de dema me provaya xwe ya pêşîn dikir, salonê ji bo provayê têra me nekiribû. Gelek mirov xwestibûn tevlî komeleya me bibin. Ew kesên dihatin, dixwestin ji aciziya rojane xelas bibin û tiştên di dilê xwe de pêk bînin. Wê çaxê koma me ji 40 kesî pêk dihat. Niha dibe ku ji derve, ev hemû xebat weke tiştên dijwar were dîtin, lê bawer bikin, ji bo hezkiriyên şanoyê ne wisa bû. Ji bo me prove û pêşande, perçeyekî ji jiyana me bi xwe ye û ji jê wêdetir ji bo me şahî û xweşî ye.

Mirovên ku dihatin, di dilê wan de çirûska evîna şanoyê hebû. Hinek ji wan kesan yên navdar û hêja jî hebûn. Ez ê qala van ke san bikim ku bingeha vê komelêyê ji wan pêk tê. Ev axaftina min, bêyî bilêvkirina navê wan nabe. Ji bo ku hûn van kesan rind nasnakin, we heta niha tevde du-sê listikên me temaşe kirine. Di komeleya me de: Kulîlka Çildergûşî, Gulçara Ûsiv, Şalikoyê Miraz, Basa Amîd, Şîrne Amo, Titalê Evdo, Gramê Miraz, Temûrê Kalaş, Elîke Şeraz, Şalîkoyê Safo, Înga Torn, Bînbaşê Axê, Mesurê Aram, Nagîzê Mamê, Xanna Miraz, Îskoyê Ûsif, Culyeta Miraz û yên din…
Xebatkarên şanoya me, deh sal bêrê hemû ciwan bûn, ezeb bûn. Lê niha di her malê de yek-du zarok û çend kes henin ku porê wan sipî bûne. Bi herdû çavên xwe li wan dinêrim û pir şa dibim. Ji wan salan heta niha dem çawa derbas bûye.

Ez dixwazim spasiyên xwe bibêjim ji amadekarê şanoyê Şamîr Ter Minînasyon re. Ev mirovê hêja bi salan derhêneriya giştî ya Şanoya Leşkerî ya Gurcîstanê kiriye. Û ji Levan Uteyan re (Levoyê Cindî) ku wî jî, di wan salên bê derfet û tunebûnê de derhêneriya şanoya Domê kiribû; wî dekorasyon û aksesûar, kostum û alavên teknikî jî hazir dikir.

Di van hemû salan de, hunermendê me yê makyajê, ji ermeniyê Gurcistanê bû û karmendekî jîr û jêhatî bû. Ew bi me re ne tenê li Tiblîsê xebitî; bi me re dihat tûrneya Ermenîstan, Gurcistan, Azerbaycan, Moskowa û Kazakistanê jî. Divê ez qala derhênera tiyatroyê Zînê Toloyeva (Zîna Ado) jî bikim. Di salên pêşin î tiyatroya me de, derhênerê hunerê bû, çi ji destê wê dihat dikir. Wergêrên me jî spasiyê heq dikin. Dixwazim qala wana jî bikim. Helbestvan Cardoyê Esed, Tosinê Reşîd, Şîraliyê Ûzo Cafarov û aktorên tiyatroyê; Şalikoyê Safo, Şalikoyê Miraz. Van hemûyan ji zimanê Rusî, Gurcî û Ermenkî werger dikirin.

Me di nav deh salan de 15 lîstik derxistin û bi sedan car jî em derketin ser sehnê. Bi hezaran welatiyên me (Kurd) li me temaşe kirin û bi me re demên kêfxweş derbas kirin. Ji bo wê jî, çi ji destê me dihat me dikir. Em xebitîn ku gelê xwe kêxweş bikin.

Şanoyên ku me derdixistin ser sahnê, hinek ji wan bi kurdî hatibûn nivîsandin, ne hemû, yên dinê werger bûn… Nivîskarên piyesên kurdî: Eskerê Boyik “Sinco Qîza xwe Dide Mêr”. Ezîzê Gerdenzerî “Zarîna Çiya ” û “Xecê û Siyabend”. Listikên me bi zimanê Rusî, Azerî, Gurcikî, Ermenkî jî hatin sehnekirin. Hin lîstikên me hatin wergerandin û lîstin. Wergêrên zimanê Ermenî, Tosinê Reşîd û Şalikoyê Miraz bûn. Şanoya xwe heta ji destê me dihat me bi şêwe, karakter û ruhekî kurdewarî diafirand. Di van salan de heta ji destê me dihat em dixebitîn ku temaşevanên xwe yên kurdî zêde bikin û girseya xwe mezintir bikin. Em xebitîn ku hunerên sehneyê bi wan bidin hezkirin, evîna tiyatroyê bixin dilê wan û bala wan bikşînin û em bi ser ketin. Me tu carî di salonên vala de nelîst, temaşevanên me ji tiyatroyê hez kirin. Di her promiyer û pêşandeyan de, temaşevanê me ji şanoyên me razîbûna xwe eşkere kirin. Gelek ji wan bûn dostê tiyatroyê û heta ji destê wan dihat alîkariya me dikir; cil û bergên gelerî çê kirin, aksesûarên ji bo sahnê peyda kirin, bilêt belav kirin û hwd… Ez bi serbilindî dikarim bêjim ku me temaşevanê xwe bi xwe afirand û wan jî em afirandin. Ji bo ruh û karaktera şanoyê gelek kar û alîkarî kirin, dîtina şanoyê guherandin.

Deh sal berê, cara ewil ku temaşevanên me di salonê de ciyê xwe girtin, pir kes ji wan di jiyana xwe de yekem car li tiyatroyê temaşe dikir. Lê niha ew hînî tiyatroyê bûne. Bûne hoste, bi rexne û nêrînin xwe, rê nişanî me didin û me bi pêş ve dibin. Tiştek heye ku min gelekî kêfxweş dike: Temaşevanên me bi zarokên xwe re tên tiyatroyê û wan hînî çanda xwe ya netewî dikin; hînî zimanê dayîkê dikin. Zarok bi zimanê xwe difikirin û diaxivin. Çend kes ji wan zarokan ji bo şanoyê xwediyê potansiyela lîstikvaniyê ne û niha di tiyatroya me de dixebitin. Niha 15 zarok di tiyatroya me de hene. Hinek ji wan bi hunerên xwe me ecêbmayî dihêlin.

Hebûna tiyatroyê ji bo kifşkirina hunerî ya ciwanan navgîneke xurt e. Gelek ciwanên jêhati xwe bi şanoyê nişanî me kirin. Ewilî, di destê me de şanoyên kurdî tune bûn jî, niha nivîskarên me şanoyên kurdî dinivîsin. Niha 3-4 piyes hene li ber destê me û em li ser van şanoyan dixebitin û derdixin ser sehnê. Listêkên me wê di tûrneyê de, li Kazakîstan, Azerbaycan, Ermenîstan û Moskowê bên sehnekirin. Ji bo van serkeftinan em bi xwe serbilind in û ji bo cihên ku em ê neçin jî pir xemgîn in. Di nav van salan de, ev ji destê me hatin.

Ji bo me bi taybetî dibêjin “tiyatroya amator”; ez ji van kesan re bang dikim: me hê xebatên xwe bi dawî nekirine û hîna xelas nebûne. Me rexne dikin, lê ev rexne me xurt dikin, ne ku em bi van rexneyan lawaz dibin. Ji bo min ya girîng ew e ku cudahiya me, nêzîkbûna jiyanê ye. Aktorên me çawa ji dilê wan tê, çawa hîs dikin wisa jî dilîzin. Û temaşevan jî hay ji vêya heye, hest pê dike. Dibêjin mirov piştre nabe aktor, mirov aktor tê dinyayê. Divê lîstikvanî di jiyan û ruhê mirovan de hebe; ku tune be, tenê bi perwerdehiyê mirov nabe aktor.

Li Tiblîsê aktorên kurd yên profesyonel, gelek jêhati hene. Hûn çend kesan ji wan nas dikin. Belê hindik in, lê henin. Bi rastî pirsgirêk ew e ku, nêrinên li ser tiyatroya kurdî, nêrineke pozbilindî û hesûdî ye. Ew kesên “profesyonel” tu car nehatine temaşaya tiyatroya me jî; qet nehatine cem me û hevkariya me nekirine û hertim dijberiya me dikin. Mixabin, îro tiyatroya herî mezin, Tiyatroya Dewlata Gurcistanê jî bi heman rengî nêzî me dibe. Helbet tiyatroyek wisa mezin û xurt piştgirî dabûya me, wê gelekî baş bûya; lê mixabin niha tiştekî wisa tune ye û di rojên pêş de jî qet wisa naxwiye ku wê piştgiriya me bike. Bi kurtasî hewce nîne ku komên mezin, li himber komên biçûk pozbilindiyê bikin.

Çend sal berê, em çûn Ermenistanê tûrneyê, ji rewşenbîrên Ermenîstanê hin kes nehatin temaşeya şanoya me, ji xeynî mirovê mezin Prof. Heciyê Cindî û Firîda Cindî Cewarî ku bi xwendekarên xwe re hatibûn û Prof. Kinyazê Îbrahîm hatibû; birê Kinyazê Îbrahîm niha li vir e, ew şahidê min e. Ez nizanim em weke komelaya tiyotroyê dilê xwe ji wan bihêlin an na, ji rojnemeya me Riya Teze? Ez naxwazim dilê kesî bihêlim; lê rastî ew e ku rojnameya me (Riya Teze) carekê jî derheqê me de nenivisîye. Xebatkarê wan jî qet bi me re mijûl nebûne. Haya wan ji me tuneye an bi me heye loma ji me ne razî ne? Min bi xwe jî karê rojnamegeriyê di “Xorordain Braston” de kiriye û di rêvebiriya wê de xebitîme. Xweş dizanim ku edîtor, rojnamegerên xwe çawa dixebitînin.

Karê hunermenda ronîkirina jiyanê ye. Min şaş fam nekin, ji kerema xwe, niyeta min tune ku li vir gilî û gazinên ji we re bikim li ser Riya Teze. Naxwazim rojnameya Riya Teze reş bikim, lê dilê me jê maye.

Çapemeniya Gurcistanê (radiyo, tv û hwd.) eleqeyeke wisa mezin nişanî me dan ku ji tiyaroya dewletê jî zêdetir. Baş e, çima em ji bo xebatên hev ew qasî bê xem û bê eleqe ne? Sedema vêya çi ye, çi bi me hatiye? Çima dema hewcedariya miletê me, bi me çê dibe em vêya nabînin û piştgiriya wê nakin û hevdû nagirin? Ez bawer dikim ku li Ermenistanê, koma tiyatroya Elegezê jî heman tişt hatine serê wan. Karê wan roj bi roj dijwartir dibe, her ku diçe nikarin bi tena serê xwe şanoyê bikin. Ji kurdên Ermenîstanê re, bi awayekî hêsa em dikarin vêya bibêjin.

Ez bawer im heqê min heye ji bo van gilî û gazinan; loma, ne tenê rojnameya Riya Teze ye, radyoya kurdî ya Ermenîstanê û çapemeniya Ermenîstanê bi giştî di mijar û rewşa kurmanca de ne xwedî prensîb in. Ne derheqê kurdên misilman ne jî Êzidiyan de. Em kurmanc, an demên teng an jî di şîn û şahiyan de dicivin. Lê ev ji bo çareseriya pirsgirêkên me têr nake.

Divê em bi pirsgirêkên xwe yên netewî re bêtir mijûl bibin. Divê em ji bo milêtê xwe û çanda xwe bên ba hev, xeber bidin û bişêwirin. Ez dibînim ku, sedema nakokiyên kurdên Ermenîstanê ew e ku, ew naxwazin kurd li wir rehet bijîn. Xwedê bike ku li Gurcistanê tiştekî wiha nîşanî me nede. Di vê encamê de dibinîm ku bi hezaran kurdên Ermenistanê, nizanin ku çi bikin an nizanin çi ji destê wan tê. Bêyî ku tiştekî bikin bi Rûsya, Ermenistan û derên din de diçin.

Êdî em kerixîn ji ber axaftinên bêxêr, ji reşbîniyê ve hêviya me ew e ku em balê bikşînin ser van pirsgirêkan. Ez Ermenîstanê û gelê Ermenîstanê baş û xweş nas dikim. Li gor hevalên ku lir vir kar dikin û agahiyên ku min ji wan hilgirtine van tiştan dibêjim. Ez bawer im rewşenbîrên me yên Kurd û Ermenî ku bixwazin dikarin van pirsgirêkan çareser bikin, lê mixabin tu hewldanên wan nîne. Ji bilî talûkeya belavbûnê em bi rû bi rû mane. Ev talûke li Ermenîstanê zêde ye. Em hatine vê radeyê ku hin kes me weke kurd qebûl nakin, dibêjin hûn Êzidî ne. A rastî Êzîdî kurd in. Ha ji we re bi carekê re wateyeke giştî, heta bila çapemenî jî wiha pêşkêş bikin. Nûçeyek di rojnameyekê de derket, digot; kurd û êzidî du miletên cuda ne. Vêya wiha dabûn; ev eyb e, eyba rojnemaya “Kultura Sovyetê” ye. Di bernameya “Vremya” de jî nûçeyên wiha derketin. Ev eyba wan e.

Ez hevalên xwe baş fam dikim; Rûs, Ermenî, Gurcî, ferq nake. Ew jî bi rastî di derheqê miletê kurd de, zêde bi tiştekî nizanin. Dîroka wan û heta baweriya Êzidiyan jî nizanin. Ez rewşenbîrên me fam nakim. Rojnama me, radyoya me, Enstituya Kurdolojî ya Ermenistanê... Çima kesên ku eleqa wan bi Kurdîtiyê heye, çima dengê xwe dernaxin? Çima ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin, gavên ku pêdiviya me bi wan heye navêjin? Wiha dixuye ku di vê mijarê de bi awayekî çalak tevnagerin. Li Ermenîstanê pir lawaz in, ku em biryarê bidin ku paşnavê me çawa be (ov/yan) wê gelek baş be. Ji bo me ya rast, yên li kurdîtiyê tê ew e. Tiştên ku em weke tiyatroya Tiblîsê dixwazin bi we re par ve bikin, ev in.

Weke gotina dawî, piştî du mehan bi munasebeta salvegera dehsaliya tiyatroya me, wê pêşandeyên me çê bibin. Di vê şevê de bi hin çalakî û şanoyên xwe, weke koma şanoya Dom’ê, ji bo ku em ê li Kazakîstanê bibin mêvan, em bextewer in. Ji bo guhdariya we gelek spas dikim.

Ji rûsî: Aysel Tabak



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Modern Kürt Tiyatrosunun İlk Adımları

Yazar/metin merkezli Batı tiyatrosunun Kürt dilindeki ilk örneği, 1919’da Evdirehîm Rehmî Hekarî’yle başlaması, teatral formların Kürtlerde daha öncesinde olmadığı anlamına gelmemelidir. Popüler ve kitlesel bir sanat olan tiyatro tarihsel olarak her dönemde farklı biçimlerde icra edilmiştir. Genel anlamda tiyatro sanatı; kukla, gölge oyunu, köy seyirlik oyunları, çîrokbêj (bir nevi meddah) geniş bir alanda teatral formalara sahiptir. Bu formlar, yakın kültürler ve komşu milletler arasında benzerlikler gösterebildiği gibi veya hepten özgün bir biçim olarak da var olabiliyor. Kürt tiyatrosunda: Taziye, “Sîtav” (Gölge Oyunu) ile “Bûkella” (Kukla), “Mîr Mîran” (Sahte Emir), “Kosegelî-Gaxan”, “Bûka Baranê” (Bolluk-Bereket Oyun Ritüellerinden), “Sersal” (Yeni Yıl), “Newroz” oyun ve temsilleri... Bunun yanı sıra Kürt tiyatrosuna özgü teatral anlatı biçimleri arasında sayılabilecek “dengbêjî” ile “çîrokbêjî” gibi ulusal formlara da sahiptir. Kürt tiyatrosunun geçmişine ve bugününe baktığımı

Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê / Theatre Concepts and Terms

Şanogeriya "Mem û Zîn", Nivîskar: Emîn Mîrza Kerim, Derhêner: Enwer Tuvî, Silêmanî, 1958 Tiyatro Terimleri ve Kavramları / Têgih û Termên Şanoyê  Absürd Tiyatro - Şanoy bêhûde, Şanoya Absurd - Theatre of the Absurd Acı Çekme Oyunu - Lîstika Êşkêşanê - Şanogeriy eşkence, wezen – Passion Play Acıklı Komedya, Komîdyay giryanawî – Tearful Comedy Açık Aksiyon - Aksiyana Vekirî - Over Act Açık Sahne - Sehneya Vekirî - Open Stage Adaptasyon - Lihevanîn, Adaptekirin - Adaptation Agit-prop tiyatro- Şanogerîy bangeşekirdin – Şanoya propagandayî – Agit- Prop Theatre Ago n- Mişt û mirr – Agon Ağlayıcılar - Koroya Giriyê, Barbûkarî grîkî – Choregos Akrobat - Kanbore, qareman, palewan, Canbaz - Acrobat Aksiyon Oyunu - Dramay niwandin, Şanoya Aksiyonê – Play of Acting Aktivizm -  Karaxwazî, Aktîvîzm - Activism Akustik- Dengî, Akûstîk - Acoustic Alternatif Tiyatro – Şanoya Alternatîf- Alternatîve Theatre Anagnorisis – Venasîn, Nasînewe - Anagnorisis A

Ereb Şamîlov "Koçekê Derewîn-1930" Şano

   E reb Şamîlov  Koçekê Derewîn  Pyêsa Du Fesla Sezde Sifeta   (Neşra Dewlata Şêwrê Ermenîstanê, Rewan, 1930)           Gilyê Pêş          Pyêsa pêşin, gerekê beve notla silhekî şêr, ber gilî gotnê terêqa nav xebatçyê Kurmanca da paşda mayî. Eva gilî gotnê min nivîsîne, ne metelok in, ne jî min ber xoe derxistine. Eva îşana qewimîne bûye, niha jî hene nav gundê Kurmanca da.          Her Kurmancekî gele car qewimye, ku çûna cem wan vireka şêxa, pîra qewala û mella koçeka, wane kirye min nivîsye li vê pyêsê. Basa xeberê ez karim navê çend heva hildim, hûnê bizanbin rastê: Koçek Xûdêda ji gundê (Poştê) Karvansarayê qêza Lenînakanê nahya Hacîxelîlê, Koçek Gulê ji gundê Qulibegê qaza Rewanê nahya Ecmîadzînê (Dêrê).             Evana hetta niha jî dixapînin kesîba û orta Hemîk destê terêqa bega, axa û kulaka tev heve. Ew hizdikin paşda mabûna xebatçya; ew timê nezana tûj dikin berî firqeçya û komsomola dibin, çimkî ew firqeçî û komsomola niha paşda davêjin gilî got