Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şubat, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

"Pêşbaziya Şanoya Kurdî" an jî "Li Çar Bajaran Şanoya Kurdî"

Amed, Batman, Wan û Stenbol…  Şanoya Kurdî li van bajaran di sehneyên biçûk de li ber xwe dide û li benda temaşevanên xwe ye… “Bînerno” rêya xwe şaş bikin û biçin lê temaşe bikin. Pişt re hûn çi bibêjin hûn bi dilê xwe ne... Ger ku ji we hat, hûn dikarin bi kêfa gurê manco bikenin; na ku ji we nehat, hewl bidin xwe bi giriyê kafiran bi halê xwe û me tevan bigirîn… Û ji kerema xwe bila ji bîra we neçe, hemû “ken û giriyê we” ji bo şanoya Kurdî bikêr in… Weke her tiştî, şanoya Kurdî jî li Bakur û li Stenbolê ji reng û taybetiya serdema niha, para xwe hilgirtiye. Nizanim belkî yekcar bêfêde be, lê dibe ku di bala hin temaşevanan de be, dîsa ez ê qala “hemû” şanoyên niha ku têne lîstin bikim… Netirsin tiştekî ku çavê we jê bitirse di şanoya kurdî de hîn neqewimiye…  Ger şanoya Kurdî di bala we de be, ewil berê xwe bidin Amedê, Şanoya Bajêr. Ew serê biska şanoya Kurdî ne. Tevî şanoyên xwe yên berê îsal lîstika “Tartuffe” tevlî repertûara xwe kirin. Hey ku hûn çûn wir, bala xwe baş